Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake 2023-01-28 09:12:36 AMED - Gelê Amedê ku me li rawestgehê mîkrofona xwe dirêjî wan kir, ji ber kêm bûna otobûsan gilî û gazînên xwe anîn ziman û gotin: “Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin divê xizmet bê kirin, lê qeyyum nake. Lewma divê qeyyum biçe û xwediyên şeredariyê bi xwe bên xizmeta gel bikin.”   Li Amedê ji roja ku qeyûm hatine tayinkirin heya niha di wesayîtên nava bajêr de pirsgirêk hene. Welatî demeke dirêj li li rawestgehan li benda otobus an jî dolmîşan disekinin û ev jî dibe cihê pirsgirêkan. Qeyûmê Amedê di 3’ê Çileyê de daxuyandibû ku wan 11 otobûsên şeredariyê yên nû li trafîkê zêde kirine. Lê welatiyên ku me li rawestgehên navçeya Yinişehir a Amedê mîkrofonê xwe dirêjî wan kir ji ber kêmbûna wesayîtan bi gilî û gazin in.    ‘XEBAT NE ÇÊKIRINA RÊYAN E’   Welatiyê bi navê Abdullah Kaya anî ziman ku ew jî ji ber kêmbûna otobusên şeredariyê demeke dirêj li rawestgehan disekine û wiha got: “Di warê wesayitên veguhestinê de kêmasiyên pir mezin hene. Ez li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê rûdinim, car caran bi wesayîta xwe ya taybet diçim ser kar. Dema ez di ber rawestgehê re derbas dibim gelek welatiyan dibînim ku li benda otobusê ne. Piranî caran ez wan li wesayita xwe siwar dikim. Xebat ne çêkirina rêyan e, lêhûrbûna li aramiya gel e.”   ‘NÎV SAET E EZ LI BENDA OTOBUSÊ ME’   Welatiya bi navê Kubra Nur Yilmaz ku li ber rawestgehê em pê re axivîn bi lêv kir ku ew nîv saet e li benda otobusê ye û ev tişt gotin: “Otobus dereng tên. Dema tên jî tijî tên, meriv nikare lê siwar bibe. Welatî ji ber kêmbûna otobusan bi gilî û gazîn in. Divê otobus li trafîke bên zêdekirin. Li vir saet û nîvekê li benda otobusê sekinîme. Sedema van pirsgirêkan kêmbûna otobusan e.”    Bi domdarî Yilmazê der barê daxuyaniya qeyûm de ku gotibû "me 11 otobus li trafîkê zêdekirine" jî got ku wan tu tu otobus nedîtine, ger tiştekî wiha kiribûna gere ew ev qas li benda otobusan nesekiniyana.    ‘BILA ŞAREDARÊN ME BIN’   Welatiyê bi navê Yaşar Oktay jî diyar kir ku sedema van pirsgirêkan qeyûm e û got: “Ev nîv saet e ez li benda otobuse me. Qeyûm xizmetê nake. Otobus tune ne, kêm in. Gelek kes li rawestgehê li benda otobusan disekinin, ji ber wê dema otobus tê îzdiham çedibe, yanî rezaletî ye. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin divê xizmet bê kirin lê qeyûm nake. Ji ber wê divê qeyûm biçe, xwediyên şeredariyê bi xwe bên xizmeta gel bikin. Bila şeredarên me bin.”   ‘LI AMEDÊ XIZMET TUNE YE’   Welatiyê bi navê Şeref jî destnîşan kir ku ew jî ji ber pirsgirêka wesayitên veguhestinê yên şeredariyê bêzar e û ev tişt anîn ziman: “Car heye em nîv saetê li benda otobuse disekinin, carinan zêdetir. Dema tê jî cih ji me re namîne ku em lê siwar bibin. Ji ber ku otobus dereng tên, em jî dereng diçin ser karê xwe.  Divê otobus bên zêdekirin, otobus pir kêm in. Li Amedê xizmet tune ye.”   ‘DIVÊ OTOBUS BÊN ZÊDEKIRIN’   Welatiya bi navê Sevîm Akin ku li rawestgahê li benda otobusê ye bertek nîşanî kêmbûna otobusan da û got: “Otobus nîv saetê an jî 40 deqeyî carekê tên. Em jî demeke dirêj li benda otobusan disekinin. Ji ber wê diwestin. Texsî jî pir biha ye, em nikarin bi texsiyê biçin. Ev 40 deqe ye em li benda otobusê ne."   Welatiyê bi navê Remzî Fîlîzay jî anî ziman ku otobus li Amedê kêm in, ji ber wê jî welatî bi gilî û gazinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “20 deqe ye ez li benda otobusê me. Otobus pir dereng tên. Dema tên jî tije tên û em nikarin siwar bibin. Divê otobus bên zêdekirin.”   ‘ASTENGDAR MEXDÛR DIBIN’   Welatiyê bi navê Metîn Selçûk ku astengdar e û li ber rawestgehê li benda otobusê ye diyar kir ku di piraniya otobusan de ranpayê astengdaran şikestiyê û gilî û gazinên xwe wiha anîn ziman: “Her tim li rawestgehan demeke dirêj li benda otobusan disekinim. Di piraniya otobusan de ranpayê astendaran şikestiye, ji ber wê gava siwar dibim pir zehmetiyê dikişînim. Em bi alikariya welatiyan lê siwar dibin. Piraniya ajovanan jî nahêlin em siwar bibin. Dema em gilî û gazinan dikin dibêjin em ê çêkin, lê çênakin.  Ji ber wê astengdar mexdûr dibin. Em dixwazin ev pirsgirêkên astengdaran bên çareserkirin û otobus li trafîkê bên zêdekirin.”