‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’

  • rojane
  • 10:08 31 Çile 2022
  • |
img

AMED - Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen derheqê astengkirina rojnameyê de axivî û got ku bi vê yekê zimanê kurdî hedef tê girtin. Esen da zanîn ku êriş çiqas bên kirin jî, ew ê xebatên xwe bi rê û rêbazên cuda bidomînin.

Rojnameya Xwebûnê di 22’yê kanûna 2019’an de dest bi weşana xwe kir. Rojnameya weşana xwe bi zaraveyên kurmancî û kirmanckî dike û tekane rojnameya tê çapkirine ku li bakurê Kurdistanê heftane weşanê dike. Di 29’ê çileyê de jî bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan giştînameyek hat weşandin. Piştî giştînameyê jî weşana rojnameya Xwebûnê hat astengkirin. Têkildarî mijarê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen ji ajansa me re axivî.
 
Rojnameger Kadrî Esen diyar kir ku li Tirkiyeyê 2 cureyan rojnamegeriyê tên kirin û wiha got: “Yek ji wan rojnamegeriya azad e ku rastiyan bi rengekî bêalî radigihîne. Ya din jî rojnamegeriya alîgire ku ev kes ji ber postê desthilatiyê, ketiye bin bandora AKP’ê. Li Tirkiyeyê ji sedî 70-80 çapemeniyê, niha di vî halî de ye. Lewma jî ev rojnamegerî di bin kontrola AKP’ê de ye yan jî bi gotineke din, di bin kontrola Erdogan de ye. Manşet û naveroka van rojnameyan, gotinên Erdogan diyar dike. Tiştên ku Erdogan nexwaze nabin rojev û her tişt li gorî xwesteka dilê desthilatiyê tê kirin. Li hêlekê rastiyên civakî tên berevajîkirin û desthilatî çi bixwaze ew tê gotin ku krîza aborî mînakeke ji vê ye, li hêla din jî hêzên muxalîf bênavber tên reşkirin.” 
 
‘ÇAPAMENIYA AZAD HEDEF TÊ GIRTIN’
 
Di berdewamê de jî Esen daxuyand ku çapemeniya azad jî her tim di hedefa desthilatiyê de ye û wiha pê de çû: “Xebatên wan tên astengkirin, rojnameger têne girtin, rojnamegerên ku nikarin tewanan lê bikin jî bi rê û rêbazên cuda tên astengkirin. Bi taybet jî dema mijar bû kurd, Kurdistan û rojnamegeriya kurdî, ev zext hîn girantir dibin û exlebe bi girtina rojnameyan biencam dibin. Ji xwe heta niha gelek rojname hatin girtin. Niha jî qanûneke nû derxistine û dibêjin ku heke nûçeyek ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê be ku em vê wek daxwaza desthilatiyê dinirxînin, ji ewil tê hişyarkirin û piştre heke vê saziyê nûçeya xwe ranekir jî dê lê dest werdin.”
 
DESTWERDANEKE YEKSER A LI DIJÎ ROJNAMEGERIYÊ
 
Esen destnîşan kir ku rojnameya Xwebûnê bêyî ku were hişyarkirin, malpera wê di 27’ê çileyê de ji hêla saziya ragihandinê ve hat astengkirin û wiha got: “Em hêj jî nizanin bê ka bi kîjan sedemê hatiye astengkirin. Bêguman tişta hatiye kirin, destwerdaneke yekser a li dijî xebatên rojnamegeriyê ye. Rojnameya Xwebûnê, tekane rojnameye ku li Bakurê welêt bi rengekî heftane weşana xwe dike. Xebata wê tevek bi kurdî ye. Di van demên dawî de hilbijartina zimanê kurdî di rojeva kurdan de ye. Gelek sazî jî pêşengtiya vê kampanyayê dikin. Ev yek, wek destkeftiyek dihat dîtin. Lê bi astengkirina rojnameya kurdî re dîsa xuya bû ku ev hewldana desthilatiyê ne ji bo kurdan an jî kurdî ye.” 
 
‘ARMANCA ESASÎ TUNDIYA LI SER KURDÎ YE’
 
Di dewama axaftina xwe de Esen bal kişand ser mebesta desthilatiyê û ev tişt anî ziman: “Wek propagandaya hilbijartinê tê bikaranîn ku gel pê bixapînin. Mixabin hinek kurd dikevin vê dehfikê. Ne tenê rojnameya Xwebûnê hat astengkirin, xelkê kurd ji ber axaftina bi kurdî tê qetilkirin ku bûyera li Konyayê yek ji van mînakan e. Malbatek hat qetilkirin. Em, di rewşeke wiha de rojnamegeriya kurdî dikin lewma jî dibin hedef. Bêguman armanca esasî ya ji qedexe û zextên heyî, tundiya li ser zimanê kurdî ye.” 
 
‘ALTERNATÎF HER TIM HENE’
 
Rojnameger Kadrî Esen got ku şert û merc çi dibin bila bibin, ew ê wek saziya Xwebûnê xebatên xwe bidomînin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Dibe ku astengiyan derxînin û qedexe bikin. Lê her tim alternatîf hene. Dê bi rê û rêbazên cuda ev xebat bên domandin. Mînak, duh astengkirin û me di nava çend saetan de bi rêbazeke cuda weşana xwe domand. Ev xebat dê berdewam bikin.”
 

Sernavên din

02/02/2022
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike