Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê

WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Erdîşê bang li bi hezaran kesan kir û hevkariya AKP-MHP’ê û Huda-Par’ê weke “Tifaqa JÎTEM’ê pênase kir.” Hatîmogûllari wiha got: “Dengê xwe nedin, tifaq JÎTEM’ê, dengê xwe nedin yên her roj Rojava bombebaran dikin, li Iraqê civîna operasyon û şerekî lidar dixin û biryarên şer digirin.”

 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de tevlî hevdîtina gel a li navçeya Erdîş a Wanê bû. Hatîmogûllari li Benda Balik bi konvoyeke qelebalix hate pêşwazîkirin û bi xurtî karî xwe bigihîne qada hevdîtinê ku bi hezaran kes beşdar bûbûn.
 
Pankarta “Roja ku azadî hat mirin qedexe ye, rabe” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, namzetên Hevşaredariya Erdîşê Baran Bîlîcî, Guler Temel, Hevserokê Bajar ê DEM’ê Veysî Dîlekçî û namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bi kurtî axivîn.
 
KOÇBER BI BÎR ANÎN
 
Piştre Hatîmogûllari bi dirûşmeyan derket ser dikê û bal kişand ser bûyera binavbûna keştiya li Çanakkaleyê ku 21 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn. Hatîmogûllari wiha got: “Yên jiyana xwe ji dest dabûn, koçber bûn. Weke DEM Partî  me li dijî koçberiyên ku çavkaniya xwe ji hilweşîna ekonomiyê digirin, her tim aştî parast. Em ji Erdîşê sersaxiyê ji malbatên canên me yên jiyana xwe ji dest dan re, dixwazin.”
 
‘EM Ê QADAN TEJÎ BIKIN’
 
Hatîmogûllari qala pîrozbahiya li Depê kir û wiha pêde çû: “Me li bajarê Mazlûm Dogan, starta Newrozê da. Em ê ruhê 8’ê Adarê li ruhê Newrozê zêde bikin û Newrozê li bi daxwaza aştiyê pîroz bikin. Em ê ji bo ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, pîroz bikin. Em ê ji bo ku tecrîda Îmraliyê ji holê rabe, pîroz bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan em ê qadên Newrozê tejî bikin. Em ê daxwaza ked, azadî, wekhevî û edaletê bikin. Em amade ne ku bi ruhê Newrozê serketina 31’ê Adarê îlan bikin.”
 
‘EM BAŞTIRÎN BERSIVÊ DIDIN’
 
Hatîmogûllarî bal kişand ser salvegera Komkujiya Helebceyê û ev yek anîn ziman: “Ez îro li vir careke din kesên ku li Helebceyê gelê Kurd qetil kirin, şermezar dikim. Em ê tu carî Komkujiya Helebceyê ji bîr nekin. Em şehîdên xwe, bi bîr tînin. Dîsa di 16’ê Adarê de li Beyazîta Stenbolê 7 xwendekarên zanîngehê hatin qetilkirin. Ew ciwanên şoreşger bûn, hêviya vî welatî bûn. Heman zîhniyet îro me li Rojhilata Navîn qetil dike. Heman zîhnitey ew e ku di sala 2024’an de me mehkûmî mirinê dike. Ji Mahîr, Denîz, Kaypakkaya, Îbo û Mazlûman bigire heya hemû şehîdên me yên ku têkoşîna şoreşgerî, welatparêziyê diyarî me kirine, bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîroka vî welatî tije êş û qetlîam e. Hûn Weke gelê Zîlanê hûn bûne şahidê mezintirîn komkujiyê. Bi Koçgirî, Dersim û 33 Guleyan zen kirin ku ew ê serê me bitewînin, kurdan asîmîle bikin, Elewîyan, jinan û welatparêzan tune bikin. Ji wan re baştirîn bersiva me ew e ku em dibêjin; ‘DEM Partî li vir e. Welatparêzên şoreşger li vir in. Gelê Kurd li vir e. Gelên me li vir in, em li vir in.”
 
‘DESTÊN TIFAQA JÎTEMÊ BI XWÎNA HEVALÊN ME SOR BÛYE’
 
Hatîmogûllarî bal kişand ser tifaqa AKP û JÎTEM’ê û wiha berdewam kir: “Diyar e ku AKP’ê di van hilbijartinan tengav bûye û niha dibêje; ‘Em ê çawa tifaqa xwe ya bi  JÎTEM’ê xurtir bikin.’ Mehmet Agar û Tansû Çîller ku di nava tîfaqa JÎTEM’ê de bûn, niha ji şaredariyên AKP’ê re kar dikin. Destên tifaqa JÎTEM’ê bi xwîna rewşenbîr, siyasetmedar, şoreşger, nivîskar, rojnamevanên Tirkiye û Kurdistanê sor bûye. Tifaqa JÎTEM’ê derdixînin pêşiya me. Li Kurdistanê versiyoneka din a tifaqa JÎTEM’ê Hizbul Kontra ye. AKP’ê bi zanebûnî Huda Par anî meclîsê. Gelê Kurd sedema vê yekê baş dizane. Em tu carî vê yekê qebûl nakin. Hewce ye em tu carî siyaseta wan a ku nirxên kurdî bi kar tînin û xwe weke parêzvanên doza ziman û çanda kurdî dihesibînin, qebûl nekin. Wan ew bi mebesta polîtîkayên taybet û qirêj şandin, nava me.  Suleyman Soylîyî îtîrafa vê yekê kir. Em ê tu carî destûrê nedin Hizbul Kontrayê.”
 
‘DESTÊ XWE JI KURDISTANÊ BIKŞÎNE’
 
Hetîmogullari, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên ku ji aliyê Erdogan ve tê meşandin da û got, “Erdogan dibêje ‘destê kî di bêrîka kî de ye nediyar e.’ Lê em baş dizanin destê kî di bêrîka kî de ye. Destên te di bêrîka îtîfaqên JÎTEM, Hîzbûlkontra û baronên şer de ye. Destên te di bêrîka gel de ye, tu pereyên gel didizî û pêşkêşî çeteyan dikî. Gelê me tî û birçî ye. Lê hûn ji bo dizînê mijûl dibin. Destê te di bêrîka xizanan, karker, ciwan û jinên welêt de ye. Lê belê destê DEM Partiyê li ku ye eşkere ye. DEM Partî destê xwe dide destê gel û dide destê dayikên ku di nobeta edaletê de cih digirin. DEM Partî destê xwe daye ciwan, jin, astengdar, karker, xizan û gelan. Tu destê xwe ji Tirkiyê û Kurdistanê bikişîne, ti qenciyek din ne hewce ye."
 
‘EM Ê QADÊN ÎSTÎHDAMÊ AVA BIKIN’
 
Hatîmogullari, derbarê qeyrana aborî de jî ev tişt anîn ziman, “Li Enqereyê hejmara mirovên ku ji bo goştê erzan dikevin rêzê, neçar dimînin ji gilêşê xwarinê peyda bikin û hewl didin ji sûkan sebze û fêkiyên beravêtî ji zarokên xwe re bînin, her ku diçe zêde dibe. Qeyrana aborî û xizaniya ku gelê Tirkiye dijî ev e. Li gelek cihan bi taybetî li Kurdistanê razemeniyê nakin, kargehan venakin, qadên îstîhdamê ava nakin. Yek ji sedemên polîtîkayên taybet ên aboriyê yên li ser Kurdistanê tên pêkanîn jî, ew e ku ciwanên li vir ji vir biçin e. Kargehan ava nakin û mirovan li vir nadin xebitandin. Ji ber ku mirovên li vir mîna hemwelatiyên vî welatî nabînin. Dibêjin, ‘em çiqasî vê derê bêmirov bikin, em ê ewqasî bi hêsanî birêve bibin.’ Em ji vê derê, ji dilê kurdistanê, ji Wan û Erdîşê dibêjin, em ê weke DEM Partiyê qadên îstîhdamê ava bikin. Em tên ku projeya ‘li cihê em lê ji dayik bûne’ bi cih bînin.”
 
BANG LI GEL HAT KIRIN KU BIÇIN SER SINDOQAN
 
Hatîmogullari, destnîşan kir ku qeyûmên li şaredariyan hatine tayînkirin tev dizin û wiha dirêjî da gotina xwe, “Qeyûman, çavkaniyên şaredariya me, pereyên gel û pereyên we dizîn. Qeyûman, vîna Kurdan dizîn. Qeyûm di heman demê de dizê vîna me ya siyasî ye. Em ê rê nedin dizan! Zîhniyeta qeyûman, êdî hatiye wê rewşê ku nema dikarin li van kolanan bimeşin. Heta ku vîna gel hebe, kes wê êdî nekaribe tiştekî ji me bidize. Êdî ev serdem bi dawî bû. Ew jî di wê ferqê de ne ku bi tayînkirina qeyûman re çiqas zerar dîtine. Ji ber vê yekê di hilbijartinên xwecihî yên dema pêş de serî li taktîkên din didin. Hewl didin hilbijêrên xwe li herêmên ku şaredariyên me tên bidest xistin bi cih bikin û versiyoneke din a nêzîkatiya qeyûm li Kurdistanê pêk bînin. Du daxwazê me ji we hene. Ya yekemîn ew e ku em biçin cem malbatên ku heta niha dengê xwe nedane me û ji wan re vebêjin bê çima dengê xwe nedin AKP’ê. Yên ku xwîna Kurdan rijandin, li Rojava êrîşî xwişk/birayên me kirin, ew qetil kirin, berî du rojan komeke şer çûn Iraqê civîna operasyonê lidar xistin û biryarên nû yên şer wergirtin. Divê em van yek bi yek ji gelê xwe yê hêja re vebêjin.”
 
Hevdîtin bi stranên gel û gerandina govendê bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

21/03/2024
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere