ANTALYA - Endamê Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê Erol Koçer, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin, ne li gorî ruhê pêvajoyê ne û got: “Lêbelê, girtîgeh ezmûna jidilbûna pêvajoyê ne.”
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rû didin, roj bi roj zêde dibin. Endamê Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Antalyayê Erol Koçer, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand.
Koçer, bi taybetî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê û diyar kir ku ew bi awayekî rûtîn serdana girtîgehê dikin. Koçer anî ziman ku ew bi girtiyan re hevdîtinan dikin û raporan amade dikin û ev tişt got: “Em serî li rayedarên berpirsyar didin. Çarçoveyeke giştî ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan heye. Gelek girtî vê yekê tînin ziman; ku ew ji gelek mafan mehrûm in, di şert û mercên tecrîdê de dijîn, di odeyên yekkesî de dimînin, di peywendiya bi kesên din re zehmetiyê dikişînin, nikarin tevlî çalakiyên civakî bibin, derfetên ragihandinê ya bi derve re pir sînordar in, name jî di demên pir dirêj de tên û diçin, nameyên di navbera odeyên hundirên girtîgehê de jî sê çar mehan dajo, dirêjkirina înfazê heye, girtiyên nexweş jî heman pirsgirêkan dijîn, derfetên wan ên gihîştina tedawiyê kêm in, sewqkirina nexweşxaneyê pir zehmet e, îdare di mijara sewqkirinê de dereng tevdigere, randevû pir dereng tên wergirtin û nikarin tedawiyê bibînin. Li gorî daneyên di destê me de, li girtîgehên Antalyayê nêzîkî 85 girtiyên nexweş hene. Li Burdur û Antalyayê, tevî ku înfaza 5-6 kesan temam bûye jî, tehliyekirina wan hatiye astengkirin. Em dibînin ku ew dirêjkirinên bi vî rengî ji ber ku 'têkiliyên wan ên bi rêxistinê re neqediyane' tên kirin."
GIRTÎGEH EZMÛNA JIDILBÛNÊ NE
Koçer destnîşan kir ku rexmê pêvajoyê jî li girtîgehan tu başbûn çênebûye û wiha pê de çû: “Pirsgirêka girtîgehan ezmûna jidilbûnê ye. Îdîayên îşkenceyê yên li girtîgehan, astengiya tehliyeyên girtiyên nexweş, sirgûnên girtiyan li cihên dûrî malbatên wan, encama polîtîkayeke bi zanebûn e. Em dibînin ku girtiyên li Kurdistanê sewqî girtîgehên li Tirkiyeyê tên kirin. Sedema polîtîkaya li vir jî ev e: Kûrkirina şert û mercên tecrîdê, sînordarkirina peywendiya girtiyan bi malbatên wan re. Ji bo malbatek ji Colemêrgê rabe biçe Edîrneyê, barê aboriyê gelekî giran e. Gelek malbat xwedî hêzeke wisa ya aboriyê nînin ku vê bikin. Bi sewqkirina girtiyên Kurdistanê bo girtîgehên li Rojava, tecrîdê hîn zêdetir kûr dikin.”
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ’
Koçer anî ziman ku sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê tê depandin, bandora xwe li girtîgehan dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zêdebûna odeyên yekkesî li girtîgehên ku em jê re dibêjin 'tîpa bîrê', ragirtina girtiyan bi tenê di odeyan de, di esasê xwe de îzolasyona civakî jî tîne. Berê dema girtî di girtîgehan de bi hev re diman, dikaribûn peywendiya civakî zêdetir deynin û rêxistinkirî bin. Dewlet êdî vê jî naxwaze. Bi temamî di şert û mercên tecrîdê de, bi çêkirina zexta psîkolojîk li ser mirovan, bi tenêhiştina wan, rêbazek ji bo şikandina îradeyê destnîşan kiriye. Yek ji armancên bingehîn ên înfazê, vegerandina wan a nû ya li civakê ye, lê polîtîkaya dewletê qet eleqeya wê bi vê nîne. Armanca li vir, bi temamî şikandina îradeya girtiyan, tenêhiştina wan û rêgirtina li ber tevgera rêxistinkirî ye."
MA / Mehmet Guleş
