WAN - Ji Komeleya Piştevaniya Jinê ya Denîz Yildiziyê Nîlûfer Sayilan têkoşîna hevpar a ekolojî û femînîzmê nirxand û got: "Bêyî wekheviya zayendî, edaleta avhewayê ne pêkan e."
Komeleya Piştevaniya Jinê ya Denîz Yildizi di sala 2017’an de ji aliyê jinên femînîst ên kesk ve hat avakirin. Komeleya ku têkoşîna hevpar a ekolojî û femînîzmê armanc dike, li dijî zîhniyeta zayendperest û zilamsalar di hemû qadên jiyanê de xebatan dimeşîne.
Endama Komeleya Piştevaniya Jinê ya Denîz Yildizî Nîlûfer Sayilan xebatên komeleyê nirxandin û got: "Komeleya me ji bo berfirehkirina têkoşîna jinan hatiye avakirin. Em wekî jinên Kesk ên feminîst di komeleyê de xebatên xwe dimeşînin. Armanca me ya li komeleyê ew e ku li ser zemîna hevpar a ekolojî û femînîzmê bixebitin."
Nîlufer Sayilanê anî ziman ku armanca wan ew e ku bi krîzên avhewayê yên li welatê ku gelek caran erdhej lê çêdibin tevbigerin û got: "Em li ser karesatan û wekheviya zayendî atolyeyan li dar dixin. Her wiha em van atolyeyan bi jinên bi rêxistinkirî re li dar dixin û di atolyeyan de perwerdeyê didin gelek rêxistinên jinan."
TÊKOŞÎJA JI BO EKOLOJIYÊ Û JIN
Nîlûfer Sayilanê bal kişand ser girîngiya jinê ya di têkoşîna li dijî ekolojiyê de û wiha dewam kir: “Jin krîza avhewayê pir hîs dikin û baş dizanin ku ev yek bandoreke çawa li wan dike. Ji ber vê yekê herî zêde jin bi bandor dibin. Di warê gihandina xurekan de jin vê yekê dibînin: Her tim xurekên herî baş û organîk hildibijêre, lewma jin bi xetereya xurekan re rû bi rû ne. An jî li gundan ji zevî û baxçeyên ku bi xwe diçînin sûdê digirin. Jin her tim bi ax, cîhan û xwezayê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê ew krîza avhewayê pir hîs dikin. Di ekolojiyê de jin her tim kirde ye û li pêş e."
Nîlufer Sayilan destnîşan kir ku hêza jinê di rêveberiya bajarî û ekolojiyê de diyarker e û got: "Jin kirdeya herî mezin e. Jin herî zêde bandor û zerarê dibînin. Dema em li hemû rêxistinên hawirdorê yên li welêt dinêrin, li her cihê ku kanên madenan lê tên çêkirin, bi taybetî di mijara Çiyayê Kazê de, li Colemêrgê, li Akbelenê, her tim jin li pêş bûn û têdikoşiyan. Biryarkerên van polîtîkayên tunekirinê jî her tim mêr in. Ji ber vê yekê girîng e ku jin di nav mekanîzmayên biryardayînê de cih bigirin. Bêyî wekheviya zayendî, edaleta avhewayê ne pêkan e."
MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan