Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn

  • rojane
  • 09:43 10 Çile 2025
  • |
img
İSTANBUL - Parêzer Ercan Kanar diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û got: "Bi sererastkirina mewzûata qanûnî re, wekî Nelson Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev û guncan bên afirandin."
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, didome. Peyama Abdullah Ocalan a di hevdîtina 28’ê Kanûnê ya bi Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê re ku 7 xalan pêk tê û veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê dihewîne, bi raya giştî re hat parvekirin.
 
Ji parêzerên ewil ên Abdullah Ocalan Ercan Kanar jî mijarê nirxand û diyar kir ku ji bo muzakereyên li Îmraliyê bi awayekî baş bimeşin divê beriya her tiştî tecrîd bê rakirin. Kanar got: "Divê di qanûnê de sererastkirinên qanûnî bên kirin û wekî Nelson Mandela ji bo Abdullah Ocalan jî şert û merc bên afirandin û piştre serbest bê berdan."
 
LI DIJÎ PÎVANÊN MANDELA NE
 
Kanar bi bîr xist ku Bahçelî bi daxuyaniyên xwe polîtîkaya tecrîdê qebûl kiriye û Erdogan jî piştgirî daye van daxuyaniyan. Kanar destnîşan kir ku desthilat ku li ser pirsên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê îdîa kir ku tecrîdeke bi vî rengî tune ye, di vî warî de xwe derewandiye. Kanar diyar kir ku divê tecrîda bê şert û merc bê rakirin û mafê serbestberdana bi şert bê dayîn û got ku şert û mercên giran ên tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî Pîvanên Mandela ne. Kanar got: “Mandela, ji ber ku li girtîgehê li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin da, navê wî lê hat kirin. Her wiha divê di girtîgeheke nêzî mala malbata xwe de bê girtin. Ji xeynî vê, divê ew karibe hemî weşanên qanûnî bixwîne. Cezayê dîsîplînê yê herî giran be jî, hevdîtina malbat û parêzeran nayê astengkirin. Piştî ku ev yek pêk hat em dikarin behsa aştî û çareseriyeke rasteqîn bikin."
 
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Kanar anî ziman ku piştî banga Bahçelî ya der barê Abdullah Ocalan de hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya bi Abdullah Ocalan re girîng e û got: “Ez dixwazim bibêjim ku bêyî ku niyetên bên pirsîn hevdîtinên hatine kirin girîng in. Lê ez dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim; dewlet xwedî projeyeke zelal nîne. Ger çareserî û hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, divê beriya her tiştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Şertê duyemîn jî ew e ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin. Di lihevkirineke ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî neyê qebûlkirin de çareseriyeke rast nîne. Ji aliyekî ve berdewamkirina tayinkirina qeyûman şaredariyên û berdewamkirina operasyonan nîşan dide ku desthilat ne samîmî ye. Ez bawer nakim ku desthilat di çareseriyeke rasteqîn de samîmî be." 
 
Kanar got: "tenê hevdîtina heyeta DEM Partiyê têr nake. Wekî pêvajoya Mandela, divê parêzer û malbat jî karibin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Ji bo vê jî divê Abdullah Ocalan têxin hepsa malê. Her wiha divê cezayê hetahetayê bê xerakirin. Paşê divê qanûnek bê çêkirin û di serî de Abdullah Ocalan û bi giştî hemû girtiyên siyasî bên berdan." 
 
Kanar destnîşan kir ku divê hemû baro di vî warî de tevbigerin û bêhiqûqîtiya bi tecrîdê tê kirin bînin ziman û got: "Saziyên mafên mirovan jî divê bi dengekî bilind tecrîdê bînin ziman." 
 
Kanar anî ziman ku ji bo hevdîtin baş bên kirin teqez divê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got ku her wiha divê DEM Partî ji bo vê serdana baroyan bike. 
 
Kanar destnîşan kir ku çareserkirina meseleya kurd ne hêsan e û ji bo vê jî divê saziyên demokratîk, rêxistinên maf û hiqûqê û sendîka bi berpirsiyarî tevbigerin û got ku ji bo rakirina tecrîdê divê hemû sazî têkevin nava hewldanan. 
 
MA / Esra Solîn Dal

Sernavên din

13/01/2025
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:44 Fransayê ji bo HSD’ê got: Em di ferqa deynê xwe yê ji bo şervanên azadiyê de ne
08:42 Li Hatayê erdhej çêbû
07:52 Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin, şaredarî di dorpêçê de ye
09/01/2025
16:59 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiyê li her derê ye