NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, tev li merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû.
“Koma Aştî û Civaka Demokratîk”, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çekên xwe îmha kir. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, Nedîm Seven, Têkoşîn Ozan û Tekîn Mûş jî di komê de cih girtin.
Kom, 15 jê jin û 15 jî zilam bi giştî ji 30 kesan pêk dihat. Besê Hozat û Nedîm Seven pêşengtiya komê kirin.