AMED - Di 31’ê Gulanê de li Amedê dê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” meş bê lidarxistin. Amadekariyên meşê berdewam in.
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 31’ê Gulanê de li Amedê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” meşeke girseyî li dar bixe. Meş, dê ji Parka Jiyanê ya Şemse Allakê dest pê bike û heta Qada Şêx Seîd bidome. Amadekariyên ji bo meşê berdewam in.
Jinên TJA’yî di çarçoveya amadekariyên meşê de li navçeyên Sûr, Peyas û Bajarê Nû li bazarên gel geriyan û belavok belav kirin. Jinan, banga tevlibûnê li esnafan kirin.