NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr ê herêmê Qubad Talabanî ji bo Sirri Sureya Onder peyama sersaxiyê weşandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani ji bo koça dawî ya Parlamenterê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisa Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder peyamek sersaxiyê weşand.
Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî tekez kir ku Sirri Sureyya Onder dostekî kevin yê gelê Kurde û diyar kir ku ew di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de xwedî nasnameyeke girîng ya têkoşer e. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku Onder di hewildanên xurtkirina hesta biratî û yekîtîyê di navbera gelên Kurd û Tirk de roleke çalak û pêşeng leyîstiye.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Ez sersaxiyê ji malbat û xizmên siyasetmedarê navdar yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder re dixwazim. Xwedê rehma xwe lê bike û cihê wî bike bihuşt. Ji bo hemû aliyan sebir û aştiyê dixwazim.”
'XWEDÎ ROLEKE PÊŞENG BÛ'
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji bo Sirri Sureyya Onder peyamek sersaxiyê weşand. Qubad Talebanî di peyama xwe de tekez kir ku Onder dostekî kevin yê gelê kurd bûye û diyar kir ku wî di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de têkoşîneke girîng daye.
Qubad Talebanî diyar kir ku Sirri Sureyya Onder di hewildanên xurtkirina biratî û yekîtîyê di navbera gelên kurd û tirk de roleke çalak û pêşeng leyîstiye û helwesta wî ya aştîxwaz û demokratîk bi rêzdarî bibîr anî.
Qubad Talebanî di peyama xwe de her wiha got ku mirina Onder ne tenê ji bo malbat û hezkiriyên wî, lê ji bo hemî gelê herêmê jî windahiyek mezine. Talebanî sersaxî ji malbat û hezkiriyên Onder re xwest.
Sirri Sureyya Onder piştî merasima ku dê 4’ê Gulanê roja Yekşemê li Stenbolê bê lidarxistin, dê li Goristana Zincirlikuyu were definkirin.