Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di 16’ê adarê de li Helebçe û Beyazitê û di 12’ê adarê de li taxa Gazî jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajaran bi çalakiyên cûr bi cûr hatin bibîranîn. 
 
Dîktatorê demê yê Iraqê Saddam Huseyîn di navbera salên 1986 û 1988’an de di encama Hereketa El-Enfalê de li Helebçeyê komkujî pêk anî û deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi rêxistinkirina Abdullah Çatli, komek faşîstan di 16’ê adara 1978’an li Zanîngeha Stenbolê 7 xwendekar dan kuştin û ev yek weke Komkujiya Beyazitê tê zanîn. Bi destê dewletê li dijî elewiyan di 12’ê adar 1995’an de ku 22 kes hatin qetilkirin û ev yek jî wek Komkujiya Gaziyê tê binavkirin. Kesên di her sê komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane li gelek bajaran bi tevlibûna partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk ên sivîl, sendîkayên kedkaran, parlamenter, Dayikên Aştiyê, namzetên hevşaredariyê û hwd. gelek kes tev li bîranînan bûn.  
 
ÎZMÎR  
 
Li Îzmîrê bi bangewaziya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê, (ANYAKAY-DER) li avahiyê DEM Partiyê yê Îzmîrê ji bo bîranîna komkujiya Helebçe û Beyazitê daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin. Hevseroka ANYAKAY-DER’ê Rahîme Turan, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn. 
 
Daxuyanî bi deqeyeke rêzgirtina ji bo qurbaniyên komkujiyan dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş axivî. Kuruş kesên hatine qetilkirin bi bîr anî û got ku ew ê feraseta komkujiyê ji bîr nekin. Endamê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê (Avesta) Ramazan Kaygisiz têkildarî bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane helbestek xwend. 
 
DAXUYANIYA KESKÊ
 
Platforma Şaxên KESK’ê têkidarî her sê komkujiyan daxuyaniyeke nivîskî da û kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. 
 
EDENE
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê bi munasebeta Komkujiya Helebçeyê li Parka Înonu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Helepçe nayê jibîrkirin” hate vekirin. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê û yên navçeyan, TJA, Dayikên Aştiyê, Rêveberên DBP, AYKAY-DER, AATUHAY-DER û ÎHD tev li daxuyaniyê bûn.  
 
Di daxuyaniyê de hevserokê DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr axivî û tevî bîranîna qurbaniyên komkujiyan, anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên qetlîam û çewisandinê heya dawiyê li ber xwe bidin. 
 
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku ew ê heya ku aştiyê bînin welat, dê têbikoşin. 
 
AMED 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Koşuyolû ya navçeya Rezan a Amedê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta “Helebçe naye ji bîrkirin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê Platformê Baver Babur xwend. Babur da zanîn ku komkujî şermezariyeke mezin a dîroka mirovahiyê ye û got: “Em dizanin ne tenê Saddam Huseyîn, dewletên li herêmê, Yekitiya Ewropayê, Amerîka, û hemû hêzên navneteweyî berpirsyar in. Divê baş bê zanîn ku heya pirsgirêka kurd bi riyên demoratîk neyê çareserkirin dê aştî û aramî neyê Rojhilata Navîn. Me Helebçeyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik jî diyar kir ku kurd rastî gelek zilman hatine û wiha axivî: “Tevî van tiştan kurd di siyaseta cîhanê de bûn aktoreke diyarker. Em pişta xwe nadin êş û nirxên xwe. Helepçe jî yek ji van e.” 
 
SÊRT 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Helebçeyê li ber der deriyê avahiya xwe daxuyaniyek dan. di daxuyaniyê de pankarta “Em Komkujiya Helepçe ji bîr nakin” hat vekirin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tergera Jinên Azad (TJA) û hevserokên navend û navçeya navendî yên DBP û DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘DORA 180 HEZAR KURD HATIN QETILKIRIN’
 
Daxuyanî ji hêla hevserokê DBP’ê yê Sêrtê Ferhat Bozkûrt ve hat xwendin. Bozkûrt, anî ziman ku 36 sal berê di 16’ê Adara 1988’an de kurd ku yek ji gelên qedîm ê Rojhilata Navîn e, dîsa rastiyê hovitiyeke mezin hat. Bozkûrt, diyar kir ku hêza hewayî ya Iraqê bi çekên kîmyewî êrişî bajarê Helebceyê kir û di rojekê de zêdetirî 6 hezar kurd hatin qetilkirin û axivî: “Bi rastî jî gavên komkujiya Helebçeyê li ber çavê cîhanê hat avêtin. Rejîma Baasê ku bi destê Serokê Iraqê Saddam Huseyîn, bi hinceta ku kurd alîkariya Îranê dikin, ji bo tepisandina muxalefeta kurd a li Herêma Kurdistanê pêş dikeve û kêmkirina nifûsa kurdan a li Kerkûkê, li dijî kurdan ‘Tevgera Enfalê’ da hat destpêkirin. Tenê gaza kîmyewî ne avêtin Helebçeyê, bi hilweşandina xaniyan a bi buldozeran jî gund hatin valakirin. Tê gotin ku di dema Enfalê de derdora 180 hezar kurd hatin qetilkirin.”
 
‘EM JI BÎR NAKIN’
 
Bozkûrt, da zanîn ku bi vî sûcê li hemberî kurdan, hikûmeta Seddam Huseyîn wek hukûmeteke jenosîdê ku sûcê li dijî mirovahiyê kiriye, derbasî dîrokê bû. Bozkûrt, diyar kir ku tevî vê hewldana qirkirinê jî kurdan tu carî dev ji daxwazên xwe yên xwerêvebirinê û azadiyê berneda û wiha got: “Li hemberî zext, komkujî û tundiyê kurdan têkoşîna xwe ya aştî, azadî û demokrasiyê berfirehtir kirin û li Rojhilata Navîn derfetên jiyana hevbeş afirandin. Em komkujiya helepçeyê ji bîr nakin. Em di salvegera komkujiyê de kesên ku ev komkujiyê pêk anîne lenet dikin.”
 
RIHA 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya navendî ya Halîliyeyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Tevî pêkhateyên platformê, rêveberên DBP û DEM Partiyê, namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û navçeyan, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Me komkujiya Helebçeyê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîrkirin” hate vekirin. Berdevka Plaftormê ya Demê û Hevseroka Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û da zanîn ku di roja me de jî bi rêbazên cuda komkujî tên domandin. 
 
Pişte Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê yê DEM Partiyê Celaledîn Erkmen jî di komkujiyê de ser rola hêzên navneteweyî sekinî û got ku ji bo komkujîyeke wekhev neyê jiyîn divê pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin. 
 
DEM PARTÎ LI 8 NAVÇEYAN DAXUYANÎ DA
 
Rêxistinên navçeyên Sêwereg, Serêkaniyê, Wêranşar, Curnê Reş, Hewag, Pirsûs, Bêrecûk û Xelfetiyê yên DEM Partiyê li pêşiya avahiyên xwe daxuyanî dan û komkûjî şermezar kirin. Di daxuyaniyan de peyamên yekitiya neteweyî hatin dayîn. 
 
COLEMÊRG
 
Li Colemêrgê bi tevlîbûna Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partîyê Vezîr Coşku Parlak, Namzetên Hevşaredariya Colemêrgê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajar û sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut daxuyaniyê xwend. Armût diyar kir ku komkujî nekarin pêşi li têkoşîna azadî û wekheviyê ya gelê kurd bigire û kesên komkujî pêk anîne lenet kir. 
 
WAN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li pêşiya Navenda Kar a Aydin Perîhan daxuyanî da. Daxuyaniyê Berdevkê Demê Ekrem Pala xwend û wiha got: “Gelê kurd rastî sûcê şer, qirkirin û tevahî sûcên li dijî mirovahiyê hatin. Em careke din komkujiyên Helebçe, Gazî û Bayazitê lenet dikin. Em van qetlîaman ji bîr nakin û dê nedin jibîrkirin jî.” 
 
ÊLIH, ÎDIR, BEDLÎS, ŞIRNEX…
 
Li Êlih, Îdir, Bedlîs, Şirnex û navçeyên wê Hezex, Cizîr û Silopiyayê jî bi tevlîbûna rêxistinên Navend û navçeyan ên DBP û DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, TJA, OHD Platfomên Ked û Demokrasiyê, rêxistinên saziyên sivîl, parlamenter, namzetên hevşaredariyên bajar û navçeyan û gelek welatî tev li daxuayiyên bîranînê bûn. Di daxuyaniyan de kesên di komkujiyan de hatine qetilkirin hatin bi bîranîn û peyamên yekitî û têkoşînê hatin dayîn. Herwiha hat gotin ku komkujiyên hatine kirin dê neyên jibîrkirin. 

Sernavên din

21/03/2024
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan