NAVENDA NÛÇEAYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di navbera 29’ê Nîsanê - 4’ê Gulanê de dewleta tirk hezar û 987 caran êrişî qadên weke Zap, Avaşîn û Metînayê kir.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam bênavber in. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk ji 29’ê Nîsanê heta 4’ê Gulanê bi balafirên şer, drone û teqemeniyên qedexe gelek caran êrişî qadên Zap, Girê Amediyê, Girê Baharê û Xakûrkê kir. Hat ragihandin ku herêmên navborî di 6 nava rojan de hezar û 987 caran ji hewayî û bejahî ve hatin bombebaran û topbarankirin.