ENQERE - Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir piştî danişîna doza lijneya CHP’ê daxuyanî da û got: “Em partiya xwe teslîm nakin. Tu kesên bi biryara darazê were li ser vê kursiyê rûnê di nava vê partiyê de nînin.”
Danişîna doza bi daxwaza betalkirina 38’emîn Lijneya Asayî ya CHP’ê û dûrxistina lijneyên peywirdar ji peywirê hatiye vekirin, li 42’yemîn Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Enqereyê hat lidarxistin. Dadgehê, biryar da ku xwe li benda tekezbûna pêvajoya îtîraza li dijî biryara bêpeywiriyê bigirin û danişîn taloqî 8’ê Îlonê kir.
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir piştî danişînê li pêşiya Navenda Giştî ya CHP’ê daxuyanî da.
Başarir, got: “Bi daxwaznameyeke dozê ya şîzofrenî dozek tê vekirin û Tirkiye bi vê mijûl dibe. Tu bingeheke vê dozê ya usulî û esasî tune ye. Ka du caran du çi be, encama vê dozê jî ew e. Diviyabû ev doz nebûbûya rojeva Tirkiyeyê. Em li vir in. Em bi tu awayî partiya xwe temsîl nakin. Heke mezinekî me bixwaze bibe serokê giştî, dê hilbijartin dest pê bikin, mîna birêz Ozgur Ozel dê derkeve pêşberî delegeyan û heke serkeftî be dê qezenc bike. Ji bilî vê rêbazê, tu kesên wisa di nava vê partiyê de nînin ku bi biryarên darazê yên AKP’ê were rûnê ser vê kursiyê.”