Bayindir: Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire
Bûldanê bang li desthilatê kir: Hûn ê tûra duyemîn nebînin

  • rojane
  • 16:43 27 Nîsan 2023
  • |
img
MÛŞ - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê ji hezaran kesan re axivî wiha got: “Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî wiha got: “Em ê vî karî di tûra ewil de biqedînin, em nahêlin ku qezayek çêbibe. Hûn ê tûra duyemîn nebînin.”
 
Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên 14’ê Gulanê de mitîngan li dar dixe. Piştî mitînga li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Partiya Çepên Kesk niha jî li navenda Mûşê mitîngê li dar xist. Mitîng li Qada Kobanê bi dirûşma “Dîsa em/Reyna ma” tê lidarxistin. Gelemperiya beşdaran jin û ciwan in û bi alayên partiyê û flameyên bi rengên kesk, sor û zer ketin qadê. Ciwanan, gelek caran li qada mitîngê dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di heman demê de beşdaran li qada mitîngê pankartên “Serok yek e ne sed e", "Silav ji bo kesên tolê hiltînin, Heval Harûn” û “Heke di lûleyên tifingên we de çil milyon gule hebin jî hûn nikarin me bidin sekinandin” hatin vekirin.
 
Qada mitîngê di demekî kurt de tejî bû. Bi ketina qadê ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir coş derket asta herî jor. 
 
BIJÎ SEROK 
 
Bername bi silavdayîna Komîteya Amadekar, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî û namzetan a girseyê dest pê kir. Yek ji namzetan Serhat Dûrsûn diyar kir ku bi erdhejê re AKP û MHP jî hejiya û wiha got: “Niha li pêşiya me du hilbijartin hene. Ev hilbijartin ji bo gelê kurd gelek girîng in. Di van hilbijartinan de dikarin darbeyekî mezin li desthilatê bidin.” Li ser pirsa Dûrsûn a “Gelê Mûşê hûn amade ne” girseyê bersiva “erê” da. Girseyê bi durişmeya “Bijî Serok Apo” demekî dirêj axaftina Dûrsûn birî. 
 
Di dema axaftina yek ji namzeta parlamenteriyê Sumeyye Boz de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. Boz, bal kişand zexta li ser jinan zêde bûyî û wiha got: “Em ê teqez vê desthilata mêr têk bibin û hesaba komkujiyên jinan bipirsin. Vîna me jinan nas nekirin. Em jin in li vir in, berê jî hebûn em ê di pêşerojê de jî hebin.”
 
TEMELLÎ: DI ÇARESERIYÊ DE MUXATAB OCALAN E
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî girse bi kurdî silav kir û wiha got: “Ji bo me pirsgirêka herî mezin azadî ye. Heta ku azadî nebe wê edalet jî nebe, aş jî nebe, kar jî nebe, aştî jî nebe. Ya ku rêya azadiyê veke çareserkirina pirsgirêka kurd e. Çareseriya pirsgirêkê hem ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn hem jî ya Tirkiyeyê jêveneger e. Ev mesele dê bi muxatabê wî re bê çareserkirin. Mûxatabê vê mijarê Birêz Ocalan e. Ez ji vir bang li hemû kesên ku hişê wan tevlihev bûne dikim; Li muxatabekî din negerin. Yê ku vê pirsgirêkê çareser bike Birêz Ocalan e. Cihê ku mijar were muzakerekirin Meclis e. Ji ber vê yekê, ji bo muzakere xurt bibe, divê Partiya Çep a Keskan bi awayekî xurt biçe Meclisê. Li her dera Kurdistanê ev dê bibin partiyên tabelayê.”
 
Di vê navberê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin. 
 
BAYINDIR: TÎRA AZADIYÊ JI KEVANÊ DERKET
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bi çepik û tilîliyan derket ser dikê û wiha axivî: “Em ber bi dawiyê ve diçin. Ev sekna we sekna serkeftinê ye. Kurdan çi bi dest xistibe bi têkoşînê bi dest xistî ye. Kurd bi têkoşînê nêzî serkeftinê bûn. Ev hilbijartin hilbijartina ciwan û jinan e. Em ê di pêşengtiya ciwanan vê rejîma faşîst hilweşînin. Em ê bi vê sekna we peşiyê li çareseriya pirsgirêka kurd vekin. Em ê deriyê zîndanan bişikînin.”
 
Bayindir berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Tîra azadiyê ji kevanê derket kes nikare peşî lê bigire. Em ê di 14’ê Gulanê de serbikevin û pêşiyê li ber azadiyê vekin. Em ê govenda azadiyê li qada Mûşê bigerînin.”
 
BÛLDAN: GELÊ MÛŞÊ NE DI XEMA DESTHILATÊ DE YE
 
Bûldan wiha axivî: Buldan'ın konuşmasının satır başları şöyle: “Ciwanên me yên hêja ji ber zîhniyeta vê pergalê û îktidarê hemû betal in. Lê helbet ne tenê li Mûş e. Ev 21 sal in li vî welatî desthilatdar in, lê welat xwarin. Alîgir û çeteyên xwe dewlemend kirin, gel feqîr kirin. Ji bo siberoja gelê Mûşê divê em li ber vê îktidarê rabin. Bi pirsgirêkên cotkar û hilberînerên Mûşê re mijûl nabin, her ku diçe feqîr dibin. Welat dizîn û talan kirin. Ji bo pêşxistina vî welatî tiştek nekirin. Her çend welat xwedî çavkaniyên pir dewlemend be jî, wan çavkaniyên welat ji şer û piştgirên xwe re xerc kirin. Em ketine serdemeke ku divê zîhniyeta rêveberiyê ya îktidara AKP û MHP’ê li vê erdnîgariyê bi dawî bibe. Em li ber firsendeke dîrokî ne, em di serdemeke dîrokî de ne û berpirsyariyên me hemûyan ên dîrokî hene. Dîroka 14’ê Gulanê wê bibe qonax û rojek ku em îktidara AKP MHP’ê bişînin.
 
EM Ê DI TURA EWIL DE BIQEDÎNIN 
 
Rayên em ê di 14’ê Gulanê de biavêjin sindoqan dê qedera me hemûyan biguherîne. Wê qedera Tirkiyeyê biguherîne. Wê qedera gelê kurd biguhere. Ev hilbijartinek dîrokî û girîng e. Em ji Mûşê dibêjin; Em ê vî karî di tûra ewil de biqedînin. Em ê ji tûra duyem re nehêlin. Em ê di tûra yekemîn de biqedînin. Hûnê tûra duyemîn nebînin. Hûnê wisa herin, hûnê nikaribin li pişt xwe bizivirin. Hûnê serxwar serxwar biçin. 
 
KURD DÊ WE BIŞÎNIN 
 
Em soz didin we dê Partiya Çepên Kesk we ji AKP’ê rizgar bike. Em ê li Mûşê 3 parlamenteran jî bi ser bixînin. Em vê jî ji we re bêjin ên ku we bişînin jî kurd in. Wê kurd di sindoqan de hesabên hemû tiştên hatine serê wan ji we bipirse. Belê kurdan tu demê serî netewand û wê serî netewînin jî. Bawer bibin piştî ku AKP biçe wê her kes bigihîje azadî, aramî û aştiyê.” 
 
Mitîng li ber stranên hunermend Kasim Taşdogan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

01/05/2023
10:59 Parêzerên hatin berdan: Ji bo têkçûna desthilatê em ê ewlehiya sindoqan biparêzin
10:56 Xwebûn bi manşeta ‘Faşîzm dê têk biçe’ derket
10:54 Namzetê Partiya Çepên Kesk Îpekçî: 14’ê Gulanê dê bibe hilbijartina azadkirina rojnamevanan
10:30 Polîsan êrişî kesên dixwestin biçin Taksîmê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo teqawidiyan banga 14’ê Gulanê: Xwedî li pêşeroja xwe derkevin
10:11 Endamê Koma Mûnzûr Gungoren: Em ê bi Partiya Çepên Kesk re li dijî yek zilamî bibin yek deng
10:03 Rojnamevanên jin: MKGP navnîşanek girîng a piştevaniyê ye
09:57 Li Taksîmê dorpêça 1’ê Gulanê
09:36 Banga ji bo mitînga Denîzliyê ya Partiya Çepên Kesk
09:33 Namzetê Partiya Çepên Kesk Bozan: Em ê li Mêrsînê dengên xwe ji sedî sed zêde bikin
09:07 Partiya Çepên Kesk dest bi xebatên mîtînga Tekirdagê kir
09:00 Ji bo xemsariya karesatê veguhere 'doza komkujiyê' gilî kir
09:00 ROJEVA 1'Ê GULANA 2023'YAN
30/04/2023
22:47 Li Marsîlyayê Mîtînga Partiya Çepên Kesk
20:03 Li Êlihê ciwanan bi meşekê binçavkirinan protesto kir
19:13 Partiya Çepên Kesk li her derê ye
18:43 'Armanc diyar e, deng ji bo Partiya Çepên Kesk'
18:05 Rojnamevanên di binçavan de: Em biqudret in
17:51 Di operasyona li hemberî ESP'iyan de hejmara binçavkiriyan gihîşt 23'yan
16:58 ‘Em ê 14 rojan bênavber bixebitin û li roja azad hişyar bibin’
16:30 Muzîkjenên kolanan bertek nîşanî ‘qedexeyê’ dan: Em kurd in lewma mudaxaleyî me dikin
16:29 Şandeya Partiya Çepên Kesk û DBP’ê serdana parêzer û hunermendan kir
16:19 Li Hatayê bîranîn: Em ê di 1’ê Gulanê û 14 Gulanê de ji wan hesab bipirsin
16:09 Uçar û Aydenîz ji bo piştevaniyê çûn serdana DFG û MKGP’ê
16:08 ‘Piştî tîpên S her der bûye Îmrali’
15:52 Malbata Şenyaşar: Tu kes ji vîna gel bihêztir nîne
15:47 Polîsan di bin çavan de êrişî rojnameger Yilmaz kirin
13:59 ‘Ya esasî ne tecrîd lê berxwedan e’
13:38 Doza ‘heqaret li Erdogan kiriye’ li zarokê 13 salî hat vekirin
13:37 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz birin Enqereyê
13:21 Li Edeneyê ji bo mitînga 1’e Gulanê banga tevlibûnê
12:59 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha gulanê eşkere kir
12:34 Tevî biryara bêçalakîtiyê jî êriş bênavber didomin
12:33 HDP: Ev operasyonên binçavkirinê darbeya li dijî hilbijartinê ye
11:23 ‘Parastina girtiyên nexweş, parastina mafên mirovan e’
11:17 Li Şirnexê otobûsa leşkeran wergeriya: 2 mirin 45 jî birîndar bûn
10:58 Mêrdîniyên li Îzmîrê: Em ê dengên Partiya Çepên Kesk du qat zêde bikin
10:55 Ji Zîlana 17 salî ev 2 roj in tu agahî nayên girtin
10:54 Rojnamegerên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan
10:40 Înfaza nivîskarê girtî Algunerhan cara duyemîn hate şewitandin
10:21 Namzetê suryan: Em dikarin bi cudahiyên xwe jiyaneke nû ava bikin
09:36 Li dijî ESP’ê operasyona hilbijartinê: Hevserok Tumuklu û gelek kes hatin binçavkirin
09:36 Rojnamevan Kanbal: Ji bo ku Soylû twît parve bike, me kirin binçavan
09:28 Xelkê Wanê: Desthilata AKP’ê vê carê teqez dê têk biçe
09:12 Li girtîgehê li xizma girtî ku platîn di nigê wê de ye ferzkirina X-Rayê
09:10 Partiya Çepên Kesk: Em li kuçeyê dibînin ku em ê ji Mûglayê parlamenterekî bişînin meclisê
09:09 '1'ê Gulanê dê bibe nîşaneya 14'ê Gulanê'
09:07 Girtiyê nexweş Kodîn cardin hat girtin
09:00 ROJEV 30’YÊ NÎSANA 2023’YAN
29/04/2023
21:15 Ahmet Turk: Bêyî kurdan dê nikaribin gavekê jî biavêjin
20:29 Rojnamevanên ku girtina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin
20:17 Parêzer Ataş û keseke din jî hatin berdan
19:51 Li Tarsûsê mîtîng: Em ê di 14'ê Gulanê de biharê bînin
18:44 Li gundên Semsûrê hê jî pirsgirêka tuwaletê nehatiye çareserkirin
18:27 'Jin dê AKP'ê bikin partiya tabelayê'
17:55 Leşkerek mir
17:50 Ûçar: 14'ê Gulanê ne darbe ye, bihar e
17:06 AKP’iyên tevî cerdevanan xebatên hilbijartinê dikirin ji gund hatin qewirandin
16:57 Partiya Çepên Kesk li her çar aliyan bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin
16:56 Demîrtaş bersiv da gotinên Ahmet Şik: Tu HDP’ê ji Selahattîn cuda bikî tiştek namîne
16:50 Bûldan: Em dixwazin di 15’ê Gulanê de ji sibeyeke bêhiqûqî nebin re şiyar bin
16:26 PENa Kurd: Çi bikin jî dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
16:17 Sancar li Rihayê serdana gelek cihan kir
16:02 Hat xwestin ku girtiya nexweş Neslîhan Çetîn bê dermankirin
15:59 Jin dê 14’ê Gulanê bi serkeftinê tacîdar bikin
15:57 Basin-Îş: Binçavkirin û girtina rojnamevanan pirsgirêka hemû civakê ye
15:56 Bi girseyî serdana şîna Mehmet Karahan hat kirin
15:46 Partiya Çepên Kesk li quntara Çiyayê Kumtik bi jinan re civiya
15:30 Li Amed, Êlih û Îzmîrê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
15:14 Hiqûqnasan perwerdeya ewlehiya hilbijartinê dan
14:58 28 sal in nexweşî lê peyda bûne
14:33 Bîlançoya operasyona hilbijartinê: 48 kes hatin girtin, 91 kes hatin berdan
14:28 Herêma Serhedê xwe bi rengê Partiya Çepên Kesk xemilandiye
14:17 NY’ê biryar da ku girtina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne
14:15 ‘Soylû rayeya xwe ya wezaretê ji bo mûxalefetê bêdeng bike bi kar tîne’
14:07 Li Bodrum û Ceyhanê civîna gel
13:54 Kesên di operasyona navenda wê Enqereyê de hatin binçavkirin
13:46 Dibe ku hûn rojnamevan Abdurrahman Gok bigirin lê belê hûn nikarin pênûsa wî bigirin!
13:38 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet neyê, aştî û aramî jî nayê
13:30 HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte hate girtin
13:19 DFG: Hûn dê nekarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin
12:34 Li Wanê otobusa rêwiyan wergeriya: 16 kes birîndar bûn
12:29 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kirin
12:23 ‘Dê ‘ewlehiya sindoqan’ li Balikesîrê nebe pirsgirêk’
12:22 Hevseroka Giştî ya OHD’ê Yeter: Operasyon li rêgeza ewlehiya hiqûqî hev nayê
12:18 Basin-Îş: Wê nikaribin dengê çapemeniya azad qut bikin
12:01 Hêzên demokrasiyê yên Mêrsînê dê di 1’ê Gulanê de li qadan bin
11:45 Ji Baroya Hatayê ji bo hilbijartinê seferberiya ‘ewlehiya sindoqan’
11:31 Li Êlihê banga 1’ê Gulanê: Em li dijî talan û diziyê qadan tije bikin
11:00 Damezirînera ICAVI'yê bang li jinan kir: Baweriya xwe bi sozên îslamiyên siyasî neyînin
10:58 Avahiya terkkirî veguherandin cihê têkoşînê
10:24 ‘Rojnamegerên ku dê dev ji heqîqetê bernedin hene’
10:21 Bêyî ku doza înşeata mizgeftê biqede ji bo hilbijartinê hat temamkirin
10:07 Jin 1'ê Gulanê pêşwazî dikin: Em heqê keda xwe nastînin
09:56 Bertekên li dijî binçavkirin û girtinan: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
09:47 Tesîsa ceyranê û valakirina çopê dibe sedema mirina sewalan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2023’YAN
08:32 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû û rojnamevan Yilmaz hatin binçavkirin
28/04/2023
23:59 Parêzer Temûr û rojnamevan Kanbal hatin berdan