Ahmet Turk: Divê Tûglûk bê berdan

img
MÊRDÎN - Siyasetmedar Ahmet Turk, bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk a girtî, destnîşan kir ku êdî divê bê berdan. 
 
Siyasetmedar Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê ya Tîpa F'yê nexweşîna demansê lê peyda bûye ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê berdan. Siyasetmedar Ahmet Turk, têkildarî rewşa Aysel Tûglûkê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘DIVÊ BÊ BERDAN'
 
Turk, anî ziman ku Tûglûk siyasetmedar û hevrêyeke pir baş bûye û got: "Her tiştê xwe parve dikir, tu quretiyek wê tune bû. Hevparî esas digirt. Bîr û baweriya wê ya bi gel û siyasetê re tam bû. Siyasetmedareke durist, hevrê û hevaleke me ya ku pir qîmet dida pêşeroha gel bû." 
 
Turk, destnîşan kir ku wê û Tûglûk demeke dirêj bi hev re siyaset kirine û got: "Me bi hev re peywira hevserokatiyê nêzî 5 salan kir. Bi rastî jî hevaleke me ya bawerî bi demokrasî û têkoşîna gel anîbû. Helbet niha ji ber fikirên xwe di zindanê de ye. Gelek hevalên me bi vî awayî di zindanê de ne, lê gava mirov li tenduristiya Ayselê mêze dike bi rastî jî divê di girtîgehê de nemîne û hemû kesên xwedî wijdan divê wisa bifikirin." 
 
FERASETA DIJMINATIYÊ
 
Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê nirxên mirovan jî êdî esas nayên girtin û bal kişand ser rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a derbarê Tûglûkê de. Turk, got: "Tenduristiya wê qet nebaş e. Nikare di girtîgehê de bimîne. Lê dîsa jî ev îqtidar dixwaze bedêlên giran bi bi me ûs iyasetmedarên me bide. Yanî bi feraseteke dijminatiyê tevdigere. Halbûkî divê mirov hebikekî mirov be. Ne rast e, keseke wiha di girtîgehê de bê hiştin." 
 
Turk, bilêv kir ku wer xuya dike dê tenduristiya Tûglûkê baş nebeû li gor agahiyên ku wer girtine şert û merceke ku di girtîgehê de bê ragirtin tune ye. Turk got: "Lê dîsa jî hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn. Li hemberî hevala me Ayselê û hemû hevalên din. Belê, dibe em wek hev enfikirin, dibe cudahiyên me hebin, lê bi rastî jî dijminatiya li hemberî keseke di van şert û mercan de nayê fêmkirin." 
 
Turk, diyar kir ku herî dawî salek berê li girtîgehê Aysel Tûglûkê dîtiye û got: "Her diçe rewşa wê xirbatir dibe. Ev nexweşîn, nexweşînek wisa ye ku her diçe girantir dibe. Car heye hevalên xwe nas nake. Li gor hevalên wê dibêjin, gava radikeve car heye pêlavên xwe jî ji pêyên xwe dernaxe. Nikare lazmatiyên xwe bi xwe peyde bike. Lewma li wir liv û tevgereke ku her diçe mirovan bi mirinê re rû bi rû dihêle heye. Hem Wezareta Dadê hem ATK û hem jî kesên niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin hema bibêje xwedî feraseteke ku li girtîgehan zemîna mirinê hazir dikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

30/03/2022
09:07 Pêşmergeyê berê: Heke em nebin yek em ê bi ser nekevin
09:06 Çavê Cemiyeta Belawekirina Ilmê ji rantê têr nabe!
09:03 Siyaseta qeyûmtiyê AKP şikand
09:03 Li dijî qeyûman şaredarîtiya bêşaredarî
09:01 Wanî ji bo hilbijartina tê amade ne: Em ê dersa AKP'ê bidin
09:01 'Tu hêz nikare gelê kurd û birêz Ocalan ji hev dûr bixe'
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2022'YAN
29/03/2022
23:35 Mîhrîcana Fîlmên Kurdî bi dawî bû
21:09 Li Bagokê operasyona eskerî
18:23 Li Gundikê Melê Adarok hat pîrozkirin
17:02 Astengdarên ku çavê wan nabînin daxwaza mafê bikaranîna dengê veşarî kirin
17:02 Daxwaza girtina leşkerê ku Hazna Su kuştibû hat redkirin
16:41 Malbatên girtiyan xwestin fîxana wan bê bihîstin
16:29 Doza Kobanê taloqî dusiba hat kirin
16:15 Dayika Aştiyê gazî Wezareta Dadê kir: Berpirsiyariya xwe bicih bînin
16:15 DAIŞ'ê êrişî Qampo Holê kir: Hemû êrişkar hatin girtin
15:23 Bûldan: Bi milyonan kes xwest ji bo diyalogê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:01 Biryara bihincet a doza Melek Karaaslan: Terkî mirinê hatiye kirin
14:24 EGE TÛHAYDER: Ji hemû girtiyên siyasî re azadî
14:07 Li Wanê ciwanên hatibûn îşkencekirin, hatin girtin
13:58 Kuzu: Kurdên ku leşkeran ew kuştin di Doza Kobanê de bûn kuştî
13:53 Li Çîyayê Mazî operasyona leşkerî dest pê kir
13:41 AYM'ê ji bo cezayê pere yê şermezarkirina qeyûman biryara 'binpêkirina maf' da
13:40 Dadgeha ku delîlek nedît ji sûcê ‘dijderketina doktoran’ ceza li parêzeran birî
13:06 AYM'ê ajokarên ku qeyûm wan ji kar avêtibû mafdar dît
13:02 Polisê bûbû sedema mirina Efe yê 5 salî beraet kir
12:32 Ji Emîne Şenyaşar bo Erdogan: Gelo qet wîjdanê te nîne?
12:02 Zilamê ku hewl dabû dest dirêjî zarokekê bike hat girtin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:41 Fermandarê Pêşmerge Feysel: Em şer wek xiyanetê dibînin
11:32 CHP'ê li Konseya Ewropa qeyûman parast: Li hundir cuda li derve cuda ne
10:53 Muharrem Aksem ne yê ewil e: Divê berpirsiyar bên cezakirin
10:29 Li Girtîgeha Sîncanê lêpirsîna dîsîplînê li pîrozbahiya Newrozê vekirin
10:14 Derûnnas ji girtî pirsa 'tu yê întihar bikî newsa?' kir
09:42 Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin binçavkirin
09:02 Penteker: Divê Ocalan azad be
09:02 Balaç û Yildirim ên di rojiya mirinê de ne doza darizandinek adil dikin
09:02 Esnafên Bazara Keda Jinê: Em xwe bihêztir hîs dikin
09:02 'Di nirxandina rewşa girtiyan de ATK divê ne tekane navnîşan be'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'YAN
28/03/2022
21:31 Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da
20:52 Li Rihayê zilamekî dest dirêjî zarokeke 5 salî kir
17:23 Nobeta Edaletê: Bila ji girtîgehê darbest dernekevin
17:15 Ahmet Turk: Kesekî nedikariya li dijî wehşeta DAIŞ’ê bêdeng mabûya
16:52 ‘Li girtiyên nexweş zilm tê kirin’
16:32 ‘Heta ku edalet neyê em nahêlin ku hûn razin’
16:16 DFG'ê rapora ku derbarê rojnamevantiyê de amade kiriye parve kir
16:16 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
16:01 TGC: Bi teklîfa qanûnê ya nû re li dijî mafê azadiya raman derbeyeke nû kirin
15:54 Doza Kobanê: Heke îdiaya derbarê Çolak de rast be divê biryara beraetê bê dayîn
15:40 Êrişa li dijî HDP’ê şermezar kirin
15:30 Rapora pêşotopsiya Aksem: Ji laşê wî 12 parçeyên metal hatin derxistin
14:35 Berxwedanên 28’ê Adarê: Jin jî be zarok jî be...
14:15 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê dan
12:33 ‘Em naxwazin darbestên girtiyên me ji zindanan derkevin”
11:41 Kuştina Muharrem Aksem kete rojeva Meclisê
10:51 Ji nû ve jidayikbûna gelekî
10:36 Malbata Şenyaşar: Daxwazên me yên hiqûqî bi paş de nexin
09:57 Xwediyên 94'emîn Xelatên Oscarê diyar bûn
09:03 Li Rihayê bi salan e heqdesta karkerên înşeatê wek xwe ye
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2022'YAN
27/03/2022
21:04 Temel: Heya tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çareserî ne pêkan be
19:40 Dozger xwest 5 sal ceza li rojnamevan Canozerê bê birîn
17:12 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir: Newroz bû hevî
Hevseroka Giştî yê HDP’ê Buldan: Em ê bendavên li pêş aştiyê jî rakin
16:43 Ji DEVA'yê îstifa kirin û derbasî HDP'ê bûn
16:37 Mihrîcana Fîlmên Kurd di roja 4'an de berdewam dike
16:21 TÛAY-DER: Girtiyên nexweş bi pêkanînên dijî hiqûqê re rû bi rû ne
16:07 Nobeda Edaletê ya Wanê: Em tecrîdê qebûl nakin
15:36 Di kongreya OHD'ê de balê kişandin ser tecrîda li dijî Ocalan
14:58 Latîfecî ku beriya 27 salan hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn
13:55 Ajansa me hêjayî 25'emîn Xelata Metîn Goktepe hat dîtin
13:28 Êrişî avahiya HDP'ê ya Erdemliyê hat kirin
13:02 Malbata Şenyaşar: Peywira darazê ne parastina sûcdaran e
13:02 Koma HDP'ê ya Meclisê nexşerêya xwe ya dema nû nîqaş kir
12:11 Doza Kobanê sibê dest pê dike: Wê ji bo serokê berê yê dadgehê daxwaz bên kirin
11:12 Cerdevanên ku dest dirêjî zarokê kirin parastvanê şaredarê AKP'î derket
10:17 Rêya mezrayê 10 roj in girtî ye
10:16 Şanoger Ûlûsoy: Xwedîderketina şanoyê ji berê xurtir e
09:18 Xizmên malbata Dedeogûllari: Em mafê xwe dixwazin
09:17 Rexmî biryara AYM'ê jî lêpirsîna "polisên îşkencekar" hat girtin
09:17 'Em ê destûr nedin ku nebaşî bibe ji rêze'
09:16 Dayikên Aştiyê: Ji bo aşitiyê deriyê Îmraliyê vekin
09:08 Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje
09:03 'Guh bidin dengê gel ku ji qadên Newrozê bilind bû'
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2022'YAN
26/03/2022
21:45 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:45 Berham Salih: Divê qrîza siyasî ya li Iraqê bi dawî bibe
17:54 Ji DFG'ê kurtefîlmê binpêkirina mafên rojnamegeran
17:33 Ji karkerên ku birîndar bûbûn yek jê jiyana xwe ji dest da
17:00 Muhtac e ku malbata wê li wê binêre lê dikare di girtîgehê de bimîne!
16:35 Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt
16:31 Hilbijartina Serokomariyê ya Iraqê dîsa hat taloqkirin
16:26 Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin
16:24 Fîncanci: Heke demokrasî nebe tenduristî jî nabe
15:59 Walîtiya Rihayê derbarê Aksem de daxuyanî da
15:55 Rêxistinên jinan: Polîsan gef li malbatên jinên tevli çalakiyên 8’ê Adarê bûne xwar
15:53 Jiyana girtiya nexweş Tenzîle Acar di xetereyê de ye
15:52 Dayikên Şemiyê: Dema dosyeya Nezîr Acar hate borandin
15:38 Tedawiya girtiyê nexweş Çîçek nayê kirin
15:09 2 kesên li Stenbolê hatibûn kuştin, li Colemêrgê veşartin