* Şaredarê AKP'î yê Elkê yê berê Habîp Aşan, otêla ku ji sedî 75 bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê çêkiribû, bi 90 milyon TL'yî firot midûriyeta perwerdehiyê.
* Ji Komeleya Piştevaniya Jinê ya Denîz Yildiziyê Nîlûfer Sayilan têkoşîna hevpar a ekolojî û femînîzmê nirxand û got: "Bêyî wekheviya zayendî, edaleta avhewayê ne pêkan e."
* Îhsan Acar ê ku 31 sal in ji bo aqûbeta bavê xwe yê li ber çavên wî hat binçavkirin û piştre hat windakirin têdikoşe, ji bo banga Abdullah Ocalan bê bersivandin û aştiyeke mayînde banga "hevrûbûnê" kir.
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)