TGS'ê bang li BBC'yê kir: Daxwazên rojnamevanan qebûl bike

  • rojane
  • 09:03 28 Çile 2022
  • |
img

STENBOL - Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, bang li BBC'yê kir ku daxwazên mirovane yên rojnamevanan qebûl bike. 

Piştî ji hevdîtinên Peymana Kar a Giştî (TÎS) yên di navbera Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) û Buroya BCC'yê ya Stenbolê de tiştek derneket, sendîkayê di 14'ê Çileyê de ragihand ku li ber ofîsa li Taksîmê dest bi grevê kiriye. TGS'ê anî ziman ku heya "pêşniyazek adil bê kirin" dê li vira bin. 
 
Rojnamevan, çendî dinya berf û boran e jî, 15 roj in grevê xwe didomînin. 
 
Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, biryara ku girtine nirxand. 
 
LI HEV NEKIRIN
 
Serokê Giştî yê TGS'ê Dûrmûş, anî ziman ku rojnamevanên di ofîsa BCC'yê ya Stenbolê de dixebitin, di meha Hezîranê de bûne endamê sendîkaya wan û ji bo hevdîtinên peymana giştî serlêdan kirine. Dûrmûş, diyar kir ku piştî karbidestiya ji bo peymana giştî bi dest xistine, di 9'ê Tebaxa 2021'ê de hevdîtinên Peymana Kar a Giştî dest pê kirine. Dûrmûş, destnîşan kir ku di 6 mehan de wan û kardêran nêzî 10 hevdîtin kirine, lê piştî li hev nekirine di 14'ê Çileya 2022'yan de biryara xwe ya ji bo grevê ragihandine.
 
NÎVÎYÊ MEAŞ HELIYA NEMA
 
Dûrmûş, destnîşan kir ku daxwaza rojnamevanan tenê meaşê wan ê ku ji ber krîza aborî dihele bê çareserkirin û got: "Me û BBC'yê ji hev fêm nekir. Ez wisa difikirim ku BBC, di warê rewşa Tirkiyeyê de ne serwext e. Malûm e, li Tirkiyeyê ji bo her kesî du enflasyon hene. Yek jê, enflsayona ku TUÎK wê didewisîne û ya din jî enflasyona bera ye. Derdê sereke yê hevalên me, ji sedî 50'î meaşê wan ê ku 2 sal in dihele bi xwe ye. Beriya grevê pêşniyaza dawî ji sedî 20 bû. Lê me got, ji sedî 20 dê nikaribe vê helandina meaşê rojnamevanan telafî bike û me dest bi grevê kir." 
 
'ME 4 TÎS ÎMZE KIRIN'
 
Dûrmûş, dubare kir ku li Tirkiyeyê meaşê rojnamevanan pir dihele û got: "Bi rêjeya dawî ya enflasyonê re hema bibêje meaş bû çûkek an jî ji çûkeke biçûktir. Rojnamevan nikarin debara xwe bikin. Helbet sedemek vê jî nebirêxistinbûyîna di bin banê sendîkayê de ye. Lê guherînek heye. Êdî rojnamevan jî vî tiştî tînin ziman. Eleqeya ji bo sendîkayan zêde dibe. Bi vê re daxwazên wan ên ji bo peymana giştî jî zêde dibin. Em TGS, me di salekê de 4 TÎS îmze kirin. Dê BBC bibe ya pêncan. Li cihekî din jî hê nîqaşçn me didomin. Yanî bi giştî dê bibin 6 peyman. Ji bo jiholêrakirina xizaniyê hewldanek heye. Ez wisa difikirim ku dê ev hewldan bi ser bikeve." 
 
LI BENDA PÊŞNIYAZEK BAŞ IN
 
Dûrmûş, da zanîn ku çendî dest bi grevê kiribin jî, lê hevdîtinên wan ên bi kardêr re didomin û got: "Belkî çend roj bi şûn de pêşniyazek baş bê kirin û ev pêvajo jî biqede. Em bang li BBC'yê dikin ku rojek berî rojekê van daxwazên mirovane yên hevpîşeyên me qebûl bike." 

Sernavên din

31/01/2022
16:42 Girtî Bîlgîn ku jiyana xwe dest dabû bi girseyî hat definkirin
15:52 Beştaş: Kes nikare zimanê kurdî qedexe bike
15:52 ÎHD’ê ji bo azadiya Tugluk bang kir
15:20 'Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin’
14:45 Şenyaşar: Bila Bekîr Bozdag zilma li ber edliyê bi dawî bike
14:38 Çizirandina sotemeniyê bû sedama gemarbûna hawirdorê
14:29 Serlêdanên serdema duyemîn ên qursa kurdî ya ÎSMEK’ê dest pê kirin
14:19 Lîstika ‘Serbaz’ li Stenbolê du rojan derdikeve ser dikê
14:05 Aysel Tugluk dê 3 hefteyan li ATK’ê bimîne
13:46 'Erdogan rast dibêje, divê ji Ocalan bê pirsîn'
12:59 Çîçek: Yên Îmraliyê jinedîtî ve tên, nikarin demokrasiyê bînin vî welatî
12:45 Polîsan tundiyê û heqaret li stranbêjên kurd kirine
12:07 Hevseroka DBP'ê ya Amedê Gulmez hat berdan
12:06 Sancar: Em wan didarizînin
11:51 HDP amadekariyên parastina xwe dike: Wê nikaribin vê fikriyatê asteng bikin
11:51 HDP'ê ji bo zextên li ser çapameniya kurd lêkolîna meclisê xwest
10:34 Polîsan êrişî karkerên Farplasê kir: 200 kes hatin binçavkirin
10:16 Dîmenên nû yên Sûra qedexekirî
10:08 ‘Bi astengkirina Xwebûnê zimanê kurdî hedef hatiye girtin’
09:38 Cenazeyê Bîlgîn dibin Çewligê
09:00 Hevala Tûglûk a zanîngehê: Niha dora me ye ku em têbikoşin
09:00 ‘Serok endamên Meclîsê, endamên Meclîsê serok sûcdar kirin’
09:00 Jinan ji ATK’ê re got: Dest ji astengkirina azadiyê berde
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'YAN
30/01/2022
23:50 Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo bi klaman hat bibîranîn
20:23 Tabloya koronayê: 189 kesan jiyana xwe ji dest dan, 88 hezar kes bi vîrûsê ketin
19:20 Cenazeyê Bîlgîn wê li Çewligê were veşartin
19:02 Birayê Bîlgîn: Em li benda berdana birayê xwe bûn lê agahiya mirinê hat
18:25 HDP’ê têkildarî Bîlgîn daxuyanî da
17:52 Li Girtîgeha Kiriklarê daxwaz hatin qebûlkirin, çalakî bi dawî bû
17:13 'Wê qrîza çandiniyê bi polîtîkayên demokratîk çareser bibe'
17:03 Meclisa HDP’ê: Divê Ocalan bi xwe bi axive
16:41 Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe
16:40 Girtiyê 30 salan Bîlgîn jiyana xwe ji dest da
15:41 Nobeta Edaletê ket roja 76'an: Êdî bes e
15:29 Midura Karên Nivîsê ya Xwebûnê: Bi biryara astengkirinê re kurdî hedef hat girtin
12:39 Malbata Şenyaşar: Gul bi milyonan axîn li pey hişt
11:58 Bi fezlekeya polîsan cezayê giran li wan birîn
11:05 Baroya Şirnexê: Em astengkirina ragihandina kurdî qebûl nakin
11:04 'Artêşa Iraqê aramiya Şengalê xira dike'
10:05 Parlamentoya Baskê jî amadekariyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike
09:19 Xizmên girtiyan: Dengê girtiyan bibihîsin
09:17 Elqeyeke mezin ji bo qursa kurdî ya li Mamakê
09:15 Çîroka Doza Kobanê gav bi gav betal dibe: 642 kes nexwestin tevli dozê bibin
09:13 Hevşaredarê hat berdan: Dadger got, ez mecbûr im we bigirim
09:11 Kamaç: Bêhiqûqîtiya herî mezin li Îmraliyê ye
09:09 Xelkê Amedê: Ji ber kurdbûnê wesayîtên zirxî li zarokên me diqelibînin
09:06 Hevalên Abdulgaffar Dayan: Em ê xeyalên wî yên nîvco mayî pêk bînin
09:02 Bi helbesta 'Were Dayê Were' piştgirî da Emîne Şenyaşar
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'Ê
29/01/2022
23:05 Baroya Amedê: Astengkirina Xwebûnê înkarkirina hebûna kurdî ye
21:08 Aydenîz: Dizanin gava Ocalan biaxive dê demokrasî bê
20:24 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Tekane çare Ocalan e
17:05 ‘Xelkê Amedê nahêle navê Bahçelî li daîreyekê jî bê kirin’
16:16 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yagmekan were berdan
16:06 Qeyûm xwedî li projeyên nelirêtiyê derket
15:44 Înîsiyatîfê xwest Seyîd Narîn were berdan
15:22 Li Hesekê di navbera hêzên ewlekariyê û DAIŞ’ê de pevçûn derket
14:53 Jiyana girtiya nexweş Tokmak bi xetereyê re rûbirû ye
14:08 Xizmên Windayan aqûbeta Denîz û Taniş pirsîn
13:58 Li Cizîrê 4 kes kirin binçavan
13:56 Xwişka Ayşenûra 27 sal berê hat windakirin: Em kujeran nas dikin
13:47 Li Hesekê operasyonên legerînê berdewam in
13:14 Malpera rojnameya Yenî Yaşamê jî hat astengkirin
13:10 Rojnameger Guven: Denîz Poyraz bi fermana MHP’ê hat kuştin û haya Soylu jê heye!
12:50 Uca: Çi karê çekên NATO’yê di destê DAIŞ’ê de hene?
11:52 Rêveberê Weqfa Belavkirina Ilmê bû serokê ATK’ê
11:47 Esenturk: Divê em bi hev re têkoşînê birêxistin bikin
11:33 Lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 327’emîn de ye
10:57 Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez hat binçavkirin
10:49 Rêxistinên ciwanan: Divê azadiya Ocalan were temînkirin
10:24 Di 13 saliyê de kete girtîgehê û niha jî ji bo azadiya bavê xwe têdikoşe
10:09 Malpera rojnameya Xwebûnê hat astengkirin
09:23 Midûrê polîsan ji malbata Dayan re got: Çima hûn bûyerê ber bi cihekî din ve dikişînin
09:12 Gel nikare biçe nexweşxaneyên bajêr ên veguherîne qadên rantê
09:11 Îstinafê cardin cezayê li Bîlîcî hatibû birîn xera kir û vê carê biryara beraetê da
09:11 Halê bazarê: Destvala vedigerin malê
09:10 ‘Divê hêza gelan tecrîda li Îmraliyê bişikîne'
09:09 Dayika Batû yê 37 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye bifikar e
09:09 Hevserokên HDP’a Amedê: Gotinên Kiliçdaroglu baş in lê têr nakin
09:08 Tevî biryara dadgehê jî girtî nayê berdan
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:05 Wezîrê Dadê Gul îstîfa kir, Bekîr Bozdag tayînî şûna wî hat kirin
28/01/2022
17:43 DBP'ê serdana Bîlgeyê hat berdan kir
17:31 Cezayê hepsê li endamên Komeleya Ciwanan a Şerzan Kûrt hat birîn
16:12 Nobeda Edaletê: Daxwazên me ji bo hemû mirovahiyê ne
16:11 ‘Rêya aştiyê wê di Roboskê de derbas bibe’
15:47 Raportorê PE'yê Amor piştgirî da Gergerlîoglû
15:40 Li gorî dozger dizî na lê aşkerakirina diziyê sûc e!
15:13 Li Îzmîrê ji bo Dayan daxuyanî hat dayîn: Dawî li kuştinên plankirî bînin
15:02 Egitim Senê ji ber qanuna mamostiye li meclîse rê fax şand
14:15 Jina kobanî bi pitika xwe ya 15 rojî re hat binçavkirin
14:14 Çalakiya malbata Doku di roja 28’emîn de ye
13:44 Penaberên afgan ên qaçax dihatin xebitandin hatin binçavkirin
13:42 Başaran: Nexwê deriyan vekin bila Ocalan biaxive
13:18 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
13:17 700 zarokên ku DAIŞ'ê wan ji xwe re kir mertal, li navendên rehabîlîtasyonê hatin bicihkirin
13:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Li çar bajaran herî kêm 6 kes kirin binçavan
12:40 Lavrov: Rûsya şer naxwaze