Malbata Ramazan Turan: Wî di hucreyê de kuştin

  • rojane
  • 14:06 22 Çile 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Ramazan Tûran ê 70 salî ku bi îfadeyên şahidên nepen ji “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê lê hat birîn, di hucreya yek kesî ya 22 rojan tê de hat ragirtin de jiyana xwe ji dest da. Malbata Tûran, bi lêv kir ku tiştên qewimîn zilm e.

Ramazan Tûran ê 70 salî ku duh di hucreya yek kesî ya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de jiyana xwe ji dest da, li gundê wî yê Gise yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê her tim zext lê dihatin kirin. Derbarê Tûran ê karê sewalkariyê dikir de di sala 2011’an de bi gilî û îtîrafên şahidên nepen bi îdiaya “Bi zanebûn alîkariya rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat vekirin. Di encama lêpirsînê de di 21’ê Nîsana 2013’an de hat girtin. Ji Tûran ê piştî du salan hat berdan re bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” cezayê hefsê lê hat birîn. Biryar ji bo temyîzê birin Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind biryar da ku Tûran ne ji “alîkariya rêxistinê” ji “endamtiya rêxistinê” were darizandin û dosya dîsa ji dadgeha heremî re şand. 
 
 
‘EZ Ê ÇAWA ALIKARIYA RÊXISTINÊ BIKIM’
 
Hat îdiakirin ku Tûran nasnavê “Fedaî” bikartîne û bi îfadeya 3 şahidên nepen a “her tim diçe Iraqê, ji endamên rêxistinê re alîkarî biriye û di mala xwe de gelek xwarin daye peydakirin” dihat sûcdarkirin. Tûran jî di pêvajoya darizandinê de ev sûcdarî qebûl nekirin. Tûran di îfadeya xwe de wiha gotibû: “10 zarokên min hene. Ez nikarim li zarokên xwe binêrim, ez ê çawa alîkariya rêxistinê bikim?”
 
HAT GIRTIN
 
Di darizandina nû hat kirin de dadgeha herêmî vê carê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Tûran birî. Li ser îtîraza careke din hat kirin cezayê Tûran di Kanûna 2021’an de li Dadgeha Bilind hat pejirandin. Piştî ku cezayê Tûran hat pejirandin, dema diçû gundê xwe di kontrola rê de hat binçavkirin û di 31’ê Kanûna 2021’an de hat girtin û birin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. 
 
22 ROJAN DI HUCREYA YEK KESÎ DE MA
 
Tûran ê piştî hat girtin xistin hucreya yek kesî de, di hucreya ku 22 rojan tê de hat ragirtin de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Kirariyên otopsiya Tûran ên li Saziya Tiba Edlî ya Wanê bêyî parêzerên wî hat kirin û wesayîta cenaze û darbesta ku malbatê ji bo cenaze bibin Colemêrgê, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wan ê xwesttin nehatin dayîn. Li ser vê yeke malbat mecbur ma bi derfetên xwe li merengoz darbestekê bide çêkirin. 
 
ASTENGKIRIN
 
Konvoya ku cenaze bir Colemêrgê her tim hat sekinandin û welatî bi GBT’ê re hatin derbas kirin. Şûştina cenazeyê Tûran ê gihişt Colemêrgê, li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat astengkirin. Malbatê cenaze bir mala xwe ya lê dijî û li vir şuşt. Hat diyarkirin ku melayê taxê yê ji bo wecîbeyên olî bîne cih hat vexwendin jî bi hêceta ferman ji Muftutiyê negirtiye nehatiye. Cenazeyê Tûran pişt re li Colemêrgê hat veşartin. 
 
‘ME AGAHÎ NEGIRTIN’
 
Hevjîna Tûran, Hanim Tûran a tiştên qewimîn vegotin, diyar kir ku hevjînê wê bi hêceta karantînayê 22 rojan di hucreya yek kesî de hatiye girtin û bi tu awayî agahî jê negirtine. Tûran, bi lêv kir ku zarokên wê gelek caran li girtîgehê geriyan e û bersiva di “karantînayê” de ye girtine û got: “Li ku hatiye dîtin ku dema karantînayê 22 roj bin. Tu poşmantiya me nîne, serê me bilind e û em bi wî jî serbilind in. Ez ê heta dawiyê doza hevjînê xwe bişopînin. Tevî evqas êş û elemê daxwaza me aştî ye. Yekane duaya me ya ji Xwedê ewe ku deriyê hemû girtîgehan bê vekirin û zêdetir mirin çênebin.”
 
‘VÊ POLÎTÎKAYA XWE YA ZILMÊ BI DAWÎ BIKIN’
 
Keça Tûran, Rewşan Demîrel jî diyar kir ku mirina bavê wê biguman e û dibe ku mirina wî ji birçîtî an jî ji jehrbûnê be. Demîrel, bi lêv kir ku 22 rojan bi kelecan li benda bavê xwe sekinîne ku dê kengî telefonê veke û wiha got: “Êdî bes e bila ev êş û zilm bi dawî bibin. Bila Erdogan van pêkanînan demildest bi dawî bike. Ew êşên me di televîzyonan de didîtin niha em bixwe dijîn. Hêj hûn ê çi bi vî gelî bidin jiyîn. Hûn ji me çi dixwazin? Êdî bes e. Van polîtîkayên xwe yên zilmê demildest bi dawî bikin.”
 
‘HÊJ DÊ ÇI BIKIN?’
 
 
Jinbira Tûran, Momê Tûran jî da zanîn ku Tûran kesekî ku ji bo gelê xwe têdikoşiya bû û wiha got: “Ramazan bê sûc hat girtin. Bi temenê xwe yê pîr ve 2 salan di girtîgehê de ma. Ramazan girêdayî gelê xwe bû wê her tim wisa jî were bîranîn. Em hêj nizanin Ramazan ji bo çi jiyana xwe ji dest daye. Ji têhna ji birsîtiyê jiyana xwe ji dest da em nizanin. Evqas jî nabe. Em jî welatiyên vî welatî ne çima ev zilm li me rewa tê dîtin. Mirove jiyana xwe ji dest dide lê ambûland, wesayîta cenaze, darbest nadin û şûştina wî asteng dikin. Ji vir wêdetir tiştek nîne. Wê ji mirinê wêdetir çi li mirovekî bikin mereq dikim. Bila girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin. Bila deriyê girtîgehan bê vekirin û em jî li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn.”
 
 

Sernavên din

26/01/2022
09:36 HSD: 23 dîlgirtiyên din hatin rizgarkirin
09:22 23 sal in di rêyên girtîgehan de diçe û tê
09:22 Ji bo MA'yê krîmînalîze bikin şahidên nepen xistin dewrê
09:22 Berdevka EHP'ê Akman: Em dikarin hêzeke damezrîner û guherîner çêbikin
09:22 Tevî keça xwe ya 5 salî di Nobeda Edaletê de ye
09:21 Berpirsyarê Çapemeniya YPG'ê Elî: Armanca êrişê neteweya demokratîk bû
09:16 'Girtiyên nexweş bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:16 Egîtîm Sena Şirnexê: Divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:16 Xelkê Amedê: Divê Kiliçdaroglu bizanibe ev der Kurdistan e
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2022
20:50 Li sînorê Kobanê kesek hat qetilkirin
20:43 Me dîmenên hundirê Girtîgeha Sînayê ya ku DAIŞ'î hewl dabûn jê birevin girtin
18:46 Li Amedê êrişeke çekdarî: 4 kes birîndar bûn
18:36 Bawer û 11 hevalên xwe bi mewziya ku çêkirin pêşî li ber komkujiyek mezin girtin
17:32 NY’ê bang li dewletan kir: Zarokên li rastî êrişa DAIŞ’ê hatin rizgar bikin
17:29 Di operasyona HSD'ê de 550 DAIŞ'î teslîm bûn
17:19 Li Wanê nobeda malbatên girtiyan berdewam dike
17:02 Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin
16:35 Hezar û 32 rewşenbîran gazî kir: Aysel Tugluk berdin û dawî li dijhiqûqiyê bînin
16:21 Taniş û Denîz hatin bîranîn: Kujeran derxin holê
16:21 Li Rihayê rê hatin vekirin
16:02 HDP: Di êrişa Hesekê de bi SÎHA’yan alîkarî dan DAIŞ’ê
14:52 Malbata Doku guh nade berf û baranê: Gulistan li ku ye?
14:41 Nobeda Edaletê di roja 71’emîn de ye: Em ê tecrîdê bişikînin
14:16 Girtiyê di greva birçîbûnê de ye: Dibe ku cenazeyê me derkeve
14:06 Îtîraza ji bo dosyeya Gezer hatibû kirin ‘bêyî ku bê lêkolînkirin’ hat redkirin
14:01 Rêveberiya Xweser: Tiliya dewleta Tirk raste rast di êrişê de heye
13:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:07 HSD’ê 9 dîlgirtiyên li Girtîgeha Sînaayê xelas kirin
12:44 Ferît Şenyaşar: Heta edalet pêk were em ê li vir bin
12:12 Parêzer Ateş: Di destê me de delîl hene ku komkujî birêxistî hatiye kirin
11:30 ‘Lêkirina navê Bahçelî ya li daristanê li dijî Kurdan bêrêzî ye’
10:48 ‘Bi organîzekirî êriş li dijî penaberan pêk tên’
10:34 Tevî delîlan jî ev 7 sal in di girtîgehê de ye
10:07 Li Stenbolê çûnehata wesayîtên taybet hat qedexekirin
10:04 Li Kirikkaleyê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:50 Ocalan: Li Kobanê şerê rûmeta sedsala 21’emîn hat kirin
09:12 Rojnamevan Nebî: Ya ku Kobanê rizgar kir felsefeya Ocalan bû
09:10 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Êrişên li Hesekê plansaziyeke mezin e
09:10 5 girtî ji ber 'bêewlehiyê' dest bi greva birçîbûnê kirin
09:08 Kurê Ramazan Tûran: Em xwişk û biratiyek wiha naxwazin
09:06 Amed: Şoreşa Rojava bi berxwedana Kobanê bû şoreşeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2022
20:55 Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
19:05 Dayik Poyraz: Pêşî divê kesên Gencer perwerde kirine bên cezakirin
18:20 Li Êlihê zarokek hat kuştin
18:13 Li Hesekê 300 DAIŞ'î tevî çekên xwe teslîm bûn
17:42 Kujerê Denîz Poyrazê Gencer behsa plana qetlîamê kir
16:53 Derbarê kongreya HDP’a Edenêyê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:50 Kujer Gencer li odeya meqamê bûye mêvan
16:49 Nobeda Edaletê ya Wanê di roja 45’an de ye
16:25 Di doza Pinar Gultekîn de rapora ATK’ê: Bi saxî hatiye şewitandin
16:08 Rêxistinên sivîl: Mirina Ramazan Turan bi guman e
15:37 Dozger ji bo Demîrtaş ceza xwest
15:32 Pirtûka li girtîgehê hatiye nivîsandin li nivîskarên wê hat qedexekirin
15:27 Ji Girtîgeha Bakirkoyê name ji bo Nobeda Edaletê hat şandin
14:58 Sancar daxwaza mudaxiliya dozê kir: Em ê heqîqeta madî derxin holê
14:57 Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
14:56 Maşîneya zirxî Dayan 50 metre kaş kiriye û 40 deqe hatiye rawestandin
14:18 Danişîna doza kujerê Denîz Poyraz dereng dest pê kir
14:14 Di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de rêze skandal
13:55 Li Cizîrê maşîneya zirxî li ciwanekî qelîbî û giran birîndar kir
13:45 Li Siwêregê rêyên 630 gundan hatin girtin: 2 hezar mî li ber mirinê ne
12:56 Ji ber rexneya li Davutoglu kir, salek ceza li Demîrtaş hat birîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Serdozger hem çavên xwe hem jî guhên xwe girtî ye
12:31 Dozger xwest malbatên Roboskî werin cezakirin
12:27 Ocalan: Ger ku Hesekê bi dest bixin dê komkujiyê bikin
12:27 Piştevaniya ji bo Sezen Aksû mezintir dibe
11:53 Li Hesekê operasyona li dijî DAIŞ’ê di roja 5’an de ye
11:47 Jinan li pêşiya dadgehê bang kir: Mezinkirina têkoşînê soza me ya bo Denîzê ye
11:03 Sancar: Em li dijî bêedaletiya birêxistinkirî têkoşîna birêxistinkirî mezin dikin
10:54 Kaya: Bi êrişa li dijî DÎAYDER’ê re Kurd tên armanckirin
10:47 Parastina Sebahat Tuncel: Wek ku ceza li min birîne hatiye nîşandan
10:14 Egîtîm Sen: Ferzkirina bijartebûna zimanê zikmakî li dijî mafê mirovan e
10:02 Hunermend naxwazin navê Bahçelî li daristanê were kirin
09:13 Samî Tan: Divê statuya zimanê kurdî hebe
09:01 Li Şakranê leşkeran li girtiyê nexweş da
09:01 Birayê Serdar Taniş: Li vê xakê teslîmiyet tune ye
09:01 Kurkçu: Deriyên Îmraliyê vekin bila Ocalan biaxive
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2022'YAN
00:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
23/01/2022
21:57 20 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza taloqkirina înfaza Tûglûk kirin
21:46 Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir
21:35 Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
20:08 Cotkarê nikaribû deynê xwe bide întihar kir
18:19 Bi hêstiran avê dikişînin
17:33 Komeleya Ekolojiyê: Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef
17:31 Bi hezaran kes di kongreya HDP'ê de hatin gel hev
17:02 Ji Nobeta Edaletê banga yekitiyê
16:41 Mesele ne girtina HDP yê mesele îradeya gele Kurdê
16:12 Dengê xwe bi nameyê ragihandin: Dibe ku girtiyên nexweş bimirin!
15:52 QSD'ê daxuyand ku di 3 rojan de 175 çete hatine kuştin
15:45 Berdevka HDP'ê Gunay tevlî 'Konferansa Diyaloga Kurd-Ereb' bû
15:16 Ji QSD'ê daxuyaniya Hesekê: 13 DAIŞ'î hatin kuştin
13:14 Polisan bi ser şahiyeke muzîkê de girtin û 30 kesî binçav kirin
11:59 Malbata Şenyaşar: Bi qasî kujeran rayedar jî sûcdar in
11:50 Otobûsa rêwiyan qeza kir: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
11:49 Zilamê bi navê Kamîl Tûran hevjîna xwe Elîf Tûran kuşt
11:49 Li Îranê jina wênekêş hat kuştin
10:36 Faîlê ku hewl da du jinan bikujer hat girtin