‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'

  • rojane
  • 09:11 24 Nîsan 2022
  • |
img
SÊRT - Berdevka Maseya Dîn û baweriyan a HDP'ê Sabahat Înal Acar, destnîşan kir ku armanca vîlayên ku tê xwestin li Newala Qesaba bên çêkirin, binpêkirina rûmeta gel e. 
 
Hatibû daxuyandin ku dê li Newala Qesaba vîla bên çêkirin. Newala Qesaba, heya niha bûye mijare gelek fîlm, kilam, stran û pirtûkan. Nêzî navenda Sêrtê ye û 405 donim e. Li vir gelek kesên bi awayekî kiryar nediyar hatine qetilkirin û gelek PKK'yiyên di dîroikên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî komî hatine veşartin. Tê gotin herî zêde cenazeyê 300 kesan di vir de ye. 
 
Newala Qesaba piştî wextekê ket ber îmarê. Ewilî rêyeke duble lê hat çêkirin û paşê ji bo hêwana dawetan destûra îmarê hat dayîn. Li cihê ku tê texmînkirin goristanên komî lê ne akademiya polîsan hat avakirin û niha jî tê xwestin avahî û vîlla lê bên çêkirin. 
 
Bertekên li dijî vê didomin. Berdevka Maseya Dîn û Baweriyan a Herêmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sabahat Înal Acar, têkildarî mijarê axivî. 
 
‘EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'
 
Acar, anî ziman ku xwestine têkildarî vê projeyê lêkolînê bikin, lê belê bi astengiyên polîsan re rû bi rû mane û got: "Li Newala Qesab hestiyên kurd û ermeniyên bi îşkenceyê hatine kuştin hene. Ev der ji bo gelê kurd cihekî pîroz e. A li vir tê kirin bêhurmetî ye. Dixwazin bi betonê ser vir bigirin. Dixwazin bi vî awayî ser şerma xw ebigirin. Dixwazin li cihekî ku hestiyên mirovan lê veşartî vîlayên bihawiz û avahiyan çêbikin. Em ê li ber vê îşkenceyê bêdeng nemînin. Ên bêdeng bimînin dê li dinya wî aliyî hesab bidin." 
 
BERJEWENDIYÊN ŞÎRKETÊ
 
Acar, helwesta dînê îslamê ya ji bo goran bibîr xist û got: "Ji bo berjwendiyên şîrketekê dixwazin rûmeta gelekî binpê bikin. Hedîseke pêxemberê me heye ku dibêje 'Kesê li ser gorekê rûnê wekî li ser agir rûniştibe.' Îja dê mirov, dê alîgirên AKP'ê çawa rabin li ser vê goristanê vîlayan çêbikin û tê de rûnên. Di wê goristanê de hestiyên kesên bi îşkenceyê hatine kuştin hene. Dê çawa di vîlayên bihawiz ên li ser goristanê hatine çêkirin kêf bikin? Em di Remezanê de jî çûn lê nehiştin. NEhiştin em biçin wir û projeyê bibînin. Bila rêzê nîşanî miriyên me û nirxên me bidin." 
 
DI SALEKÊ DE 147 ÊRIŞ
 
Acar, destnîşan kir ku divê alimên îslamê û civaka misilman vê hovîtiyê bike rojev û got: "Gava mesele dibe kurd her kes xwe li bêdengiyê datîne. Li vira meseleyeke mirovahiyê, meseleyek wijdan û ehlaqê heye. Berê gava kesek bimirana mirov bi mehan televîzyon venedikirin, dawet nedikirin. Rêz û hurmet hebû ji bo miriyan. Gava di ber goran re derbas dibûn hêdîka diaxivîn. Îja çi bû ku niha êrişê dibin ser goran, hestiyan dişikînin û betonê dirijînin ser hestiyan? Wekî li Kilyos a Stenbolê. Di vê pêvajoyê de 147 caran êriş birin ser goran. Gor hatin texrîbkirin. Sedemeke siyasî ya van tiştan heye. Ev bi van êrişan dixwazin saxan ceza bikin." 
 
Acar, xwest îmara li Newala Qesaba bê betalkirin û li wir goristan bê çêkirin. 

Sernavên din

24/04/2022
09:13 Dayika Îsê: Mirin jî tê de be em ê li ber xwe bidin
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê