Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan

  • rojane
  • 09:12 12 Tîrmeh 2021
  • |
img

WAN - Osman Îlerî yê 107 salî ku şahidiya Komkujiya Geliyê Zîlanê ya beriya 91salan pêk hat kiriye, diyar kir ku axayên eşîran ê di komkujiyê de îxanet li gelê xwe kirine ji bîr nekirine û bi gotina “Kurdino, bibin yek” banga yekitiyê li gelê kurd kir.

Di 13’ê Tîrmeha 1930’an de di dîroka kurdan de komkujiya herî mezin qewimî. Li herêma Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşa Wanê ve 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Şahidê komkujiyê Osman Îlerî diyar kir ku îxaneta axayên eşîran ji bîr nekiriye û banga yekitiyê li kurdan kir.  
 
44 GUND HATIN ŞEWITANDIN
 
Piştî ku di sala 1926’an de Biroyê Heskê Têlî li Çiyayê Agiriyê li dijî dewletê serî radike, Rêxistina Xoybûnê ku li Lubnanê hat damezrandin jî di sala 1929’an de beşdarî serhildanê dibe. Xoybûn ji bo ku şervanên bi awayekî belav şer dikin kom bike, ji Eşîra Berzencî Seyîd Resûl dişînin Geliyê Zîlan. Seyîd Resûl, bi koma ji 400 kesan pêk tê ya bi wî re Erdîşê dorpêç dikin. Piştî pevçûnên demdirêj serhildêr paşve diçin û derbasî Îranê dibin. Li ser vê yekê Derwîş Beg ê li Erdîşê serpel bû, mufrezeya xwe digire û Geliyê Zîlan dorpêç dike. Li Herêma Zîlan a ku eskeran ketin û derketina wê girtin 44 gund hatin şewitandin. 
 
BI HEZARAN MIROV HATIN QETILKIRIN
 
Piştî ku gund tên şewitandin bi hezaran kes, bi awayekî komî bi çekên otomatik tên kuştin, yên sax man jî tên sirgunkirin. Dest deynin ser heywan û malên din ên gundiyan. Gundiyên ku di bin cenazeyan de man û nemirin û yên revîn mecbûr man ku demekî dirêj bi awayekî qeçax bijîn. Her çiqas hejmara kesên ku hatine kuştin weke 15 hezaran were diyarkirin jî şahidên demê û hin çavkaniyên din dibên hejmara rast ji 40 hezaran zêdetir e.
 
ROJNAMEYA CÛMHÛRIYETÊ: ÇEM BI DEVÎ RE CENAZE BÛN
 
Rojnameya Cûmhûriyetê ya wê demê komkujî diparast, manşeteke dîrokî dinivîse. Rojname bi wêneyekî ku cenazeyê mirovan dida nîşandan, buyerê wiha vedibêje: “Teyareyên me ên li ser Çiyayê Agiriyê difirin, bi awayekî tund şakiyan bi bombebaran dikin. Çiyayê Agiriyê bi bomberanê dinale. Qertalên demir ên tirkan hesaba aşiyan paqij dike. Çemê Zîlan bi devî re cenaze bûne.”
 
HEYWANAN CENAZE XWARIN
 
Osman Îlerî yê 107 salî ku ji şahidekî kesên ji komkujiyê xelas bûyî ye li Gundê Exs yê Erdîşê dijî. Îlerî, şahidiya xwe ya derbarê komkujiyê de wiha vegot: “Di dema komkujiyê de ez li Zozanên Kaniya Pûçê bûm. Hemû mirovên li gundan kom kirin û li Cebeliyê kuştin. Gundiyên li Herêma Bekîra jî komkirin û birin li Newala Fêde qetilkirin. Kesê nikarî cenazeyan bigirin, cenazeyan gur, çeqel û roviyan xwarin.”
Îlerî, bi lêv kir ku kesên ku di bin cenazeyan de sax xelas bûn hebûn û wiha axivî: “Mirovên ku xelas bûn, bi rojan birçî û tî man. Em jî piştî xelas bûn me hewl da em biçin Erdîşê. Pişt re em çûn gundê Koçkopruyê û li wir man. Hinek kes hatin sirgunkirin. Şandin bajarên cuda cuda. Dema piştî salan em zivirîn me dît ku her der hilweşandine.”
 
ÎXANETA NAYÊ JIBÎRKIRIN
 
Îlerî diyar kir ku ligel komkujiya bi serê wan hat îxaneta ku kurd li kurd kir ji bîr nake û wiha berdewam kir: “Wê demê axayên eşîran îxanetî gelê xwe kirin. Sed sal in îxanet berdewam dike. Bila êdî kurd îxanetê li kurdan nekin. Kurdino bibin yek.”
 
KOMKUJÎ BERDEWAM DIKE
 
Şopên komkujiya beriya 91 salan pêk hatî hêj hene, politikaya komkujiyê bi qirqirina ekolojiyê heta roja me didome. Aktivîstê Hawirdorê Zeynel Abîdîn Çelebî jî bal kişand ser karê madenê yê Geliyê Zîlan û da zanîn ku xebatên madenê “komkujiya xwezayê” ye. 
 
DIZÎ, TALANKIRIN Û DAGIRKIRIN
 
Çelebî diyar kir ku xebatên madena zêr li jora Zozanên Acibûlak a gundê Şahbazar ê Geliyê Zîlanê tên kirin û destnîşan kir ku ligel xebatên lêgerîna madenê zêr bidome wê ligel ava madenê gelek çavkaniyên avê êdî weke “jehr” biherikin. Çelebî, bal kişand ku xwezaya Zîlanê her tim di bin dizî, talan û dagirkirinê de ye û Herêma Zîlanê bi awayekî zanebûn tê texrîbkirin. 
 
MA / Cemîl Ûgûr
 

Sernavên din

16/07/2021
12:10 Ebdî bertek nîşanî ‘gora komî’ da: Dawî li vê qirkirinê bînin
12:03 Emîne Şenyaşar: Malbata min binax kirin
11:44 Hevseroka HDP’a Tûşbayê hat binçavkirin
11:33 Li Serhedê lehî rabû: Heywan mirin, mal û axur hilweşiyan
11:14 Goristana ku jê re hat gotin ‘gora komî’ ye aydê endamên YPG’ê û YPJ’ê ye
10:45 Jiyaneke li dû azadiyê
10:21 Jina ku 6 caran giliyê zilamê êrişkar kir: Herî dawî wê min bikuje
09:16 Greva birçîbûnê di roja 232'yemîn de dewam dike
09:15 'Pakêta darazê dê kiryarên destdirêjiyê biparêze'
09:10 Pira ku 20 hezar kes di ser re diçin û tên hindik maye hilweşe
09:09 Jinên çewligî: Em ê xwe bi xwe mafên xwe diyar bikin
09:08 Gelo çekên ku li nav erdên cerdevanan hatin dîtin, ew 'çekên winda ne?'
09:07 Cîgirê Hevserokên MXDŞ'ê Îbrahîm: Em ê destûr nedin dagirkirina Şengalê
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'AN
15/07/2021
22:52 Parlementoya Belçîkayê jî qirkirina êzidiyan pejirand
20:43 7 hezar û 304 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:39 Meclîsa Jina ya HDP'a Amedê hat avakirin
16:36 Ji ber êrişa li dijî HDP'ê 3 kesên din jî hatin binçavkirin
15:30 Gundî mudaxileyî şewata ku leşkeran derxist dikin
15:23 Nivîsên nîjadperest li ser dîwarê mala peywirdarê HDP'ê nivîsandin
15:01 Li Antalyayê êrişê li dijî HDP'ê hat şermezarkirin
14:22 Di lehîya ku li Rîzeyê rabû de 5 kesan jiyana xwe ji dest da
14:07 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:00 Şewat li ber vemirandinê bû lê helîkoptêran gur kir
13:21 Malbata Şenyşar: Em ji bo Yildiz ê AKP'î jî li benda biryarnameyê ne
11:54 Nacî Încî bi wekaletî tayînî Bogazîçiyê hat kirin
11:53 Dema êrişkar kameraya ewlehiyê ferq kir şalter anîn xwarê
11:39 Li Licê daristan şewitî
10:54 Li Geverê bîranîna 14'ê Tîrmehê
10:35 Ji bo Cejna Qurbanê ava gundên Hezoyê hat berdan
09:58 Ji ber ku biryara lêgerînê xwestin polîsan îşkence li wan kir
09:40 Ji ber çûyîna Erdogan a Qibrisê wê TDP meclisê boykot bike
09:13 Piştî navenda çandê hat girtin xwe bi xwe fêrî muzîkê dibe
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 231'emîn de berdewam dike
09:11 Hevserokê HDP'a Avcilarê ku mala wî hat gulebarankirin: Em ê paş de gav neavêjin
09:11 Ji ber rakirina sêncên li ber şaredariyê derbarê wan de îdianame hat amadekirin
09:10 DEDAŞ'ê li Rihayê bi hezaran abone dan ber îcrayê
09:10 Omeroglû: Dibe ku di Îlonê de pîkek nû rû bide
09:09 Serokê Odeya Çandiniyê ya Wanê: Heger tevdîr neyên girtin dê fiyetê nan du qatî biha bibe
09:08 Hatîmogûllari: Êriş, piştgiriya ji bo HDP'ê zêde kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
08:56 Melîh Bûlû bi biryarnameyê hat bi biryarnameyê çû
14/07/2021
22:21 6 hezar û 907 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:33 Rihayiyan Bûldanê bi tembûrê pêşwazî kirin
16:58 Şewata ku li Bestayê derket belav dibe
16:54 Bêyî ku biryara binçavkirina wan hebe li qereqolê tên rawestandin
16:54 Dermankirina penaberên birîndar didome
16:44 Şahid di danişînê de vegot: Dozger got ‘Bêje min Elçî kuştiye, ez ê te berdim’
16:41 Zarokê ku hatibû îdiakirin li qursa quranê întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
16:22 9'emîn Bultena Pandemiyê ya TTB'ê: xiza parastina ji koronayê li bajarên herêmê kêm e
16:20 Hevseroka MEBYA-DER’ê Almas nehat berdan
15:54 Di doza cînayeta Dînk de biryara bihincet aşkera bû
15:46 Bûldan: Wê kurdek jî bi AKP’ê re li ser maseyê rûnenê
15:39 HDP’ê ji bo 14’ê Tîrmehê daxuyanî da: Wê têkoşîna me bidome
15:26 Karkerê ku di teqîna li METAŞ'ê de giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
14:53 Daxwaza lêkolînkirina Komkujiya Geliyê Zîlan
14:52 Ebrû Gunay: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan
14:27 ÎSÎG: Di meha hezîranê de 173 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:53 Huda Kaya: Desthilat ji êrişê berpirsyar e
13:43 Civîna HDP’ê ya rêxistinkirinê di roja sêyemîn de ye
13:26 Meclîsa Jinan a HDP’ê ji bo Geverê daxuyanî da
12:58 AYM’ê têkildarî îşkencekirina welatî biryara binpêkirinê da
12:54 Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan
12:53 Doza rojnameger Şahîn û Gayip taloq bû
12:43 HDP'î ber bi Marmarîsê derketin rê
12:04 Eskeran gule berdan gundiyên ku li pezê xwe digeriyan
11:50 Doza xizmên qurbaniyên Roboskiyê dîsa hat taloqkirin
11:27 Danişîna doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:41 Girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê dikin hucreyan
10:40 Bûldan li Rihayê ye Şenyaşar di bin çavan de ne
10:18 Piştî 57 rojan cenazeyê Bûlat dan malbata wî
10:15 Gardiyan li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de didin
09:46 Li dijî avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hat
09:28 Generalê biçûk ê Apê Mûsa: Cesareta wî ji temenê wî mezintir bû
09:25 Bavê Îsa Uke: Ji ber xemsariya DEDAŞ û DSÎ'yê cînayet pêk hat
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê derket 15 rojan carekê
09:21 SAMER: Li bara kurdan tu krediya Erdogan nemaye
09:20 Îstinafê di Doza JÎTEM'ê ya Qoserê de 'bêcezatî'yê pesend kir
09:17 10 salên li Girtîgeha Jimare 5'an: A herî giran bêhna xwînî û olana qîrînan bû
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
13/07/2021
21:39 Dîlokiyan bi coşeke mezin HDP'iyan pêşwazî kir
20:27 46 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê bang kirin
16:47 Michale Rûbîn geşedanên li başûrê Kurdistanê nivîsand
15:42 Onlu: Kesên plana çokşikandinê amade kirin li ber têkçûnê ne
15:30 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
15:28 Polîsekî Alîkarê Midurê Polîsan ê Colemêrgê kuşt
14:52 Hevserokê HDP’ê yê Halîliyeyê hat binçavkirin
14:45 Talîban gef li Tirkiyeyê xwar
14:41 DEDAŞ'ê li Dêrikê têlên ceyranê birî
14:33 Baroya Şirnexê doz li DEDAŞ'ê vekir
14:02 Roja ku ji girtîgehê were berdan cenazeyê wî derket
13:59 Serokê EMEP'ê Akdenîz serdana ajansa me kir
13:46 Varyanta Deltayê belav dibe: Li 36 bajaran hat tespîtkirin
13:43 Serokê EMEP'ê Akdenîz, ji bo MA'yê nivîsand: Li Afganistanê gel koçber dibe
13:21 Ji bo AKP’iyan li mizgeftê protokol hat avakirin
12:43 'Lêgerîna dev' li girtiyên nexweş ferz dikin
11:46 HDP'ê qurbaniyên Geliyê Zîlan bi bîr anî
11:13 Wê di Doza Elçî de şahid bên guhdarkirin
11:13 Malbata Şenyaşar: Kesên dixwazin bibin şahid bila werin