Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake

  • rojane
  • 09:12 28 Çile 2023
  • |
AMED - Gelê Amedê ku me li rawestgehê mîkrofona xwe dirêjî wan kir, ji ber kêm bûna otobûsan gilî û gazînên xwe anîn ziman û gotin: “Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin divê xizmet bê kirin, lê qeyyum nake. Lewma divê qeyyum biçe û xwediyên şeredariyê bi xwe bên xizmeta gel bikin.”
 
Li Amedê ji roja ku qeyûm hatine tayinkirin heya niha di wesayîtên nava bajêr de pirsgirêk hene. Welatî demeke dirêj li li rawestgehan li benda otobus an jî dolmîşan disekinin û ev jî dibe cihê pirsgirêkan. Qeyûmê Amedê di 3’ê Çileyê de daxuyandibû ku wan 11 otobûsên şeredariyê yên nû li trafîkê zêde kirine. Lê welatiyên ku me li rawestgehên navçeya Yinişehir a Amedê mîkrofonê xwe dirêjî wan kir ji ber kêmbûna wesayîtan bi gilî û gazin in. 
 
‘XEBAT NE ÇÊKIRINA RÊYAN E’
 
Welatiyê bi navê Abdullah Kaya anî ziman ku ew jî ji ber kêmbûna otobusên şeredariyê demeke dirêj li rawestgehan disekine û wiha got: “Di warê wesayitên veguhestinê de kêmasiyên pir mezin hene. Ez li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê rûdinim, car caran bi wesayîta xwe ya taybet diçim ser kar. Dema ez di ber rawestgehê re derbas dibim gelek welatiyan dibînim ku li benda otobusê ne. Piranî caran ez wan li wesayita xwe siwar dikim. Xebat ne çêkirina rêyan e, lêhûrbûna li aramiya gel e.”
 
‘NÎV SAET E EZ LI BENDA OTOBUSÊ ME’
 
Welatiya bi navê Kubra Nur Yilmaz ku li ber rawestgehê em pê re axivîn bi lêv kir ku ew nîv saet e li benda otobusê ye û ev tişt gotin: “Otobus dereng tên. Dema tên jî tijî tên, meriv nikare lê siwar bibe. Welatî ji ber kêmbûna otobusan bi gilî û gazîn in. Divê otobus li trafîke bên zêdekirin. Li vir saet û nîvekê li benda otobusê sekinîme. Sedema van pirsgirêkan kêmbûna otobusan e.” 
 
Bi domdarî Yilmazê der barê daxuyaniya qeyûm de ku gotibû "me 11 otobus li trafîkê zêdekirine" jî got ku wan tu tu otobus nedîtine, ger tiştekî wiha kiribûna gere ew ev qas li benda otobusan nesekiniyana. 
 
‘BILA ŞAREDARÊN ME BIN’
 
Welatiyê bi navê Yaşar Oktay jî diyar kir ku sedema van pirsgirêkan qeyûm e û got: “Ev nîv saet e ez li benda otobuse me. Qeyûm xizmetê nake. Otobus tune ne, kêm in. Gelek kes li rawestgehê li benda otobusan disekinin, ji ber wê dema otobus tê îzdiham çedibe, yanî rezaletî ye. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin divê xizmet bê kirin lê qeyûm nake. Ji ber wê divê qeyûm biçe, xwediyên şeredariyê bi xwe bên xizmeta gel bikin. Bila şeredarên me bin.”
 
‘LI AMEDÊ XIZMET TUNE YE’
 
Welatiyê bi navê Şeref jî destnîşan kir ku ew jî ji ber pirsgirêka wesayitên veguhestinê yên şeredariyê bêzar e û ev tişt anîn ziman: “Car heye em nîv saetê li benda otobuse disekinin, carinan zêdetir. Dema tê jî cih ji me re namîne ku em lê siwar bibin. Ji ber ku otobus dereng tên, em jî dereng diçin ser karê xwe.  Divê otobus bên zêdekirin, otobus pir kêm in. Li Amedê xizmet tune ye.”
 
‘DIVÊ OTOBUS BÊN ZÊDEKIRIN’
 
Welatiya bi navê Sevîm Akin ku li rawestgahê li benda otobusê ye bertek nîşanî kêmbûna otobusan da û got: “Otobus nîv saetê an jî 40 deqeyî carekê tên. Em jî demeke dirêj li benda otobusan disekinin. Ji ber wê diwestin. Texsî jî pir biha ye, em nikarin bi texsiyê biçin. Ev 40 deqe ye em li benda otobusê ne."
 
Welatiyê bi navê Remzî Fîlîzay jî anî ziman ku otobus li Amedê kêm in, ji ber wê jî welatî bi gilî û gazinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “20 deqe ye ez li benda otobusê me. Otobus pir dereng tên. Dema tên jî tije tên û em nikarin siwar bibin. Divê otobus bên zêdekirin.”
 
‘ASTENGDAR MEXDÛR DIBIN’
 
Welatiyê bi navê Metîn Selçûk ku astengdar e û li ber rawestgehê li benda otobusê ye diyar kir ku di piraniya otobusan de ranpayê astengdaran şikestiyê û gilî û gazinên xwe wiha anîn ziman: “Her tim li rawestgehan demeke dirêj li benda otobusan disekinim. Di piraniya otobusan de ranpayê astendaran şikestiye, ji ber wê gava siwar dibim pir zehmetiyê dikişînim. Em bi alikariya welatiyan lê siwar dibin. Piraniya ajovanan jî nahêlin em siwar bibin. Dema em gilî û gazinan dikin dibêjin em ê çêkin, lê çênakin.  Ji ber wê astengdar mexdûr dibin. Em dixwazin ev pirsgirêkên astengdaran bên çareserkirin û otobus li trafîkê bên zêdekirin.”
 

Sernavên din

19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin