Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin

img

QERS - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Guner Hatay û Mehmet Alkan diyar kirin ku Şaredariya Qaxizmanê ya 10 sal in ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin, tu xizmet nekiriye û gotin ku piştî hilbijartinê dê li navçeyê navê MHP'ê neyê bilêvkirin. 

Qaxizman yek ji wan deveran e ku encamên hilbijartina wê tê meraqkirin. Navçeya ku demekê şaredariya wê ji aliyê kevneşopiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatiye birêvebirin, 10 sal in şaredariya wê ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin. Şaredariya ku her tim bi gendelî û deynan di rojevê de ye, tu xizmeteke berçav nekiriye. Namzetên Hevşaredariyê yên Qaxizmanê yên DEM Partiyê Guner Hatay û Mehmet Alkan diyar kirin ku ew bi îdia ne ku Şaredariya Qaxizmanê bi dest bixin tev digerin û gotin: "Dê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin." 
 
Namzeta Hevşaredariyê Guner Hatayê jî diyar kir ku pergal tu carî naxwaze jin di siyaset û jiyanê de pêş bikevin û behsa projeyên xwe yên ji bo jinan kir. Hatayê got: “Ji bo jin nasname û hebûna xwe nas bikin projeyên me hene. Her wiha ji bo ziman, huner, çand û keda jinan zêdetir xuya bibe em ê kooperatîfeke jinan ava bikin. Ji ber ku li vir hilberîna zebze û fêkî zêde ye. Di vî warî de keda jinê gelek e, lê ev ked nayê dîtin. Em ê vê yekê diyar bikin. Em ê ji jinan re jî bazaran vekin da ku berhemên hildiberînin bifiroşin. Em ê di warê ziman û çandê de jî kursan vekin. Bi kurtasî em li cihekî ku bandora feodal û olî lê zêde ye dijîn. Jin bi temamî di nava malê de ne. Hûn dikarin jinê tenê dema ku tê nexweşxaneyê bibînin. Li her derê mêr hene û bûye bajarê mêran. Em ji bo şikandina vê ferasetê têdikoşin. Dema em van projeyan di dema xebatên hilbijartinê de ji bo jinan rave dikin, di jinan de kelecanekê çêdike û hêviya wan geş dibe. Bi van projeyên ku em ê pêk bînin, em ê vê feraseta feodal bişkînin û jinan têxin nava jiyanê."
 
'EV DIJMINÊ KURDISTANÊ NE'
 
Hatayê diyar kir ku gel ji pergala heyî gazinan dike û got: “Navçeyek ku nifûsa wê 25 hezar e, lê ji aliyê pêşketinê ve wekî gundekî ye. Dema em bi ser bikevin, em ê bi hev re li gorî daxwaz û pêdiviyên gel projeyên xwe pêk bînin. Çemê Arasê di nava bajêr re derbas dibe, lê ji ber kêmbûna avê hemû baxçeyên bajêr ziwa bûne. Mirov dikare vê avê ji bo bax û baxçeyan û ji bo xwedîkirina qazan bi kar bîne, lê bi tu awayî nayê bikaranîn. Ew dijminên Kurdistanê ne. Bi qasî ku ji destê wan tê difiroşin û tune dikin. Beriya her tiştî ger tiştek bê kirin divê bi raya giştî re bişêwirin. Ev erd dikare me hemûyan têr bike."
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Qaxizmanê yê DEM Partiyê Mehmet Alkan ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) di navbera salên 2009-2014'an de li navçeyê şaredarî kir. 
 
Alkan got: "Tevî ku ev 10 sal in şaredariyeke ji aliyê MHP'ê ve tê birêvebirin be jî, feraseta me ya 5 salan a şaredariyê û têkiliyên me yên bi gel re di bîra gel de ne."
 
Alkan anî ziman ku wan di sala 2009'an de bi 20 mîlyon deyn şaredariyê ji AKP'ê stendiye û got: "Dema em hatin şaredariyê wesayîtên şaredariyê tune bûn. Mînak, agirkuj, alavên avahîsaziyê û kamyon tune bûn. Wesayîtên ku niha şaredarî bi kar tîne, wesayîtên ku me wê demê kirî ne. Ji ber van deynan ancax piştî 2 salan me karibû karî karekî baştir bike. Me li cihên qenalîzasyon tune bû, qenalîzasyon çêkirin. Me kolan asfalt kirin û rê asfalt kirin. Pirsgirêkên avê hebûn, me ew çareser kir. Me Malên Piştgiriya Perwerdehiyê ji bo xwendekarên ku rewşa wan a aborî ne baş e vekirin. Bi gotineke din nêzîkatiya me ya xebata şaredariyê ya 5 salan hê jî di bîra gel de ye."
 
'EM Ê KOOPERATÎFAN AVA BIKIN'
 
Alkan îşaret bi wê yekê kir ku çavkaniya sereke ya aborî ya navçeyê çandinî û sewalkarî ye, lê ji ber lêçûnên zêde yên kelûpelan çandinî û sewalkarî wekî berê nayê kirin û wiha got: “Ji xeynî narenciyeyê hema bêje li navçeya me her cure fêkî û zebze şîn tên. Bi taybetî mişmiş, sêv şîn tên. Her wiha, sêva dirêj ku tenê li vir şîn tê, heye. Ji ber ku li vir depoya fêkiyan a sar tune ye, hilberîner fêkiyên xwe dibin cihekî dûr ê wekî Îdirê û di depoyê de diparêzin. Wê yek ji karên me yên yekem jî avakirina depoyek sar be.
 
Çavkaniyeke din a debarê mêşvanî ye, di vî warî de jî tu destek nayê kirin. Di vî warî de hem ji bo hilberînerên fêkî û sebzeyan û hem jî ji hilberînerên hingiv em ê kooperatîfan ava bikin. Ciwanên ku dixwazin bi van tiştan re mijûl bibin hene. Bi vî awayî em ê pêşî li koçberiya ciwanan bigirin."
  
'WÊ NAVÊ MHP'Ê JÎ NEYÊ BILÊVKIRIN'
 
Alkan anî ziman ku gel bêsebr li benda hilbijartinên 31'ê Adarê ye û wiha got: “Gel di wê baweriyê de ye ku em ê bi feraseta şaredarîvaniya gel re em ê van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê çavkaniyan li gorî pêdiviyên gel bi kar bînin. Herî dawî em vê dibêjin; Em ê bi gelê xwe re şaredariyê bi dest bixin û wê li vir navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin. DEM tê, MHP diçe ku bila biçe. MHP'ê zirareke mezin da gelê me û navçeya me 100 sal paşve bir."
 

Sernavên din

21/03/2024
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere