Parêzer Ataş: Di doza Denîz Poyraz de dadgeh miameleya bersûcan li aliyê beşdar dike

  • rojane
  • 11:09 13 Cotmeh 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Ji parêzerên malbata Denîz Poyraz, Îmdat Ataş da zanîn ku şandeya dadgehê miameleya bersûcan li aliyê malbatê dike û wiha got: “Kêmek ma ye ku Denîz Poyraz bê darizandin. Rêbaza darizandina bêalî û adilane nayê bikaranîn.” 
 
Kujer Onur Gencer, di 17’ê hezîrana sala 2021’an de êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kir û ji xebatkarên partiyê Denîz Poyraz qetil kir. 5’emîn danişîna doza kujer Gencer duh li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat dîtin. Di danişînên berê de parêzeran xwestibûn ku hêzên piştgiriyê didin kujer Gencer bên aşkerakirin û lêpirsîn bê berfirehkiri. Lê belê ev daxwaz ji hêla şandeya dadgehê ve hatibûn redkirin. Heman şandeyê di danişîna dawî de jî mafê axaftinê yê parêzeran bisînor kir. 
 
ASTENGKIRINA PARÊZERAN
 
Şandeya dadgehê ku di destpêka danişînê de biryara xwe ya navberê ragihand, diyar kir ku parêzerên bi belgeya rayeyê nehatine peywirdarkirin dê nekarin bibin aliyên dosyayê, dê mafê axaftinê nede wan û bi vê sedemê jî xwest ku ji qada bo parêzeran hatiye veqetandin derkevin. Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel bertek nîşanî vê biryara şandeyê da û şandeyê jî wiha bersiv da Yucel: “Li cihekî ku parêzerên eslî heyîn, ez hewcehî bi axaftina we nabînim. Ez ê nehêlim hûn biaxivin. Ji qada bo parêzeran hatiye veqetandin derkevin.”Yucel jî destnîşan kiribû ku dê ji qada parêzeran dernekeve. Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî diyar kiribû ku weke endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dixwaze ku axaftin bên qeydkirin. Lê belê serokê şandeyê bi heman helwestê diyar kir ku dê ev axaftin neyên qeydkirin.
 
XAZA ÎSOTÊ AVÊTIN 
 
Bi astengkirina parêzeran re li eywana danişînê rageşî dest pê kir. Leşkerekî şimaqek li birayê Denîz Poyraz, Kamûran Poyraz da. Kamûran Poyraz ku kujer Onur Gencer gotin jê re kirin, bi darê zorê ji eywanê hat derxistin. Di vê kêliyê de di navbera kesên bertek nîşan dayîn û leşker û polîsan de nîqaş derket. Şandeya dadgehê eywana danişînê terikand û polîsan xaza îsotê avêt beşdaran. Şandeya dadgehê ku demek piştre dîsa hat eywanê, bûyera heyî li zaptan qeyd kir lê şimaqa li Kamûran Poyraz hatiye xistin qeyd nekir. 
 
Şandeya dadgehê bi hinceta “ewlekariyê” danişîn taloq kir û biryar da ku êdî doz li Eywana Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin. Danişîna dozê taloqî 14’ê cotmehê hat kirin. 
 
‘DANIŞÎN NEHAT DÎTIN’
 
Ji parêzerên malbata Denîz Poyraz, Îmdat Ataş têkildarî tiştên duh di danişînê de qewimîn axivî û got ku di esasê xwe de danişîn nehatiye dîtin. Ataş, bal kişand ser guherandina cihê darizandinê û wiha got: “Me li dijî vê îtîraz kir. Lê belê ji destpêkê heta niha dixwazin vê dozê ji raya giştî veşêrin, bikin ku xwedîderketin kêm be û di demekî kin de bi ser bigirin. Di halê hazir de ji vir û şûnde darizandin dê li Şakranê bidome. Helwesta serokê dadgehê û dadgerê endam ê serokatiya demkî dike ji destpêka dozê heta niha neguheriye. Tişta ku em jê re dibêjin belgeya rayeyê, di Qanûna Parêzeran de hatiye sererastkirin û hemû rayeyên di vekaletnameya parêzer de digire nava xwe. Şandeya dadgehê biryareke derqanûnî da. Ev biryar ji xwe di rûniştina din de dabûn. Hema nelirêtî didome. Em aliyê gilîker in lê dadgeh miameleya bersûc li me dike. Ya ku me heta niha dîtî ew e ku bersûc û beşdar cih guherandiye. Kêmek ma ye ku dixwazin Denîz Poyraz bidarizînin.” 
 
'DARIZANDINEKE ADILANE TUNE YE’
 
Parêzer Ataş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dadgeh dixwaze ku vê dosyayê tenê bi bersûcekî biqedîne û kesên li piştperdeyê lêkolîn neke. Di hêla bêalîtiyê de gumanên me ji şandeyê hene. Hêjta biryarek nehatiye dayîn lê pêvajoya heta niha nîşan dide ku darizandineke bêalî û adilane nayê kirin. Lewma darizandineke adilane nîne. Di vê mijarê de fikarên me yên mezin hene. Me ev yek gelek caran ji wan re ragihand û dê hêj ragihînin jî. Denîz Poyraz û HDP bi tenê nînin. Ji bo ku hêzên pişt tettîkêş Onur Gencer bên aşkerakirin, ya ku ji destê me tê em ê bikin.” 
 
MA / Tolga Guney - Delal Akyuz
 

Sernavên din

20/10/2022
12:29 Ji Abdûllah Ocalan 18 meh in agahî nayên girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kirin
12:16 Êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk bû TT
12:04 Dayikên Aştiyê : Kurdno li dijî çekên kîmyewî rabin ser pêya
11:57 Saziyên kurdî wê sibê Cegerxwîn bi bîr bînin
11:50 HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve!
11:49 Êrişên bi çekên kîmyewî li gelek bajarên welatên Ewropayê hatin protestokirin
11:49 Salek û 3 meh ceza li stranbêj Dora hat birîn
11:36 Fîncanci: Çekên kîmyewî yên ku sîstema rehikan hedef digire hatine bikaranîn
11:22 Fakibaba yê AKP’î ji partiya xwe û parlamenteriyê îstîfa kir
11:19 Bûldan û Sancar ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
10:55 Taşdemîr: Bi nêzîkatiya tolhildanê nêzî Aysel Tûglûk dibin
10:37 Eşber Yagmurderelî: Abdullah Ocalan rêbertiyeke civakî ye
10:36 Goksungur: Çalakiyên li dijî tecrîdê dê li ber OPCW berdewam bikin
10:08 Tanrikûlû yê CHP’î bertek nîşanî çekên kîmyewî da: Ez ê pêşkêşî rojeva Meclisê bikim
10:04 'Ker û lalîtiya cîhanê ya ji bo çekên kîmyewî nayê qebûlkirin'
09:03 Parêzer Balsak: Tirkiye peymanan binpê dike, dibe ku bê darizandin
09:03 Bavê Xemgîn ê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:02 Piştî 23 salan pembû danî, lê poşman bû!
09:01 ‘Bi avakirina Serokatiya Cemxaneyê dixwazin qeyûm tayinî elewîtiyê bikin'
09:00 Dîmenên li nexweşxaneyê bi awayekî organîzekirî hatin tunekirin!
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2022'YAN
19/10/2022
20:03 Nameya KCD-E'yê ya ji bo OPCW'yê: Dest ji vê bêdengiya xwe berdin!
19:21 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên bi çekên kîmyewî şermezar kirin
17:24 Nobeta Edaletê: Em ê mafên xwe biparêzin
17:16 Ciwanên welatparêz li dijî êrişên çêken kîmyewî meşiyan
17:05 Meclisa Tenduristiyê ya KCD’e: Ev sûc tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wan nayên kirin
17:02 Kesên ku polîsan li Kadikoyê tundî li wan kiribûn wê giliyê bikin
16:37 Turan: Tifaqa AKP-MHP’ê qaseya baronên şer tije dike
16:33 ANYAKAY-DER serdana çalakiya GOÇÎZDER’ê kir
16:11 Komkujiyên kanên madenan ne fitrat ne jî qeder in
16:04 OPCW’ê bersiva pirsa ‘çekên kîmyewî’ da: Heta dewlet nexwazin em nikarin lêkolîn bikin
15:48 Li girtîgehên Egeyê di 6 mehan de herî kêm 572 binpêkirinên mafan pêk hatin
15:47 Îlham Ehmed: Yên ku li dijî çekên kîmyewî bêdeng dimînin hevkarên sûc in
15:38 SYKP’ê pankarta ‘dewleta tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike’ daliqand
15:31 Erdogan li ser hejmara zarokan dijminatiya xwe ya li kurdan nîşan da
15:22 Şaxa SES’ê ya Amedê: Heke daxwazên me neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe mezintir bikin
15:19 Têkoşîna Emîne Şenyaşar bû belgefîlm
14:55 Dayikên Aştiyê: PDK hevkarê vê komkujiyê ye
14:44 Di Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar a Ozgur Gundemê de daxwaz redkirina dadger
14:19 RJAK: Divê gel li dijî vê bêwijdaniyê dakeve kolanan
14:13 Danişîna Doza 10’ê Cotmehê ku li Dadgeha Bilind hatibû xerakirin hat dîtin
13:54 Şîrikiya Tirkiyeyê û PDK’ê ya kîmyewî
13:27 Li Girtîgeha Êlihê 3 jinên siyasetmedar hatin sirgunkirin
13:17 Cenazeyê Urper piştî 23 rojan hate veşartin
13:07 Li DTSO’yê cara ewil seroka meclisê ya jin hate hilbijartin
12:50 ‘Heke bi qanûnên xwe bikirana dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan’
12:50 ‘Li Kurdistanê di bin navê ol de li dijî Rêya Sêyemîn pêngavek tê pêşxistin’
11:57 Qeyûm otogara ku bi 2 milyonan çêkir bi bihayê 22 milyon û 550 hezar TL’an da îhaleyê
11:04 KCD, TJA, HDP, DBP: Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê divê hemû kes bikeve nava tevgerê
11:01 KNK: Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye
10:45 Li Erdîşê bi ser malan de girtin: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
10:42 Qeyûmê Cizîrê ji bo mîhrîcanê alavên sporê yên parkê jê kirin
10:40 Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê ji sedî 90’î girtiyan hatin sirgunkirin
10:36 Rojnameger Ozdemîr: Li Iraqê her aliyê ku winda kirî xwe serkeftî nîşan da
09:06 Li girtiyên ku kamerayên odeya wan temaşe kirine şikandine ceza hatiye birîn
09:04 Mîhrîcana Şonaya Bajêr a Amedê sibê dest pê dike
09:02 Li girtiyê ku berdana wî 2 caran hatiye taloqkirin cardin 'poşmanîtî' tê ferzkirin!
09:01 Dayika ku 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Kesê xwedî wijdan dê tev li mîhrîcanê nebe
09:01 Li quntarên Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2022'YAN
18/10/2022
22:39 Li hemberî Asayîşa Êzidxanê êrişek pêk hat: 4 kes birîndar bûn
19:27 HDP'ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang li raya demokratîk kir
19:10 ESP: Tirkiye sûcên li dijî mirovahiyê dike
18:35 RSF: Li Îranê 41 rojnamevan hatine girtin
16:48 Dîmenên 2 HPG’iyên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn hatin weşandin
16:30 Xwendekara ku sirûda pesnê Hamaney dide nexwend hat qetilkirin
16:19 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de ji bo ku bersûc ‘heqê ziyanê’ bidin dem hat dayîn
16:01 Malbatên girtiyan peyama berxwedana li dijî zilmê dan
15:37 Di ‘Plana çalakiyê’ ya Tirkiyeyê de tiştek neguherî
15:05 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat berdan
15:05 Tirkiyeyê li Başûr di rojekê de 14 caran çekên kîmyewî bi kar anîn
14:57 CHP xala 29’an dibe AYM’ê
14:53 Li Egeyê erdhej çêbû
14:45 Buldan: Erdogan di nava 24 saetan de zîhniyeta xwe nîşan da
14:34 Sporvana îranî ku agahî jê nedihat girtin daxuyanî da
13:55 KON-MED’ê bang li gelê kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan
13:51 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
13:26 ÎHD: Bila berpirsiyarên karesatê yên rasteqîn bên darizandin
13:14 Emîne Şenyaşar: Ez li benda biryara îstînafê me
13:05 KODAR’ê banga avakirina ‘meclisên bajaran ên xweser’ li çalakvanan kir
12:41 Zarokê ku wesayîta polîsan lê dabû emeliyat bû
12:41 Dadgehê proje betal kiribû lê qeyûm îhaleya hilweşandinê derxist
12:33 Xizmên girtiyan: Em ê dev ji doza zarokên xwe bernedin
12:23 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
12:21 Alayên AKP’ê li bin posterên Erdogan ên derqanûnî hatin daliqandin!
12:18 Nasnameyên HPG’iyên di êrişa kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:52 Cenazeyên Urper û Hisên ev 22 roj in li ATK’ê tên sekinandin
11:44 Agahî ji sporvana îranî ku serqot beşdarî pêşbaziyê bûbû nayê wergirtin
11:42 Li girtîgeha ji bo danişînê anînê hate derbkirin û tacîzkirin
11:17 YE'yê ji ber rola wan a di êrişan de mieyîde li ‘polîsên exlaqê’ û rayedarên Îranê ferz kir
11:04 Du lawên wî ketine nava tora tiryakê: Dewlet fıroşkarên tiryakê nagire
10:30 Xelîl: Bicihkirina HTŞ'ê ya li Efrînê ji bo lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê re ye
10:07 Erdogan ‘Qanûna Sansurê’ pejirand
09:30 Rojnameger Boltan: Heqîqeta 50 milyon kurdî nayê astengkirin
09:18 Li Xarpêtê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
09:01 Encumena HDP'î kirine endama AKP'ê!
09:00 'Em ê mafê çêkirina nûçeyan ê rojnamevanan biparêzin'
09:00 Ferît Şenyaşar: Divê Yildizê AKP'î wekî bersûc bê darizandin
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan