Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn

  • rojane
  • 14:13 23 Nîsan 2022
  • |
img

AMED/ÊLIH -  Çalakiya Xizmên Windakiriyan di hefteya 689’an de berdewam kir. Di çalakiya vê hefteyê de Xizmên Windakiriyan bi munasebeta 23’yê Nîsanê aqûbeta zarokên hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Li Êlihê jî li aqûbea Îzzet Sevet hat pirsîn.

Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 689’an de li li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Yenîşehîr a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de xizmên windakiriyan, endam û rêveberên ÎHD û rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Beşdaran di çalakiyê de wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiyê de malbatan bal kişandin ser 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan û xwestin ku kujerên zarokên wan bên darizandin.  
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endama Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD’a Amedê Nerîman Dînçkan ve hate xwendin. Dînçkan, ji ewil bi munasebeta 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan, zarokên ku aliyê dewletê ve hatine qetilkirin bi bîr anî. Dînçkan, diyar kir ku di encama polîtîkaya dewletê de di salên 90’î de gelek zarok hatin qetilkirin û wiha got: “Kujerên wan zarokan nehatin cezakirin û dewletê ew kujer xelat kirin. Dewlet, li gorî hiqûqa navneteweyî neçare ku mafên zarokan biparêze. Lê li vê herêmê gelek zarok ji hêla dewletê ve hatin binçavkirin, qetilkirin û windakirin. Li gorî daneyên komeleya me, 27 zarok di bin çavan de hatin windakirin.” 
 
NAVÊN ZAROKÊN HATINE WINDAKIRIN
 
Bi domdarî Dînçkan qala zarokên hatine windakirin kir û navên wan wiha rêz kir: “Dîlek Serîn (3) û malbata wê li gundê Mîrik ê Dêrsimê, Ahmet Akbaş (15) li Hozat a Dêrsimê, Davut Altunkaynak (12) li Kerboran a Mêrdînê, Seyhan Dogan (16), Nedîm Akyon, Mahmût Abak (16) li Qeser a Mêrdînê, Faruk Aksan (16) li Nisêbîn a Mêrdînê, Ahmet Sanir (15) li Şirnexê, Îlyas Dîrîl (12), Zekî Dîrîl (16), Deham Guney (17) û Ahmet Dans (14) li Roboskê ya Şirnexê, Yahya Akman (16) li Cizîrê, Abdulazîz Gaysak (12) li Silopiya ya Şirnexê, Lokman Kaya (16) li Colemêrgê, Munîr Saritaş (13) û Nûrî Dayan (14) li Gever a Colemêrgê, Metîn Budak (11) li Amedê, Servet Îpek (15) û Çayan Çîçek li Licê ya Amedê, Umît Taş (16) li Pasûr a Amedê, Zekî Akyildiz (16) li Ferqîn a Amedê, Sabah Oruç (17) û Orhan Yakar (16) li Bismil a Amedê, Fatîh Kaya li Çewlikê, Yilmaz Gumuş û Şîrîn Mutlu (16) jî li Êlihê di bin çavan de hatin windakirin. Dewlete tu carî ev rastî qebûl nekir lê ew zarok di bin çavan de hatin windakirin.”
 
‘POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ HER SAL ZAROK KUŞTIN’
 
Di berdewema axaftina xwe de Dînçkan destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên necezakirinê her sal gelek zarok ji hêla leşkeran ve hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Lê ev kes nehatin cezakirin. Di sala 2004'an de Ugur Kaymaz ê 12 salî li Qoser a Mêrdînê bi bavê xwe re li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Di 30'ê adara 2006'an de Enes Ata ji ber bombeya xazê li bedena wî ket û jiyana xwe ji dest da. Di 29'ê adara 2006'an de Abdullah Duran dema li şaneşîna mala xwe li derve dinihêrt, di encama gulebarana hêzên dewletê de hate qetilkirin. Ceylan Onkol di sala 2009'an de li Lice ya Amedê di encama topeke hewanê ya ji qereqolê ve hatiye avêtin jiyana xwe ji dest da. Berkîn Elvan di 11'ê adara 2011'an de dema ji bo kirîna nan ji mala xwe derket bi guleya polîsan hate qetilkirin. Hêlîn Hasret Şen di 12'ê cotmeha 2015'an de dema li navçeya Sûr a Amedê bi xizmên xwe re diçû nan bikire, li kolana ku mala wê lê bû bi guleya wesayîta zirxî ya Kobra ve hate qetilkirin.”
 
DI 11 SALAN DE 130 ZAROK HATIN QETILKIRIN
 
Dînçkan, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rapora ÎHD’ê ya di navbera 2010 û 2021’an de ku derheqê binpêkirina mafên zarokan de hatiye amadekirin û ev dane parve kirin: “73 zarok bi guleyen hezên leşkerî, 18 zarok  bi wesayîtên zirxî û 39 zarokan jî di encama teqînan de jiyana xwe ji dest dan.” 
 
Di dawiya daxuyaniyê de beşdaran ji bo zarokên hatine qetilkirin deqeyek rêz girt û çalakî bi dawî kirin. 
 
ÊLIH
 
Rêveberê ÎHD'a Êlihê û Xizmên Windayan jî li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li serê Kolana Gulistanê di hefteya 526'emîn de çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên dairzandin" li dar xistin. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildin. Vê hefteyê li aqûbeta Îzzet Seven ê di nîsana sala 1998'an de li Êlihê hat windakirin pirsîn. 
 

Sernavên din

24/04/2022
09:11 ‘Armanca îmara li Newala Qesaba binpêkirina rûmeta gel e'
09:09 Wanî: Berpirsê vê krîzê polîtîkayên AKP'ê ne
09:07 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve!
09:05 'Ji ber polîtîkayên bêcezakirinê îşkence li girtiyan tê kirin'
09:03 Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê: Bi êrişan dixwazin tola DAIŞ'ê hildin
09:01 Ji sînorê Başûr bang kirin: Divê em li dijî şer derkevin
09:00 ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2022'YAN
08:34 Di doza malbata Şenyaşar de ji malbata Yildiz 4 kes hatin girtin
23/04/2022
22:08 Di 'lêpirsîna Kobanê' de 5 kes hatin girtin
20:54 Ji bo malbatên girtiyan û xizmên windayan fitarî
20:07 Civata Ciwanên Herêma Şêladizê: Em ê li dijî êrişan bêdeng nemînin
19:47 Hevseroka AYKAY-DER'ê Bayav hat berdan
19:26 2 heyet çûn gundê Timoqê
18:16 Li Marînosê şerekî dijwar diqewime
18:03 Ji malbata Yildiz ê AKP'î 11 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
16:57 Jinan ji Qilebanê bang kir: Faîl dewlet û daraz e
16:52 Bîlançoya şerê li Zap û Avaşînê hat eşkerekirin
16:42 Nûnertiya HDP'a Başûr: Divê kes li dijî şer bêdeng nemîne
16:04 Dozger xwest ku kesên ji lêpirsîna Kobanê hatine binçavkirin bên girtin
16:04 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê 70 salî bê berdan
15:51 Girtiyê nexweşiya penceşêrê xistine hucreya yekkesî
15:23 ÎHD’ê xwest ku girtiyên nexweş Ozbek û Ece bên berdan
14:39 Li Wan û Mêrsînê banga beşdariya mitîngên 1’ê Gulanê hat kirin
14:39 ‘Em bi dijminê bav û kalan re şer dikin bila PDK nekeve navberê’
14:13 Di 23’yê Nîsanê de aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsîn
13:42 Piştî 25 rojan qedexeya li gundê Timoq hat rakirin
13:28 Dayikên Şemiyê li aqûbeta zarokên hatine windakirin pirsî
13:16 Li Şirnexê karkerekî Kana Komirê jiyana xwe ji dest da
12:27 'Divê Parlamentoya Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê bêdeng nemîne’
12:27 Pismamên şaredarê AKP’yî ji ‘qaçaxtiya mirovan’ hatin binçavkirin
12:11 Pêşmergeyê Dêrin: Tu sûdekî hevkariya PDK’ê ji bo kurdan nîne
11:45 Malbata Şenyaşar: Em nehatine wê astê ku bibêjin edalet pêk hat
11:32 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 18’emîn de ye
11:32 Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin
11:31 'Em ê peyamên Newrozê di 1’ê Gulanê de bidomînin’
11:24 HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin
11:06 Ji Tifaqa Kurdistanî banga hevpar: Em ji siyaseta dagirkeriyê re bêjin 'NA'
10:53 Kamal Chomani: PDK bûye leşkerê bi pere yê Tirkiyeyê
09:55 Amediyan bertek nîşanî Barzaniyan dan: Dilê we çawa digire ku hûn birayên xwe bikujin?
09:08 1'ê Gulanê dê bi ruhekî dijberî şer bê pîrozkirin
09:06 Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin
09:04 Tûtinvan: Bila kooperatîfvanî bi dawî bibe
09:03 Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolîn, dîrok û wêjeyî xwendine
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN
22/04/2022
21:47 Roja Rojnamegerên Kurd hat pîrozkirin: Heqîqet di tariyê de neman
21:18 Banga hunermendan: Bi hev re li dijî dagirkeriyê rabin
20:36 Li herêma operasyonê çawîşek pispor mir
20:29 Ciwanên HDP'î bûn mêvanê Sifra Edaletê
18:04 Cenazeyê Berîvan Alturk a hat qetilkirin hat veşartin
17:55 Li Şêladizê li baregeha artêşa tirk du teqînên mezin
17:42 Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin
16:32 Di Nobeda Edaletê de banga berdana girtiyên nexweş hat kirin
16:30 Faîlê ku Alturk qetil kir, zarokê xwe jî giran birîndar kir
15:46 Şirketê vîlayên li Newala Qesaba parast
15:45 Serdegirtina avahiya HDP'ê ya Bazîdê hat şermezarkirin
15:33 Ji rêxistinên sivîl daxuyaniya hevpar: Dest ji îşkenceya li hepsan berdin
15:32 Dayikên Aştiyê êriş şermezar kirin
15:07 Danişîna doza Arslan hat taloqkirin
15:06 Danişîna doza Demîrel û Balûken hat dîtin
15:06 Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate
14:14 Meclisa Jinan a TUM BEL-SEN’ê: Em zextan qebûl nakin
14:14 MKGP: Gotina ku em bibêjin û cureta me ya ku em bikin heye
14:08 Doza Geziyê: Dozger wek karmendek AKP’ê ye
13:09 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:07 HDP: Em banga xwedî derketina heqîqeta mîrateya Rojnameya Kurdistanê dikin
12:51 Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome
12:35 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyê di roja 17’emîn de ye
12:31 Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e
12:08 Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye?
10:58 Li Kurêjahro şerek dijwar diqewime
10:47 Koç: Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin
10:47 Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir
10:06 Polîsan bi ser HDP’a Bazîdê de girtin: 3 kes hatin binçavkirin
10:02 Li Rihayê wesayît kete qenala avê: 3 kes mirin 2 kes jî winda bûn
09:42 Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:03 Ji ber Facebookê doz li welatiyê 74 salî vekirin!
09:03 Leşkerê ku li dijî PKK'ê şer kiriye: Ez bi têkneçûna PKK'ê baş dizanim
09:03 Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome
09:03 'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'
09:03 Ji ber gotina 'em gotinên wî lê vedigerînin' li Çaglar Demîrel doz hat vekirin
09:03 Pirsa Dayikên Aştiyê ya ji Barzanî: Birayê te kî ye?
09:03 Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin
09:03 Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin
09:02 ‘Zarokên girtî rastî tundî, heqaret û lêdanê tên’
09:00 Şeniyên Amedê: Sedema krîza aborî, şer e
09:00 ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2022'YAN
21/04/2022
20:28 Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir
19:36 Yenî Yaşam abonetiya e-Gazete dide destpêkirin
18:15 MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da
17:43 Til Temir hat bombekirin: 3 kes birîndar bûn
16:40 Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin
16:03 PYD: Em li dijî şerê qirkirin û xiyanetê ne
15:21 Kedkar çûn serdana malbata Şenyaşar
14:24 Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin
14:03 Li Rûsyayê êrişên Tirkiyeyê û PDK hate şermezarkirin
13:53 Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir
13:53 ÎHD: Penaberekê ku hewl didan bi darê zorê li welatê wî vegerînin xwe kuşt
13:35 Gelê Wanê vexwendin 1’ê Gulanê: Li dijî faşîzmê werin têkoşînê
12:21 Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin