Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin

  • jin
  • 09:00 31 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - Hevala Aysel Tûglûk a zanîngehê û ya herî dawî di 29’ê Kanûnê de çû serdana wê Refîka Çakillik wiha bang li jinan kir: “Tevkariyeke mezin a Ayselê li têkoşîna jinan çêbû, ji ber vê yekê bêyî cudatiya partî û fikran ji bo Ayselê ji wir derxînin divê herkes destê xwe deyne bin kevir.”

Hevseroka Berê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Cîgira Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Aysel Tûglûk ku di Kanûna 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandiraya  Kocaeliyê tê ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê, nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Tûglûk a di 22’yê Adara 2021’an de li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Kocaeliyê 5 bijîjkên pispor muayene kirin, teşhîsa demans a tê wateya windabûna hiş a mayînde danîn ser. Li gorî rapora bijîjkên heman fakulteyê ya Tîrmeha 2021’an hatibû diyarkirin ku “ne pêkane ku di girtîgehê de tenê jiyana xwe bidomîne”. ATK’ê jî di rapora xwe ya 3’yê Îlona 2021’an de diyar kiribû ku Tûglûk dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne. Li ser îtîraza parêzeran biryar hat dayîn ku Tûglûk hefteya pêşiya me dîsa sewqî ATK’yê were kirin. Di vê pêvajoyê de kampayaya “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” hat destpêkirin, 53 jinan piştevaniya kampanyayê kir û bi hezaran îmze hatin komkirin. 20 baroyan rojên derbasbûyî daxuyaniya hevpar dabûn, xwestibûn Tûglûk demildest were berdan. 
 
Hevala Zanîngehê ya Tûglûk parêzer Refîka Çakillik têkiladrî têkoşîna hevala xwe axivî. Çakillik, da zanîn ku Tûglûk li zanîngehê nas kir û qala wê demê kir. 
 
 
JINEKE SERKEFTÎ Û BERXWEDÊR
 
Çakillik, komkujî û windayên di salên 1990’an de qewimîn bi bîr xist û wiha got: “Taybetî komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin gelek nebaş bûn. Vê rewşê em gelek polîtîk kirin û em ketin pêvajoya xwe bi rêxistinkirinê. Aysel pişt re li KCD’ê dest bi siyasetê kir. Dû re li Amedê û Wanê ji HDP’ê bû parlementer û li HDP’ê siyaset kir. Ji ber vê yekê ew li Enqereyê bi cih bû û diyaloga me qut bû. Weke hiqûqnasek û jinek min ew ji çapemeniyê şopand. Bi taybetî tiştên di pêvajoya çareseriyê de kirin girîng bûn. Jineke gelek berxwedêr û serkeftî bû. Ev gelek binirx bûn.” Çakillik, bi lêv kir ku piştî dayika Tûglûk jiyana xwe ji dest da cara ewil di girtîgehê de serdana wê dike û wiha berdewam kir: “Pêkanînên di kesayeta Tûglûk de tên kirin peyameke didin. Ji ber ku Aysel Tûglûk remzek bû. Ji ber vê yekê bû hedefa desthilatê.”
 
 
Çakillik bal kişand ser rapora Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê ya “nikare di girtîgehê de bimîne” û wiha pê de çû: “ATK’ê piştî hevdîtina nîv saetê çawa biryara ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da nizanim. Ji ber vê yekê îtîrazî vê raporê hatin kirin. Dîsa wê sewqî ATK’ê were kirin. Piştî 3 mehan hat razandin wê raporek were amade kirin û biryara dikare di nexweşxaneyê de bimîne an nemine were dayîn. Dema biryara nikare di girtîgehê de bimîne hat dayîn, divê were berdan û li derve were dermankirin. Lê hûn bêjin ATK dê raporeke wisa bide ez jê biguman im. Dîsa hêviya me ewe ku ATK me matmayî bihêle û biryara berdanê bide.”
 
‘BERPIRSYARTÎ DIKEVE SER MILÊ HERKESÊ’
 
Çakillik, da zanîn ku herî dawî di 29’ê Kanûna 2021’an de çûye serdana Aysel Tûglûkê û anî ziman ku rewşa wê xerab bû û divê demildest were berdan. Çakillik, destnîşan kir ku di serî de jin hemû kesên ji xwe re dibêjin çepgir, sosyalist û şoreşger divê destê xwe deynin bin kevir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ATK çi biryarê bide bila bide ji bo ku em Ayselê ji wir derxînin tişta ji destê me tê divê em bikin. Heke ATK biryara nikare di girtîgehê de bimîne bide wê ji bo girtiyên din ên nexweş jî bibe biryareke emsal.”
 
‘DIVÊ HERKES DESTÊ XWE DEYNE BIN KEVIR’
 
Çakillik, xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û xwe bigihînin dermankirineke baş û axaftine xwe wiha domand: “Ji ber ku qanûnên me li gorî vê ne û divê bên pêkanîn. Tevkariyeke mezin a Ayselê li têkoşîna jinan çêbû, ji ber vê yekê bêyî cudatiya partî û fikran ji bo Ayselê ji wir derxînin divê herkes destê xwe deyne bin kevir. Ji ber ku girtina Tûglûkê ne hiqûqî ye siyasî ye. Weke hemû parlementer û xebatkarên HDP’ê. Dema me biryarên ATK’ê lêkolînkirin dibînin ku hin endamên çeteyan bêyî ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hebin bi biryara ATK’ê hatine berdan. Lê ji bo girtiyên din ên siyasî kes nîne ku biryareke wisa bide. Ji ber têkildarî desthilatê ye ew der çi beje dê wê bike.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/02/2022
21:31 Berteka NY'yê: Tirkiye sivîl hedef girtin
20:27 Guleyek hewanê li gundekî Qoserê ket
20:21 Bombebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
19:41 Piştî êrişan Erdogan û Barzanî hatin cem hev
19:30 Li Dêrikê di êrişa hewayî de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
19:20 Zirgan hat bombebarankirin
18:40 Êrişên hewayî yên TSK'ê hatin şermezarkirin
18:18 5 QSD'iyên jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
18:01 Doza rojnamevan Kanbal hat taloqkirin
17:13 Komîsyon ji bo Guzel li hev civiya: Em dubarebûna dîrokê temaşe dikin
17:05 Hevseroka DBP’a Amedê bi heman îdiayê carek din hat girtin
16:50 Şêniyên Wargeha Mexmûrê li dijî êrişan daketin qadan
16:46 Malbatên Nobetên Edaletê digirin: Bêhiqûqiyê biqedînin û girtiyan berdin
16:36 Derbarê rojnamevan Nişmiye Guler de lêpirsîn hat destpêkirin
16:20 Ozsoy: DAIŞ kengî tengav bibe Tirkiye êrişî kurdan dike
16:14 Dadgehê ceza li malbatên qurbaniyên Roboskî barand
15:44 Astengkirina muzîka kurdî li Wanê hat protestokirin
15:44 Li Rihayê 4 kes hatin binçavkirin
15:42 Li dijî êrişên Tirkiyeyê TAJÊ banga têkoşînê kir
15:32 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Em ê ji bo mafê zarokan têbikoşin
15:27 ÎHD: Di xwarinên girtîgehan de kêzik derdikevin
15:16 Dadgeha Îstînafê dosyeya îşkenceya li Xelfetiyê dabeş kir
15:13 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê bi hêza keda xwe biçin grevê
15:02 Lîwaya Seyîd Şuheda: Em ê li dijî êrişên Tirkiyê rabin
14:53 DFG'ê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da
14:26 Elîyas: Bi van êrişan dixwazin Şengalê vala bikin
14:22 Li Edîrneyê 9 penaber ji sermayê jiyana xwe ji dest dan
14:05 Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê
14:04 Dede: Dixwazin ser doza Denîz Poyraz biniximînin
14:04 Cenazeyê girtiyê nexweş Deniz bi girseyî hat definkirin
13:27 Dîmenên êrişa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê
13:07 Ji bo nûçegihanê me Acar biryara neşopandinê hat dayîn
13:05 Ferît Şenyaşar: Çima îfadeyên kesên ku ambûlans parçe kirin nayên girtin?
12:58 Li Mûsilê 5 DAIŞ’î hatin kuştin
12:49 Di êrişa Mexmûrê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn
12:22 Di cejna êzdiyan de 4 saetan bombe li Şengalê barandin
11:47 Dadgeh dê li benda girtina rojnameger Olçen bisekine
11:47 Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin
11:36 Bexdayê êrişên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kir
11:35 Dê derheqê parêzer Uysal de mutalaa bê amadekirin
11:19 Şûreya Dewletê îhaleya nêçirkirina pezkofiyan betal kir
11:19 Doza endama Meclisa Şaredariya HDP’ê hat taloqkirin
11:00 Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê zilm û dagirkeriyê qebûl nekin
10:50 Girtiyê nexweş Turgay Denîz jiyana xwe ji dest da
10:50 Dayika Helîn Şen: Ez ê heta dawiyê li pey edaletê bim
10:45 Li Cizîrê 4 kes hatin berdan
09:35 Gav bi gav Komploya 15'ê Sibatê
09:33 Maenza: Divê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin
09:08 Stranbêjên ciwan: Dê nikaribin dengê muzîka kurdî bitepisînin
09:08 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tiryakê ji holê rakin
09:08 Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin
09:03 HDP'a Îzmîrê dê kongreya xwe diyarî Denîz Poyraz bike
09:03 ‘NY ne şirîkê neteweyan, şirîkê dewletan e'
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2022'YAN
01/02/2022
23:52 Kesên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan bi girseyî hatin definkirin
23:33 Ji hewayê de êriş birin ser Mexmûr, Dêrik û Şengalê
22:48 Lîstika 'Serbaz' rastî eleqeyeke mezin hat
22:17 Gelek balafirên şer ji Amedê rabûn
19:02 Înîsyatîfa Azadî Ji Bo Ocalan ji bo rakirina tecrîdê bang kir
17:09 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:52 Rêveberiya Xweser: Divê DAIŞ’î bên darizandin
16:40 Kujer Onur Gencer daxwaz kir, wezaret jî ket tevgerê!
16:30 HDP: Divê biryara DMME'yê tavilê were bicihanîn
16:26 'Nobeda Edaletê ji me re bû hêvî’
16:12 Hunermendan li Îstîklalê bang kir: Kes nikare ziman û muzîka kurdî asteng bike
16:07 Sancar: Xwedî li dersa kurdî derkevin
16:02 Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî astengkirina polîsan dan
16:02 Doza hevşaredarên Qoserê û Stewrê hat taloqkirin
15:27 ÎHD: Mirina ciwanan pirsgirêka pergalê ye
15:18 Li Hesekê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
14:40 AYM’ê girtina Yuksekdag 'bipîvan' dît
14:22 Li gelek bajaran daxuyanî: Divê dawî li mirinên li girtîgehan were
13:53 Hunermendan astengkirina stran û zimanê kurdî şermezar kirin
13:34 Doza Kobanê: Mirovahî bi sosyalîzmê re wê li jiyana xwe ya berê vegere
13:16 DMME'yê ji bo rakirina destnedayîna biryara binpêkirinê da
12:53 Piştperdeya Komploya 15’ê Sibatê
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:50 47 rojnameger bi 751 sal ceza hatin darizandin
11:28 Julian Assange ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzet hat nîşandan
11:01 Hewldana zindîkirina DAIŞ’ê li Hesekê têk çû
10:46 Li gorî AYM'ê danîna daran a li gundê ku PKK'ê lê hatiye damezrandin sûc e
10:29 Emîne Şenyaşar careke din îfade da
10:00 Dengê polîsê sîxurtî lê ferz kir tomar kir
09:12 Girtî ji ber 'aktîvîteyên hatine betalkirin' nayên berdan
09:12 Hevalê wî behs kir: 13 saet bi şûn de Tûran rakirin nexweşxaneyê
09:10 Behsa tahdeya li wargeha cemaetê kir
09:09 Nivîskar Aysû: Xela hatiye ber derî
09:09 Derket holê ku şirîkên hêwana masajê ya fuhûş lê hatiye kirin polîs in!
09:08 Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî hatiye asta mirinê!
09:07 Ji bo Tûglûk bang li Wezareta Dadê û ATK’ê kirin: Peywîra xwe bi cih bînin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2022'YAN
31/01/2022
22:03 Daxuyaniya midûriyeta polîsan a têkildarî astengkirina muzîka kurdî
21:45 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
21:33 Li ser Twitterê kampanyaya #KürtçeMüzikSusmayacak
17:04 Çalakiya malbata Doku di roja 31'emîn de ye
17:03 Komîsyona Amedekariyê ji bo Guzel cara duyemîn li hev civiya
17:00 HSD'ê bîlanço aşkera kir: 374 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
16:54 Doza Kobanê: Hûn nikarin kurdan bidarizînin
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike