‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’

  • rojane
  • 14:39 23 Nîsan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - NPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi serkeftina li Zapê re dê pêşî li serdemeke nû vekin û ji bo PDK’ê jî ev hişyarî da: “Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin û bila PDK nekeve navberê. Em ne alîgirên şerê kurd-kurd in lê heke hêzekî piştgirî da dijmin jî em ê vêcarê li hêsrên çavên kesekî nenihêrin.” 
 
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî operasyona ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin û di roja 7’an de didome daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne. 
 
Daxuyaniya NPG’ê ku li ser Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hatibû weşandin wiha ye: 
 
“Serdema ku em tê de di dîroka tekoşîna me de serdema herî girîng û dîrokî ye. Di 17’ê nîsanê de êrîşa dijmin a li ser eyaleta Zap û Avaşînê dest pê kir. Em, berxwedana li hemberî vê êrîşa dijmin bilind bûyî silav dikin. Şerê Zapê ji bo devleta tirk jî, ji bo rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP’ê jî pir girîng e. Lê ji bo Rêbertiya me, tevgera me, gelê me, heta ji bo gelên herêmê jî pir pir girîng e. Çima? Ji ber ku em dizanin devleta tirk a dagirker û qirker ji 2016’an ve li ser konsepteke nû tevdigere. Naveroka vê konseptê tunekirina tevgera azadiyê, tesfiyekirina tevahiya destkeftiyên gelê kurd e. Dagirkirina sînorên Mîsak-i Mîllî ye û pêşxistina kontrola li ser xaka Sûriye û Iraqê ye. Konsepta dijmin û armancê wê ev e. Bi van xeyalên Osmanî dixwaze li herêmê bibe hêzekî mezin. Bi qasî gelê me, ewqas jî ji bo gelên ereb û yên herêmê konsepteke xetere ye. Berxwedana li dijî vê konsepta Tirkiyeyê berxwedaneke pîroz û girîng e. Ji bo ku mirov xetereya li ser gelê heremê rake, ji bo mirov siyaseta qirkirina li ser Kurdistanê têk bibe, rêya hebûnê û azadiyê veke, ev berxwedana dîrokî û pîroz e. Rêya azadkirina Kurdistan û Rêber Apo ji serkeftina vê berxwedanê derbas dibe.
 
TIRKIYE DI ŞER DE TÊK ÇÛ
 
Weke ku tê zanîn Tirkiye di şerê vê konseptê yê heta niha de bi ser neket. Bi taybet jî xwest di 2021’an de pêngavekî pêş bixe û başûrê Kurdistanê dagir bike. Lewma bi awayekî surprîz êrişî Gareyê kir. Lê li wir şikest. Piştre jî li dijî Avaşîn, Zap û Metînayê êrişeke berfireh da destpêkirin. Dixwest di nava 3 mehan de heta Qendîlê biçe û tevahiya Başûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Lê bi saya berxwedana bi pêşengiya Şoreş, Serhed, Sarya, Rêber, Hêjar, Botan û Zinarînan de, ya bi fermandariya rêheval Cumalî û Çavrêyan têk çû. Di sala 2021’an de dijmin bi şêwazekî fermî têk çû. Niha jî vê têkçûna xwe ranagire û dixwaze tola xwe hilîne. 
 
DIKARIN ÊRIŞÎ METÎNAYÊ JÎ BIKIN
 
Ji bo biserxistina vê konseptê, AKP-MHP’ê berpirsyarî li xwe girtiye. Heke ser neket dê rejîma wan birûxe û dê bikevin zindanê. Ji ber ku berxwedana 2021’an rejîm anî ber hilweşînê. Niha desthilata faşîşt û qirker a AKP-MHP’ê dixwaze hemû derfetên dewleta tirk bi kar bîne û careke din şensê xwe biceribîne. Lewma jî êrişa Avaşîn û Zapê pêş xist. Ev êriş, hêj destpêke. Dê hîn firehtir û demdirêjtir be. Dibe ku di nava çend rojan de xeta Metîna, Girê Cudî û Girê Biharê jî bide ber vê êrişê. Heke li vir bi ser ket dê weke par konsepta xwe berfirehtir bike û tevahiya herêmên Medyayê dagir bike. 
 
HEKE TÊKÇÛN DÊ BO KURDAN ŞENSEKÎ NÛ ÇÊBIKE 
 
Dixwaze ji Mexmûr heta Şengal û Rojava, hemû destkeftiyan hedef bigire û ji holê rake. Armanca dagirkeriya Tirkiyeyê ev e. Aliyên xurt ên dijmin hene û aliyên qels jî hene. Ji hêla teknîk û îstîxbaratê ve xurt in. Lê ji hemû aliyên din ve lawaz e û em dikarin vî dijminî têk bibin. Rast e; niha dijmin bi hemû teknolojiya serdemê êrîşê me dike. Berxwedana li dijî vê hêsan nîne. Lê belê dikare ji bo derfetên nû bibe şenseke nû. Heke em dijmin têk bibin, dijmin ne tenê li Zapê lê dê li Enqereyê jî têk biçe û pergala faşîst a qirker têk biçe. Lewma ev berxwedan ji bo azadiya gel û Rêbertiya me ye. Di heman demê de ji bo demokrasiya gelên herêmê jî pir girîng e. Li ser vî gingehî, ji bo serkeftina vê berxwedana pîroz çi hewce bike divê mirov bike. 
 
ZAP QADEKE JI RÊZÊ NÎNE
 
Qada Zapê ne qadeke ji rêzê ye. Cîh û warê berxwedana dîrokî û mezin e. Dîrokeke xwe ya berxwedanê ya mezin heye û amadekariyê hevalan jî ne hindik in. Heta astekî amadekariyên hevalan jî hene. Dijmin xwest di sala 2008’an de Zapê dagir bike û darbeyê li biryargeha HPG’ê bixîne. Wê demê têk çû; berxwedana HPG zafer girt. Ji wê çaxê û vir ve gelek şer û berxwedan li qada Zapê pêş ket. Fermandarê wek rêheval Reşîd Serdar, Azad Sîser, Çîçek Kiçî, Mehmet Goyî û Alî Pilingan li vê derê hîmê berxwedanê danîn û temsîl kirin. Herî dawî berxwedana rêheval Baweran û Melsayan hîmekî esasî daniye. Heman tişt ji bo Avaşîn jî derbasdar e.  Ji bona wê berxwedana şoreşa me di qada Zapê û Avaşînê de aşkere ye ku bingehekî xwe yê dîrokî û xurt heye. Em bawer in hevalên li qada Zap û Avaşînê, li ser va kevneşopiya dîroka qadê, wê bikaribin di sala 2022’an de jî wekî 2021’an berxwedaneke dîrokî lidar bixin û zaferê nîhaî mîsoger bikin.
 
Lê ev ne hêsan e. Beriya hemû tiştî baldarî û fedakariyê dixwaze. Disiplîneke bilind, sebr, israr û kûranî dixwaze. Roja îro li hember dijmin şer pêşxistin û serkeftin ne hêsan e. Taybetmendiyên fedaî-Apocî nebe, ji xwe berxwedan nabe. Lê li kêlekê ruhê fedaî-Apocî, ruhê rêhevalî, dîsîplîn, dizîbûn, kamuflaj, taktik kûranî û afrînerî pêwîst e. Ger ku em di qada şer de bi ruhekî afrîneriya Apocî di astekî bilind de raber nekin, li kêleka wê fedakarî û cesareta tê xwestin pêşnexînin em ê nikaribin bi serbikevin.
 
PDK HIŞYAR KIR
 
PDK’ê par bi dewleta tirk re hevkarî kir. Bi şêwazê dorpêçkirin, ambargo, qutkirina rêyan û îstîxbaratê piştgirî da dijmin. Cardin pûsî li pêşiya hevalan danîn û li Xelîfanê heval şehîd kirin. Lê hevkariya xwe îsal hîn zêdetir kiriye. Lewma em dibêjin divê gelê me vê qebûl neke û xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve. Dijmin dixwaze bi şerê kurd-kurd encamekî bi dest bixe. Siyaseta PDK’ê ji vê re vekiriye û pir xetere ye. Ne xuyaye dê sibe çi bikin. Em ne alîgirên şerekî kurd-kurd in lê divê heval bersiva pêwîst bidin. Xweparastin mafekî pîroz e. Kî destê xwe dirêjî gerîla bike, gerîla dê bersiva pêwîst bide. Divê heval di vê mijarê de tevdîrên xwe di asta herî baş de bigirin. Rê nedin provakasyonan lê tevdîrên xwe bigirin. Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin û naxwazin kesek bikeve navbera me. Em naxwazin kesek bi dijmin re hevkariyê bike û rê li ber şerê kurd-kurd veke. Me ji bo vê gelek hewl da. Lê tevî vê yekê jî heke bikevin navbera me û dijmin, em ê li hêsrên çavên kesekî nenihêrin. Em di serdemekî dîrokî de ne. Berxwedana tê meşandin berxwedaneke pîroz e. Ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistan, ji bo demokrasiya herêma Rojhilata Navîn şer şerê azadî û demokrasiya gelan e. Şerê hebûn û azadiya gelê kurd e. 
 
Serkeftina li Zap û Avaşînê, serkeftina gelê heremê û gelê kurd e. Serkeftina li wê derê dê bi xwe re serdemekî nû bîne. Em dizanin ku dijmin dixwaze li wir encam bigre û piştre jî dest bi êrişeke berfireh bike. Lewma ev berxwedana pîroz, ji bo her kesekî pir girîng û dîrokî ye. Li ser hîmê felsefeya Rêber Apo em ê sala 2022’yan bikin sala serkeftina mezin.”
 

Sernavên din

24/04/2022
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin