NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî dewleta tirk di nava 3 rojan de hezar û 76 caran êriş kiriye.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên Zap, Avaşîn, Metîna û Garê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk 3 caran bi teqemeniyên qedexe, 5 caran bi balafirên şer û hezar û 76 caran bi çekên giran, top û obûsan êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de hûrgiliyên êrişên di navbera 28’ê Nîsanê û 1’ê Gulanê de hatine kirin û bersivên di çarçoveya xweparastinê de hatine dayin jî hatin ragihandin.