'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'

img

AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar ê têkildarî pîrsgirêka kurd de di konferansê de axivî, diyar kir ku heke vegerin ser fikra sereke ya nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe. 

Konferansa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi rûniştina duyemîn ya bi navê “Konferansa aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd” berdewam kir. Moderatoriya rûniştina “Li Rojhilata Navîn aştî û çareseriya pirsgirêka demokratîk ya kurd” Selahattîn Esmer kir. Doç. Dr. Arzu Yilmaz û Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Cengîz Çandar jî weke axaftvan beşdarî rûniştinê bûn. 
 
‘LI ROJHILATA NAVÎN BANDORA AKTORÊN JI DER VE’
 
Di rûniştinê de ewilî Yilmaz mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser netewe dewlet û nêrîna dewleta desthilatdar. Yilmaz da zanîn ku di navbera salên 1945-2008’an de şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn herî kêm bi tevlibûna du aktorên ji derve ve derket holê û ji 2008’an şûn ve jî li Rojhilata Navîn herî kêm 6 aktor bûne alîgir Yilmaz wiha got: “Li Rojhilata Navîn bi hejmara 200 milyon, di bin rêveberiya aktorên derve de dijîn.”
 
Yilmaz, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku karakterekî cuda yên hevdîtinên piştî 2009-2013’an derketin holê û hevdîtinên piştî 2019-2023’yan derketin holê hene û got: “Têkiliyên di navbera kurdan de ji lihevhatinê wêdetir rastî pêvajoyeke ku potansiyela şer gelekî zêde ye hat.” Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo pergala aştiyê bi kar bê divê tevahî aktorên kurdan bigire nava xwe.
 
‘GUHERÎNA PERGALÊ BI PIRSGIRÊKA KURD VE GIRÊDAYÎ YE’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî diyar kir ku pîştî pêvajoya çareseriyê di pirgirêka kurd de guherînên giring çêbûn. Çandar, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê guherîna herî giring, guherîna pergalê ye û wiha got: “Guherîna vê pergalê rast e rast girêdayî pirsgirêka kurdan hate guhertin.” 
 
Çandar bi bîr xist ku di 7’ê hezîrana 2015’an de HDP’ê 80 parlamenter bi dest xistin û AKP’ê ji ber ku bi piranî bidest nexistibû ji 24’ê tîrmeha 2015’an ve dest bi polîtîkayên şer kir û wiha domand: “Encama ku desthilatê ji 7’ê hezîrana 2015’an bi dest nexist, di 1’ê mijdarê de jê re hate dayîn. Piştî vê geşedanên weke ku em dizanin qewimîn. Di wê rê de pêvajoyên pir girin derket holê. AKP-MHP’ê bi hev re tifaq çêkir. Şertê tifaqa MHP’ê yê ewilî ‘bi dawîkirina pêvajoyê’ bû. Bi tûndî bi ser tevahî mûxalefetê, bi taybetî bi ser mûxalefeta kurdan de çûn. Di hilbijartinên 2018’an de Tirkiye weke destûra bingehîn derbasî pergala ku dişibe ya Pergala Eşîrtiyê ya Serokkomariyê bû. Ji wê rojê ve em di vana vê pergalê de ne. Ji 15 tîrmehê piştî 40'an operasyonên derveyî sînor li Suriyeyê çêbûn. Tirkiye piştî van operasyonan bû hêzek leşkerî û li wan deran bicîh bû. Guherîna rejîma Tirkiyeyê jî niha bi çareserkirina pirsgirêka kurdan ve girêdayî ye.” 
 
‘HEWCEYE EM VEGERIN SER FIKRÊN NAMEYA OCALAN’
 
Çandar di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku divê niha xeyalên vala neyên dîtin û anî ziman ku gotina “Bila tecrîd rabe û bi birêz Ocalan re dest bi muzakereyan bê kirin” tê gotin lê hawîrdoreke demokratîk hêj nehatiye avakirin. Çandar, nameya Rêberê PKK’ê Ocalan a di Newroza 2013’an de li Amedê hate xwendin weke “pir xurt” nirxand, diyar kir ku heke vegerin ser fikra sereke ya nameya Abdullah Ocalan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe. 
 
 
Beşa rûniştinê bi pirsîna pirs û bersivan bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

21/03/2024
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan