Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes li navçeyên Agirî û Rihayê herikîn qada Newrozê. Li qadên Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo" olan dide. 
 
 
Li gelek cihan pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Li gel navendên bajaran, îro li gelek navçeyan jî pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Yek ji van navçeyan jî Pirsûsa Rihayê ku li ser sînorê bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kobanê ye. Bi hezaran kes herikîn qada Newrozê ya li Parka Barişê. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi flamayên kesk, sor û zer û alayên DEM Partiyê hate xemilandin. Pîrozbahî, bi gerandina govendê didome. Herikîna ber bi qadê ve didome. 
 
XELFETÎ
 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî li Parka 4 Nîsanê tê lidarxistin. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kes bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê û flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatiye xemilandin û welatiyên herikîne qadê govendê digerînin. Parlamenter û namzetên hevşaredariyê jî tev li pîrozbahiyê bûn. Tevlibûneke xurt a ciwan û jinan heye. Di pîrozbahiyê de dovîzên “Em ji bo Newrozê bi agirê serhildana ciwanan vêxin hatin” û “Dibêjî qey hêviya azadiyê ya gelekî ye” hatin hilgirtin. Coşa Newrozê bi gerandina govendê didome. 
 
SÊWEREG
 
 
Yek ji navendên din ên pîrozbahiyên Newrozê ya li Rihayê jî navçeya Sêweregê ye. Pîrozbahî, bi tevlibûna sedan kesan dest pê kir. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiya li Perşembe Pazariyê bûn, gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
BI HEZARAN KES HERIKÎN NEWROZA GIYADÎNÊ
 
 
Pîrozbahiya Newroza navçeya Giyadîn a Agiriyê jî li qada otogara navçeyê hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qada Newrozê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin û welatiyên ku berê xwe didin qada Newrozê bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" berz dikin. Parlamenterên DEM Partiyê Necla Demîr û Heval Bozdag tev li pîrozbahiyê bûn. 
 
Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr axivî. Demîr, got ku meha adarê ji bo gelê kurd girîng e û wiha domand: “Di demeke ku em hêj êşa Komkujiya Helebçeyê dijîn de, li hêla din em Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Newroz tê wateya destpêkeke nû. Bi hezaran sala ye di çanda kurdan de tê jiyîn. Gelê kurd tu caran li hemberî Dehaqan serî netewand. Bi pêşengiya Kawayên me ev têkoşîn hate mezinkirin. Em silavên xwe ji kesên îro têkoşîna Kawayan mezin dikin re dişînin. Hemû kes baş dizane ku ev gel gelekî welatparêz e û ji bo azadiya xwe têdikoşe. Em ê di 31’ê Adarê de vê yekê baş nîşan bidin. Ev xak xaka me ye û em bi xwe dê birêve bibin.” 
 
Parlamenter Heval Bozdag jî got; “Newroz navê têkoşîna kurdan e” û ev tişt anî ziman: “Newroz mînaka zindî ya herî şênber a dîroka têkoşînê ye. Li welêt zîhniyetek heye ku hewl dide rê li ber têkoşîna gelê kurd bigire. Em ê têbikoşin û teqez azad bibin.” Bi domdarî Bozdag bal kişand ser hilbijartinê û wiha pê de çû: “Giyadîn xaka gelê kurd e û em ê bi ser kevin. Ne tenê li Giyadînê, me li her derê xebatên hilbijartinê meşandin. Em ê di 31’ê Adarê de bi hev re bi ser kevin.” 
 
Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Pîrozbahî bi stranên hunermend Bengîn berdewam kir. 
 

Sernavên din

21/03/2024
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan