Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Azîz Koyluoglû hevdîtinên zêde yên Tirkiyeyê yên li Iraqê nirxand û wiha got: “Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, Iraqê rê da êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û Iraqê.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Di mehên dawî de hevdîtinên di navbera Hewlêr-Bexda-Enqereyê de zêde bûn. Tê gotin ku Tirkiye di nava amadekariyên êrişeke berfireh de ye. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneyê ya dawî ya di 4’ê adarê de gotibû: “Em ê meseleya têkildarî sînorê me yê bi Iraqê re êdî çareser bikin.” 
 
HEVDÎTINÊN ZÊDE YÊN DAWÎ
 
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Neteweyî Yaşar Guler û Mistaşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji bo hevdîtinên bi rayedarên Iraqê re çûn Bexdayê. Piştî hevdîtinan danezaneke hevpar hate weşandin. Di danezanê de hat îdiakirin ku PKK li ser ewlehiya Tirkiye û Iraqê xetere ye û hat gotin ku her du alî ji bo tevdîran guftûgo kirine. 
 
Rojnameger Azîz Koyluoglû tekildarî hevdîtinên dawî yên Tirkiye-Iraqê axivî û got ku Iraq hewl dide êrişên Tirkiyeyê rewa bike. 
 
‘DIJBERTIYA KURDAN’
 
Koyluoglû, anî ziman ku Tirkiye hewl dide Iraqê li ser dijbertiya kurdan qaneh bike û wiha got: “Di navbera her du aliyan de ev demekî dirêj e trafîkeke dîplomatîk heye. Di demên dawî de zêdetir bûn. Her wiha bi rayedarên PDK’ê re jî hevdîtin kirin. Tirkiye qala ‘ewlehiyê’ dike anku di esasê xwe de qala kurdan dike. Tirkiye li Rojhilata Navîn û cîhanê polîtîkaya dijkurd dimeşîne. Ev polîtîka jî bû danezaneke hevpar. Di vê danezanê de hinek mijar derdikevin pêş. Yek ji van aborî ye. Tirkiyeyê hewl da li ser aboriyê Iraqê di mijara dijbertiya kurdan de qaneh bike. Ya balkêş jî ew e ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûat Huseyîn ku kurd e serokatiya vê civînê kir. Bi vê danezanê re êdî ji niha ve PKK di nava rêxistinên qedexe de ye. PKK li Iraqê rêxistineke qanûnû nebû û di demên berê de jî partiyeke qanûnî nebû. Xebatên wê li hundirê Iraqê de jî nînin. Anku rewşa heyî tenê hate ragihandin. Lê di heman demê de ev têgeh, rê li ber rewakirina dagirkirina Iraqê jî vedike. Lê nizanim rayedarên Iraqî ev çiqas fêm kirine. Lê ev ji bo rewakirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li Başûr û Iraqê ye.” 
 
'IRAQÊ RÊ DA ÊRIŞAN’ 
 
Bi domdarî Koyluoglû anî ziman ku bi danezana hatiye parvekirin re Iraqê hinek raye jî radestî Tirkiyeyê kiriye û wiha dom kir: “Mirov dikare bibêje ku bi vê danezanê re Tirkiye êdî dikare li her derê êrişan bike û êrişên xwe bispêre vê danezanê. Sedam Hisên demekê bi Tirkiyeyê re peymanek îmze kir û her du dewlet dikarin bi qasî 5 km’an di nava sînorên hev de li dijî dijberên xwe operasyonan li dar bixin. Tirkiye hêj jî di vê çarçoveyê de êrişî Başûr dike. Bi peymana nû re Tirkiye dikare hêj bêhtir bikeve nava sînorê Iraqê. Anku dê dagirkeriya xwe berfirehtir bike û êrişan zêdetir bike. Anku heke Tirkiye heta deşta Mûsilê biçe û Iraq bertekê nîşan bide, dê Tirkiye bibêje; ‘we jî PKK girtiye nav lîsteya rêxistinên qedexe û ez êrişî PKK’ê dikim.’ Dê hemû bertekên Iraqê jî vala derkevin. Bi zanebûn an jî ne bi zanebûn Iraqê rê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên di kûrahiya Iraqê de vekir.” 
 
'IRAQÊ BERTEKEKE ZELAL NÎŞANÎ ÊRIŞAN NEDA’
 
Di berdewamê de Koyluoglû got ku Iraqê heta niha li dijî êrişan seknekî zelal nîşan nedaye û wiha pê de çû: “Tenê ji ber êrişa li dijî Perex a Zaxoyê ku 9 hemwelatî hatin kuştin bertek nîşan da ku ew jî ereb bûn lewma wisa kir. Û ji NY’yê xwest ku bi lezgînî bicive. Lê ji bo dagirkirina Başûr tu bertek nîşan neda. Di mijara avê de daxwazên wê ji Tirkiyeyê hene. Ji ber vê mijarê carnan bertek nîşan dida. Lê di pratîkê de tiştek nekir. Iraqê dagirkirina xaka xwe erê kir. Ne bawerim Iraq bi awayekî fiîlî bikeve nava plana dagirkeriyê. Nexwe dê bikeve pozîsyoneke ku piştgiriyê dide dagirkirina xaka xwe. Dê Iraq hevsengiyên heyî zêde xerab neke. Li gorî min Tirkiye jî dê nekare ji êrişên niha mezintir êrişan bike. Li dijî tevgera azadiyê ya kurd hemû argumanên xwe bi kar anî. Tiştekî di destê wê de nema. Tenê dikare erdnîgariya êrişan berfirehtir bike. Ev jî dê bêhtir zirarê bide wê. Ji ber ku erdnîgarî çiqas fireh bibe dê hîn bêhtir rastî êrişan jî bê. Anku dê tevgera azadiyê ya kurd bêhtir li ber xwe bide û firsenda çalakiyan zêdetir bibe. Her ku erdnîgarî belav dibe dê koordînekirina wê ji bo Tirkiyeyê zehmettir bibe. Dewleta tirk dikare çi bike? Di demên berê de bombeyên qedexekirî bi kar di anî û di tunelan de çekên kîmyewî bi kar tîna. Hger cureyên amûrên şer bi kar anî. Anku zêde tiştek di destê wê de nema ye. Berfirehkirina erdnîgariya şer dê bike ku bêhtir rastî êrişan bê.”
 
EWLEHIYA RÊYA PÊŞKETINÊ
 
Koyluoglû, da zanîn ku Iraqê polîtîkaya “ewlehiya rêya pêşketinê bi tesfiyekirina PKK’ê pêkan e” qebûl kiriye û ev nirxandin kir: “Sedema esasî ya qebûlkirina vê peymanê ya Iraqê, projeya rêya pêşketinê ya Iraqê ye. Ev rêya pêşketinê, duyemîn xeta stratejîk a Tirkiyeyê ye. Dê ji Kendava Basrayê dest pê bike, başûrê Kurdistan baypas bike û girêdayî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku ev rê, di heman demê de ji bo jiholêrakirina statûya Başûr e. Yek ji mezintirîn armancên wê ev e. Iraq piştgiriyê dide lê pêdiviya Tirkiyeyê hêj bêhtir pê heye. Ji Iraqê re gotiye ku ewlehiya vê rêyê tenê bi tunekirina PKK’ê dibe. Îxtîmaleke mezin armanca danezana dawî jî ev e. Her wiha dibe ku daxuyaniyên dawî bi di çarçoveya şerê psîkolojîk de jî hatibin kirin. Her kes dizane ku PKK ji bo Iraqê gef nîne. Artêşa Iraqê bi xwe jî di demên berê de gotiye. Di dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de heta deverên dûr ên Iraqê çû û li dijî DAIŞ’ê têkoşiya. Serokwezîr Haydar Ebadî wê demê spasiya PKK’ê kir. Lê Iraq niha dixwaze ji bo rêya pêşketinê û têkiliyên bazirganiyê bi Tirkiyeyê re hevsengiyekê ava bike û pê re lihev bike. Di vê çarçoveyê de dê komîteyên daîmî bên avakirin û rojane hevdîtinan bikin. Dibe ku carnan bên gel hev jî.” 
 
‘PDK XWE DIXAPÎNE’
 
Herî dawî jî rojnameger Koyluoglû ev tişt anî ziman: “Mimkin nîne Iraq li dijî PKK û kurdan bikeve nava şerekî. Lê dibe ku ji hêla îstîxbarî û hwd. piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Her wiha li dijî êrişên wê bêdeng be. Hatina Erdogan a Iraqê nîşan dide ku li ser hinek xalan li hev kirine. Ev jî nîşan dide ku bihareke germ li Başûr li benda me ye. Dibe ku hewl bide di kûrahiya Başûr de êrişan bike. Lê gelo vê carê dê tenê bi vê ve bisînor bimîne? Armanca Tirkiyeyê ew e ku tevahiya Başûr dagir bike. Dixwaze Mûsil û Kerkûkê îlhaq bike. Di pişt deriyên veşarî de van planan dike. Iraq ev demekî dirêj e dixwaze pergala federal ji holê rabe û pergaleke navendî ava bibe. Li ser krîzên li Başûr jî bi rêya Dadgeha Federal dest bi bisînorkirina destkeftiyên Başûr kiribû. Dibe ku Tirkiyeyê di piştperdeyê de teklîfeke wiha ji bo Iraqê kiribe. Ev peyman dê zirarekî mezin bide kurdan û kurd dê pir mezin winda bikin. Dê destkeftiyên Başûr ji holê rabin. Em dibînin ku PDK bi awayekî xurt piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Bi taybet jî Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Federe ya Kurdistanê Rêber Ehmed tev li civînê bûbû. Ew jî wiha difikirin; ‘Heke em bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe baş bikin dê destkeftiyên xwe yên li Iraqê biparêzin.’ Lê xwe dixapînin. Gefa herî mezin a li ser destkeftiyan, Tirkiye bi xwe ye.” 
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

21/03/2024
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere