Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan

  • rojane
  • 15:55 18 Çile 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de yên ji bo girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, doza berdana Alî Osman Kose û Hadî Elçîçek hat kirin. 

Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş de yên li Stenbol û Enqereyê hatin lidarxistin, îşaret bi rewşa girtiyên nexweş hat kirin û ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin doza berdana wan hat kirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, di hefteya 669'an de li ber avahiya komeleyê kom bû. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Alî Osman Kose (67) ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Tekîrdagê tê girtin hat sekinandin. Di daxuyaniyê de pankartên “Dermankirin maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û dirûşmeyên "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.
 
Parêzvanê mafên mirovan Turker Demîrcî ku daxuyaniyê xwend, diyar kir ku girtiyê bi navê Alî Osman Kose tevî ku gelek nexweşînên wî hene jî bi awayekî "ne hiqûqî" li girtîgehê tê girtin û nexweşiyên Kose rêz kirin. Demîrcî got: “Alî Osman Kose yê 67 salî ku 40 sal in di girtîgehê de ye; nexweşîna pençeşêrê û hipertansiyon pê re heye û li gel vê guhên wî baş nabihîzin, ji ser hişê xwe diçe, nikare baş baixive û bi zorê dimeşe. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike." 
 
Demîrcî ku îfadeya parêzer Doga Încesûyê ya ku çûbû serdana Kose ragihand wiha got: “Muwekîlê min Kose bi kursiya bi teker anîne cihê hevdîtinê. Wî diyar kir ku her tim gêja wî diçe û nikare li ser pêyan bisekine û hema bêje guhên wî baş nabihîsin. Diyar kir ku ne ji hevalên wî yê hucreyê be wê nikaribe bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike."
 
Demîrcî destnîşan kir ku divê dengê girtiyên nexweş bê bihîstin. 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 541'ê de ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li Kolana Sakaryayê kom bû. Di daxuyaniyê de pankarta "Mafê dermankirinê nayê astengkirin, ji girtiyên nexweş re azadî" hat vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Hadî Elçîçek ê li Girtîhgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê girtin hat sekinandin.
 
Endama ÎHD'ê Kezban Kalinê der barê girtiyê nexweş Hadî Elçîçek de ev tişt gotin: "Hadî Elçîçek di 16'ê Sibata 1999'an de hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hat darizandin û cezayê muebbetê yê girankirî lê hat birin. Paşê biryara binpêkirina darizandina adil at dayîn û piştî vê biryarê Elçîçek di 9'ê Kanûna 2021'ê de ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan û darizandin jinûve dest pê kir. Piştî hat berdan li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê hat dermankirin û nexweşxaneyê ji sedî 86 rapora astengdariyê da wî." 
 
Kezban Kalinê diyar kir ku Elçîçek bi nexweşîna pençeşêrê û nexweşîna dil ketiye û got: "Ji ber vê kemoterapî dibû. Tim diçû nexweşxaneyê. Berî bê berdan jî di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de bû."
 
Kezban Kalinê diyar kir ku piştî dosye çû Dadgeha Bilind û dadgehê dosyeyê erê kir, Elçîçek di 7'ê Çileya 2025'an de ji nava nivînan hatiye derxistin û ew birine Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê. Kezban Kalinê da zanîn ku divê Elçîçek ji ber nexweşîna xwe di şertên hijyenik de bijî, lê belê şert û mercên girtîgehê ji bo wî ne guncan in. 
 
Kezban Kalinê bilêv kir ku Elçîçek nikare bi tena serê xwe bijî û xwest demildest bê berdan. 
 

Sernavên din

21/01/2025
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'