Rêxistinên çapemeniyê: Hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e

  • rojane
  • 10:15 21 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Serokê Karên Çapemeniyê yê DÎSK'ê Turgut Dedeoglû diyar kir ku qetilkirina rojnamevan sûcê li dijî mirovahiyê ye. Serokê Haber-Sen'ê Mesût Balcan jî diyar kir ku qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e û got ku armanc bêdengkirina rastiyan e. 

Rojnamevan Nazım Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, 18’ê Kanûnê saet di 15.20’an de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de ji aliyê pêgerên hewayî yên bêmirov ve hatin hedefgirtin û qetilkirin. Ajokarê wesayîta rojnamevanan Ezîz Hec Bozan ji birîndar bû. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji 8'ê Kanûnê ve geşedanên li Bendava Tişrîn û Pira Qerekozak dişopandin.
 
Bertekên li hemberî qetilkirina rojnamevanan ji aliyê saziyên pîşeyî û bi taybet çapemeniya kurd ve dewam dikin. Serokê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî, Ragihandin û Poste (Haber-Sen) Mesut Balcan û Serokê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Weşanê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basîn Îş) Turgut Dedeoglû têkildarî êrişên li ser rojnamevanan axivîn.
 
‘ROJNAMEVANÊN MUXALIF JI BO REJÎMAN TEHDÎD IN'
 
 
Serokê DÎSK Basin Îşê Turgut Dedeoglû diyar kir ku êrişên rejîma otorîter û desthilatên çewisîner li dijî rojnamevanan binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e û got: "Armanca êrişan bêdengkirina dengên muxalefetê ye." Dedeoglû anî ziman ku bi vî rengî hewl tê dayin ku civak bê kontrolkirin û wiha got: “Armanckirina rojnamevanan ku li ser gendelî, binpêkirinên mafên mirovan an jî xeletiyên siyasî radigihînin û kuştina rojnamevanên bi nêrînên dijber armanc dike ku pêşî li nûçeyên li qada navneteweyî îmajeke xirab çêdikin bê girtin bi xwe ye. Bêdengkirina rojnamevanan xetereyeke cidî ye li ser azadiya çapemeniyê li seranserê cîhanê û nîşana lawazbûna nirxên demokratîk e."
 
‘SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'
 
Dedeoglû diyar kir ku qanûn û mekanîzmayên navneteweyî yên ku rojnamevanan diparêzin armanca wan garantîkirina azadiya çapemeniyê, piştgirîkirina azadiya ramanê û pêşîgirtina li tundiya li dijî rojnamevanan e û got: "Lê belê em dibînin ku qanûnên navneteweyî jî nikarin rojnameanan ku peywira xwe dikin biparêzin. Me di 19'ê Kanûna 2024'an de mînaka vê yekê dît. Xebatkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê tu şert û mercên sînordarkirinê nîn e. Yên berpirsyar rojekê dê hesab bidin. Em rojnamevan, em ê her tim van sûc û sûcdaran bişopînin."
 
ARMANC BÊDENGKIRINA RASTIYAN E
 
 
Serokê Haber-Senê Mesût Balcan jî diyar kir ku qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e. Balcan bal kişand ku rojnamevan ji ber ku rastiyê ji raya giştî re radigihînin hedef tên girtin û got: “Sîstema kapîtalîst ji bo ku zilma ku dike negihêje civakê, pir hewl dide. Di rastiyê de di qadên şer de hêzên hegemonîk û mêtinger rojnamevanan dikin hedefa yekemîn. Di vê heyamê de ku dezenformasyon di lûtkeyê de ye, erkên rojnamevanan pir girîng in. Di rastiyê de Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û hevalên wan van erkan pêk dianîn.  Çapemeniya Azad bi binçavkirin, girtin û wekî îro jî bi kuştinê dike hedef. Em dikarin şerê rasteqîn niha wekî pevçûna hêzên modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst bibînin. Bi taybetî em dikarin wê wekî qada têkoşînê ya di navbera kesên ku li gorî modernîteya demokratîk xebatên çapemenî, weşan û ragihandinê dimeşînin û yên li gorî modernîteya kapîtalîst xebatên çapemenî, weşan û ragihandinê dimeşînin de bibînin." 
 
Balcan destnîşan kir ku bi kuştina rojnamevanan dê ser rastiyan neyê girtin û got ku wê tu kes nikaribe Çapemeniya Azad bêdeng bike. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

26/12/2024
15:35 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 14’an de ye: Em dilê Rojava ne
15:29 Bavê Rojîn Kabaîşê: Çima tu kes napirse, ew qetil kirin
15:20 Xebatkarê Yenî Yaşamê Akoren hate berdan
15:19 Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin
14:52 Mehmet Ocalan li ser sînorê Kobanê axivî: Em ê xwedî li jiyana li Rojava derkevin
14:50 Amediyan henekên xwe bi mûçeyê kêmtirîn kirin: Pir zêde kirine!
14:38 AYM’ê serlêdana girtiyê li Îmraliyê ya ji bo ‘mafê telefonê’ red kir
14:19 Dadgehê ji ap Guran re got: Heke te bigota niha ev nîqaş nedihat kirin
13:24 Rojnamegerên jin ên girtî: Em ê mîrateya Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bidomînin
13:11 Ji bo doza bi xetereya demborînê re rû bi rû ye banga tevlibûnê kir
12:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya li Sûriyeyê daxuyanî da
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ceza hate dayin
11:12 Girtî Kaya binpêkirinên li girtîgehê vegot: Piştî hevdîtinê nizanim dê çi bi serê min bê
10:59 Serokê PEN a Navneteweyî: Dixwazin çapemenî bibe dengê serdestan
10:52 Jin li edliyeyê ne: Em ê dozên Narîn û Rojînê bişopînin
10:39 Hunermendan bang kir: Em xwedî li Rojava derkevin
10:22 ‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’
10:00 Zêbarî: Gefa li ser Rojava dê bandorê li her çar parçeyan bike
Berwarî: Tekane çareserî ew e ku Tirkiye ji herêmê derkeve
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne