Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin

  • rojane
  • 16:57 29 Nîsan 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mûş, Qers, Amed û Colemêrgê çû serdana gel. Namzetên parlamenteriyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û peyamên têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê hatin dayîn. 

 
Xebatê Partiya Çepên Kesk ên ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê li her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Di çarçoveya xebatan de namzetên Partiya Çepên Kesk ên Mûşê di navbera xwe de karbeşî kirin û li navend, gund û navçeyan xebatên hilbijartinê domandin. Ji namzetan Sezaî Temllî li gundên girêdayî navendê; Sumeyye Boz li gundên girêdayî navçeya Kopê û Serhat Dursun jî li gundên navçeyên Gimgimê xebatên hilbijartinê kirin. 
 
Namzeta parlamenteriyê Sumeyye Boz li gundên Kopê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Welatiyên li meydana gund kom bûn, Boz bi posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêşwazî kirin. Boz, di serdanê de axivî û wiha got: “Divê jin, ciwan û rûspiyên gelê kurd ji bo diyarkirina pêşeroja gelan biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Divê deng û rengê Çepên Kesk be. Di hilbijartina serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû û di yên giştî de jî bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê pêşeroja xwe bi hev re ava bikin.” 
 
QERS
 
Yek ji bajarên ku xebatên hilbijartinê lê bênavber didomin jî Qers e. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên bajar çûn serdana gundên girêdayî navendê û bi gel re civiyan. Xebatên hilbijartinê yên li bajar ji du baskan ve tên meşandin. Di xebatan de bi taybet jî coş û eleqeyeke mezin a jin û zarokan bo namzetan heye. Ji namzetên parlamenteriyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sertaç Çelîkkalelî di çarçoveya xebatan de li gundên Vezîn, Borluq û Teyneliyê çûn serdana gel. Namzeta din Gulcan Alp jî li gundên Çekmelî, Aynali, Berdîk û Orta Kîlîseyê xebatên hilbijartinê domand. Koçyîgît di serdanê de anî ziman ku dema îktîdara AKP-MHP’ê hate guherandin dê girtîgeh vala bibin û wiha domand: “Dê deriyên Îmraliyê jî bên vekirin.” Ji welatiyan Melek Uluçay ji ber bihabûna her tiştî gazinên xwe kirin û da zanîn ku nikare pêdiviyên zarokên xwe pêşkeş bike. 
 
AMED
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça û Azad Bariş, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Abbas Şahîn û rêxistinên Amed û navçeyên wê û çûn serdana esnafên 3’yemîn Sîteya Pîşesaziyê ya li navçeya Peyasê. Esnafên sîteya pîşesaziyê namzetên parlamenteriyê bi çepikan pêşwazî kirin. Namzetên parlamenteriyê di serdanê de wiha bang kirin: “Dengê xwe bidin û piştî we dengê xwe da jî xwedî li sindoqan derkevin.” 
 
COLEMÊRG
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Colemêrgê jî li navenda Colemêrgê û navçeyên Şemzînan û Rûbarokê çûn serdana gelek gundan. Namzet, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Namzet, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn gundê Peyanisê yê girêdayî navendê; gundên Rûbarokê yên Îsyan, Serêkaniyê, Mûseka, Nîhave, Zerîn û Hurdunê li Şemzînanê jî çûn serdana gundên Derya, Dêrebanî, Sûrînûs, Bêmbo, Derawa, Bêdewê, Bêntûr, Dînarte, Kulîta û Begozayê. 
 
Şandeya Partiya Çepên Kesk li bajarokê Peyanisê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û govend hatin gerandin. Di heman demê de li Bajêrge û TOKÎ’yên Pîzokê yên navçeya Geverê jî stanta hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk hate danîn. 
 

Sernavên din

03/05/2023
16:11 ÇGD: Bi operasyonan gef li hemû rojnamegeran tê xwarin
15:54 Cenazeyê Tumen piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin
15:44 ‘Êrişên li dijî çapemeniya kurd tabloyê radixe ber çavan’
15:33 Xebatkarên AFP’ê dest bi grevê kirin
14:42 MKGP û DFG’ê girtina rojnamegeran protesto kirin: Ev faşîzm dê têk biçe, ev pergal dê biguhere
14:15 Karkerên sanayiyê: Em çawa eyar didin wesayîtan, em ê eyar bidin pergalê jî
14:14 Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike
12:35 Li Ceyhanê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 Kujer û tiryakfiroşê li Nisêbînê hat girtin
12:07 Îdîanameya rojnameger Safiye Alagaş hat amadekirin
12:02 Buldan: Xelkê Erziromê dê ji bo heqê apê Alî Riza xwedî li vîna xwe derkeve
11:33 AKP hewl dide qadên mitîngê yên Xarpêtê ‘dagir’ bike
11:20 Daneyên enflasyonê hatin parvekirin
11:12 Li Silopiyayê gelek ciwan hatin binçavkirin
10:53 Li Tirkiyeyê 3’yê Gulanê Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Di 11 mehan de 34 rojnamevan hatin girtin
10:39 RSF: Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di rewşeke ‘gelek xerab’ de ye
10:32 Tiştên ku hafizeyekê ji bîr nekirîn: Ji aşê gund xwîna mirovan diherikî
10:23 Erdogan cezayê reveberê Hîzbûllahê efû kir
10:00 Artos û Gola Wanê ezametiya xemla biharê dide nîşandan
09:56 Jinên ku pêşengtiya xebatan dikin bi biryar in ku AKP’ê bişînin
09:52 Hevseroka Giştî ya DAD’ê: Çav, guh û meyla me li ser Partiya Çepên Kesk e
09:35 Turkdogan: Li Tirkiyeyê rêya çareseriyê Abdullah Ocalan e
09:12 'PDK dixwaze li ser navê olê li Şengalê aloziyan derxîne"
09:01 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê li benda konteyneran in
09:00 Partiya Çepên Kesk li Manîsayê xwedî îdiayeke mezin e: Em ê dawî li rejîma yekzilamî bînin
09:00 ROJEVA 3'Ê GULANA 2023'YAN
07:55 Rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hatin girtin: Wê pergala rêbiran hilweşe
02/05/2023
22:58 Li Îdirê kelecana hilbijartinê
22:05 Ji Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê agahdarî
20:04 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:00 Cizîr amadekariyên mitînga mezin dike
19:50 Çandar: Ji bo atmosfereke demokratîk divê tecrîd bê rakirin
19:44 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Nîqaşên tên kirin spekulatîf in, demildest divê hevdîtin bê kirin
18:34 Wezîrê Xebatê yê Ûgandayê ji aliyê parêzkarê xwe ve hat kuştin
18:29 Namzetên Partiya Çepên Kesk çûn serdana DÎSK’ê
18:11 Serdanên Partiya Çepên Kesk ên li gundên Çewligê didome
18:00 Li Semsûr û Meletiyê coşa Partiya Çepên Kesk
17:49 Îfadeya li dozgeriyê ya rojnamevanan temam bû
16:46 Li Kurdistan û Tirkiyeyê coşa Partiya Çepên Kesk: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
16:42 Hat xwestin ku kujerê Ûytûn were cezakirin
16:05 Di lêpirsîna navenda wê Stenbol de hejmara binçavkiriyan derket 32’yan
16:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyana mirovî ava bikin li ber xwe didin
16:03 Sê cenaze anîn nexweşxaneya Mêrdînê
15:20 Gergerlîoglû, giliyê Soylû yê ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re got ‘darbe’ kir
15:04 Li Amedê nûnerên baweriyên cuda li ser heman sifreyê hatin ba hev
14:31 Li ODTU’yê bertek nîşanî binçavkirinan dan
13:26 Kaya: Zimanê me wê bibe zimanê perwerdehiyê
12:59 Danişîna doza qezaya Dêrikê hate lidarxistin
12:43 Ji Wezareta Karên Hundir pergala ‘şopandina hilbijartinê ya paralel’
12:42 Dozgeriyê dest bi îfadeyên rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz kir
12:34 Li Hezexê 19 binçavkirî hatin berdan
12:24 Qedexeyên roja hilbijartinê eşkere bûn
12:06 Partiya Çepên Kesk li Bazarcixê ye: Em ê di 14’ê Gulanê de mezintirîn govendê bigirin
11:46 201 kesên di 1’ê Gulanê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Peyamên ji qadên 1’ê Gulanê: Gel dê di 14’ê Gulan dê qedera xwe diyar bike
11:18 Li Stenbolê serdegirtinên malan: Herî kêm 17 kes hatin binçavkirin
11:15 Bîra salên 90’î ‘Emîn Abê’ di rêya Meclisê de ye
11:03 Li dijî Partiya Çepên Kesk êrişa nijadperest: Ne êrişkar lê şofêrê wesayîtê hat binçavkirin
11:01 Di mehekê de hezar û 81 caran bombebaran
10:52 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
10:19 Qedexeya li gundên Çiyayê Bagokê hat rakirin, tevgera leşkerî didome
10:06 Ji bo gundê elewî rê nîne!
09:47 Qeyûm, walî û qeymeqam ji bo propaganda AKP’ê li qadan e
09:18 Li gundên Nisêbinê qedexeya derketina derve hat ragihandin
09:17 Li Semsûrê li dibistanên xesardîtî perwerdehî!
09:01 Bertek nîşanî namzetê AKP'ê yê fuzehez dan: Em ê nehêlin dijminê kurdan bên hilbijartin
09:01 Waliyê Şirnexê tevî cerdevanan ji bo AKP'ê li dengan digere!
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2023'YAN
08:25 Ji Hevseroka DFG’ê Mufutoglû xebatên rojnamevaniyê hatin pirsîn
01/05/2023
22:57 Tê payin ku rojnamevanên di binçavan de sibê sewqî edliyeyê bên kirin
22:24 Li Rihayê ciwan ji bo Partiya Çepên Kesk li hev kom bûn
19:39 HDP: Em rê nadin dezgehên qirêj û provokasyonan
19:31 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 1’ê Gulanê
19:18 Li Kolik û Çewligê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
19:12 Li Çewligê 1'ê Gulanê
18:36 Rojanemavn Gok navnîşana girtîgeha ku tê de ye parve kir
17:15 Kedkaran li Amedê bang kir: Ev pergal an dê biguhere yan dê biguhere
16:23 Kedkar li Qada Tandogan in: Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev
16:07 Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê
16:05 'Roja wê hat, dewran guherî, em ê vê pergalê biguherînin’
14:52 Li Qada Gundogdûyê 1’ê Gulanê: Tayîp wê biçe ev kar wê biqede
13:55 Li Dêrsimê pîrozbahiya 1’ê Gulanê: Em ê bi hev re biguherînin
13:53 Li Şirnexê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin: Keda me dê serbikeve
13:46 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê: Ked a me ye, siberoj a me ye
13:32 Bi deh hezaran kes dimeşin Maltepeyê: AKP wê têk biçe, kedkar wê bi ser bikevin
13:12 Îfade wergirtina rojnamevanên di bin çavan de dest pê kir
12:59 Keskîn Bayindir: Em ê bi berxwedana karker û kedkaran vê îktidarê bişînin
12:28 Operasyona leşkerî ya li herêma Omeriyanê didome
12:27 Ji rojnamevanên girtî peyama 1’ê Gulanê: Faşîzm wê têk biçe
12:06 Berxwedana ji bo Taksîmê: Tevî rojnameger Kuray, 39 kes hatin binçavkirin
12:05 Ferît Şenyaşar: Em ê bibin dengê 301 madenvanan
11:54 Îşkenceya li dijî rojnamevan Yilmaz hate gilîkirin
11:52 Mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê: Em ê di 14’ê Gulanê de desthilata faşîst bişînin
11:44 Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd dê piştgiriya Kiliçdaroglû bike
11:42 Li Dêrsimê meşa 1’ê Gulanê
11:35 Bajar bi bajar qadên 1’ê Gulanê
11:17 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
11:07 DÎSK’ê çelenk danî li ber Bîrdariya Taksîmê
11:07 Ji Demîrtaş peyama 1’ê Gulanê: Dê karker û kedkar dawî li vê desthilata talanker bînin
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin