Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin

img

ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Îzmîrê de axivî û got ku dê xwedîderketina wan a li deklarasyona Newroza 2013’an a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bidome. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî wiha got: “Bila dost û dijmin her kes baş bizane ku dê ev Newroz bibe Newroza azadiya birêz Ocalan.” 

Bi hezaran kesên herikîn Qada Gundogdu ya Îzmîrê Newrozê pîroz dikin. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de li pêşiya noqteyên lêgerînê kom bûn, di saetên ber bi nîvro de ji noqteyên Qada Cumhuriyetê û Qada Alsancakê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, jiyan, azadî" daketin qadê. Bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û welatiyan bi cil û bergên kurdî rê li ber dîmenên rengîn vekir. 
 
Girseyê bênavber tililî avêtin, dirûşm berz kirin û govend gerandin. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
RUHÊ ZEKIYE Û RAHŞANÊ LI GUNDOGUYÊ YE
 
Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê yê Îzmîrê Hacay Yilmaz Cejna Newrozê pîroz kir. Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Rezan Karabulut û Mehmet Kuruş jî diyar kirin ku ew Newrozê bi ruhê Rahşan Demîrel û Zekiye Alkan li Qada Gundogduyê pîroz dikin. Hevserokan gotin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ew ê agirê Newrozê geştir bikin. 
 
DAYIKAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXISTIN
 
Di pîrozbahiyê de li ser navê dayikên tev li çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, Peyrûze Kurt axivî û wiha got: “Heta deriyên zindanan tên vekirin em ê dev ji vê têkoşînê bernedin. Newroz li hemû gelan pîroz be.” 
 
Piştre jî dayikên di Nobeta Edaletê de tevî keça Mûsa Anter Rahşan Anter û xwişka Zekiya Alkan, Meziyet Çaglar agirê Newrozê vêxistin. 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD LI ENQERE Û ÎMRALIYÊ YE 
 
Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Îzmîrê Akin Bîrdal û Turkan Aslan Agaç derketin ser dikê. Bîrdal, got ku agirê Newrozê rêya wan ronî dike. Bîrdal, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd li Îmrali û Enqereyê ye. Agaç jî diyar kir ku îroj roja serhildanê ye û bang li her kesî kir ku di 31’ê Adarê de piştgiriyê bidin partiya wan. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên cihî yên 31’ê Adarê û anî ziman ku dê têkoşîna ji bo avakirina rejîmeke demokratîk bidomînin. 
 
ÇÎÇEK: DÊ EV NEWROZ BIBE NEWROZA AZADIYA BIRÊZ OCALAN 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî di axaftîna xwe de bal kişand ser pirsgirêkên welêt û ev tişt anî ziman: “Yên ku van pirsgirêkên qedîm çareser nekin dê rûyê rehetiyê nebînin. Tekane kesek heye ku van pirsgirêkan çareser bike ku ew jî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Oaclan e. Ev 25 sal in di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û ev 3 sal in em tu agahiyan jê nagirin. Nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzikatiya li dijî gelê kurd e. Bila dost û dijmin her kes baş bizane ku ev Newroz dê bibe Newroza azadiya birêz Ocalan. Dem dema azadiyê ye. Heta ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe jî dê berxwedana me bidome.” 
 
Axaftina Çîçek gelek caran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qutkirin. Çîçek peyama Abdullah Ocalan a di Newrozên berê de xwend. 
 
Aktîvîsta TJA’yê Emîne Bozdag jî got ku ew bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li qadên Newrozê ne û ev tişt anî ziman: “Ez têkoşîna jinên kurd ku ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî silav dikim. Em ê alaya Sakîne, Roza, Rahşan, û Zekiyeyan hêj bêhtir bilind bikin. Bijî jinên azad, bijî berxwedana jinên kurd.” 
 
UÇAR: EM XWEDÎ LI DEKLARASYONA 2013’AN DERDIKEVIN
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Newroza îro bersiva 31’ê Adarê ye.” Bi domdarî Uçar Newroza îsal weke Newroza azadiyê pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê xwedîderketina me ya li deklarasyona Newroza 2013’an a birêz Ocalan bidoıme. Ji vê Newrozê ve em ê Îzmîrê bikin sembola azadî, xwişk-biratî û aştiyê.” Her wiha Uçar bal kişand ser jinên hatine qetilkirin û got ku ew li dijî îktîdarên êrişkar bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin. 
 
Di pîrozbahiya Newrozê de piştre jî hunermend Diljen Ronî, Koma Agirê Zerdeşt û Sorjiyan derketin ser dikê. 
 

Sernavên din

21/03/2024
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan