ŞIRNEX - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan li Şirnexê di çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî û got: “Divê polîtîkaya li girtîgehan biguhere û deriyên girtîgehan bên vekirin.”
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê ji bo balê bikişîn ser rewşa girtiyên nexweş, li Kolana Hunerê ya Şirnexê daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Azadiya girtiyên nexweş parastina jiyanê û avakirina aştiyê ye” hate hilgirtin.
BANGA BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Parêzera OHD’î Dîlan Elçî got ku divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan û biryarên taloqkirina cezayê ji hêla saziyên serbixwe ve bên dayin. Dîlan Elçî, got ku divê ATK tekane otorîteya biryardayînê neb eû divê nêrînên saziyên bêalî esas bên girtin.
Dîlan Elçî, banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan ne tenê binpêkirineke mafên şexsî ye; li pêşiya pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê jî astengiyeke mezin e. Ji bo ev bang cihê xwe bigire, divê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bê rakirin û mercên birêz Ocalan bên başkirin ku ji bo aştiya civakî sûdewertir be. Ji bo rêya çareseriya aştiyane were vekirin û ji bo hemû welatî li ser bingeha hemwelatiya wekhev bijîn, di serî de girtîgeh divê di hemû saziyên dewletê de pêvajoyeka reformê dest pê bike.”
‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ DI PÊVAJOYÊ DE CIH BIGIRIN’
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî got: “Sepanên li girtîgehan, li pêşiya guherîna demokratîk astengî ne. Aştî çi ye? Parastina mafê jiyanê ye. Bi tenê sekinandina mirinan û operasyonên leşkerî re em nikarin mafê jiyanê biparêzin. Binpêkirinên li girtîgehan, mafê jiyanê ji holê radikin. Lewma jî heta girtiyên nexweş neyên berdan, heta biryarên lijneyan paşve neyên kişandin, heta pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî nebe, em nikarin qala aştî, demokrasî û wekheviyê û aştiya civakî bikin. Heke paradîgmayeke nû ava bibe, ji ewil divê polîtîkayên li girtîgehan biguherînin, deriyên girtîgehan bên vekirin û divê girtiyên siyasî jî di pêvajoyê de cih bigirin.”