Welatiyên Amedê: Em naxwazin Erdogan were vî welatî

  • rojane
  • 10:29 9 Tîrmeh 2021
  • |
img
AMED - Gelê Amedê ku ji bo hatina Serokkomar Erdogan a Amedê nekêfxweş in wiha gotin: “Heke pirsgirêka kurd çareser neke, bila neyê vî welatî. Neyê baştir e. Biçe ku derê bila biçe.”
 
Serokkomarê AKP’î Erdogan wê îro were Amedê û tevlî merasîma “vekirina komî” bibe. Tê payîn ku Erdogan, piştî ku li Mizgefta Kûrşûnlû ya dema qedexeyên derketina derve ya navçeya Sûrê de hatibû rûxandin nimêj bike, wê serdana koma li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê tên sekinandin bike. Wê dûre Erdogan saet di 17.00’an de li pêş avahiya walitiyê di “merasîma vekirina komî” ku bi raya giştî re nehat parvekirin de biaxive. Beriya hatina Erdogan li ser rêgeha konvoya wî nasnameyên welatiyan hatin kontrolkirin û li kargehan û ser rêyan lêgerîn hatin kirin. Li aliyê din li hemû pirên li bajêr pankartên Erdogan hatine daliqandin û gelek cade ji trafîkê re hatin girtin. Me têkildarî serdena Erdogan a piştî 3 salan mîkrofon dirêjî welatiyên Amedê kir. 
 
‘NE GIRÎNG E’
 
Abbas Ongol, diyar kir ku tu girîngiya serdana Erdogan ji bo gelê Amedê nîne û wiha got: “Ez 40 salî me û heta niha tu tişt nehat guhertin. Dema derdikevin pêş kamerayan dibêjin ‘em bira ne’. Ez jî dibêjim ew nebin ji xwe em bira ne. Herkes êdî li derdê xwe dinêre. Erdogan hatiye an nehatiye ne gelek girîng e.”
 
REWŞA GEL
 
Yavûz Çîçek jî bi bîr xist ku Erdogan beriya niha jî hatibû bajar hin soz dabûn û wiha got: “Gel birçî ye perîşan e. Rewşa kesên birçî pirsî ye? Na. Li rojavayê Tirkiyeyê êrişî me dikin, dewlet jî radibe wan diparêze.”
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
 
Ajokarê dolmîşê Mûrat Bîngol jî bi lêv kir ku her cara Erdogan tê rêyan digirin, wan aciz dikin û wiha got: “Bila neyê me aciz dike. Neyê baştir e. Biçe ku derê bila biçe. Bi hezaran polîsan tînin, li me ceza dibirin û ji xebata me re dibin asteng. Em tu rayedarên dewletê naxwazin, em têra xwe hene. Heke Erdogan pirsgirêka kurd çareser bike wê herkes wî li ser pişta xwe bigerîne lê çareser neke bila neyê baştir e. Daxwaza me çareserkirina pirsgirêka kurd e.”
 
PIRSGIRÊKÊN GEL
 
Abdurrahman Gumuş jî derbarê serdana Erdogan de wiha axivî: “Nifûsa ciwanan a li Amedê gihişt ji sedî 60’î. Ciwan li qehwexaneyan wextê xwe derbas dikin. Ez 35 salî me li nikarim pêşeroja xwe bibînim. Ji ciwanan re heyfe. Ez naxwazim vê pirsgirêkê paşguh bikin. Divê pirsgirêka kurd jî were çareserkirin. Heke were çareserkirin wê ev der wê rabin ser piyan. Hin gotinên Erdogan dilê me diêşîne. Îro pirsgirêka kurd heye, her kes vê qebûl dike. Ew jî qebûl dikin lê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî vê pirsgirêkê nayînin ziman.”
 
RÊ NÎŞANÎ ERDOGAN DA!
 
Mûstafa Aslan jî ji bo hatina Erdogan wiha got: “Em tu car neçûn mitîngên û em ê dîsa jî naçin. Çi ji me dixwaze? Tê ji me re girtîgehan çêdike, me digire. Kurdan dixapîne. Bila biçe Zongûldak û Trabzonê. Pêwistiya me bi wî nîne. Ji me re dibêje 'em xwişk û bira ne' ka li ku xwişk û bira ne? Ji ber wê yekê tu daxwazên me nînin. Gelê Amedê naçe pêşwazîkirina wî. Bila ew neyê, bila Selahattîn Demîrtaş were.”
 
‘ERDOGAN HER TIŞT XELAS KIR’
 
Azîz Yardim jî diyar kir ku naçe pêşwazîkirina Erdogan û sedemê wê bi van gotinan vegot: “Ji ber ku kurd ji wî aciz in. Di pêvajoya çareseriyê de digot 'em xwişk û bira ne'. Ka behsa kîjan xwişk û biratiyê dike? Heke ji bo Erdogan ji derve mirovan neyînin ji vir kes wî pêşwazî nake. Mafên gelê kurd desteser kirin, qeyûm tayîn kirin. Erdogan li Dolmabahçeyê her tişt xelas kir.”
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol
 

Sernavên din

13/07/2021
10:32 Dr. Yerlîkaya: Divê bi zimanê dayikê kampanyaya derzîkirinê were destpêkirin
10:21 Pergala Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
09:53 Li Çinarê taxekê kirin qarantînayê
09:50 Li Alîagayê cînayeta kar
09:35 Ji bo demkî ava gundê Zîlan hat berdan lê li 7 gundan bêavî didome
09:06 Îdianameya cinayeta Hantaş: Dozger xwest 25 sal ceza li polîs bê birîn
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 229'an de berdewam dike
09:06 'Jin bi têkoşîna xwe ji bo cîhanê dibin mînak'
09:06 Dê ji bo cezayê kesê ku Koç birîndar kir serî li îstinafê bidin
09:06 Şahidê 14'ê Tîrmehê: Xeleka teslîmiyetê perçe perçe kir
09:06 Gardiyan ji xizma girtî re got: Em hem dadger hem jî dozger in
09:06 Kana keviran gundiyan bêzar kiriye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
12/07/2021
21:26 49 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
20:57 Li Bestayê şewat
17:30 DAD’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
17:02 Êrişkarên nijadperest hem berdan hem diparêzin
16:38 Xerakirina peyarêya kolana hunerê esnafan mexdûr dike
15:59 Dirûşmeya ‘Qers Ya Me Ye’ bû sûc
15:55 Doza Pinar Guntekîn dest pê kir
15:42 Li Sîlîvriyê mîqdareke kêm avê didin qawişan
14:45 Hatîmogûllari: HDP fikra rizgariya hevpar e
14:16 Nivîskar û rewşenbîrên kurd banga yekitiyê kirin
14:00 Ji HDP’ê bo muxalefetê: Karê me bi yên ku çareserkirina pirsgirêka kurd neparêze re nîne
12:48 Pirsa 'Kî we organîze dike?" ji cotkarên titûnê pirsîn
12:08 Dozgerê nû jî randevû neda malbata Şenyaşar
11:50 TÎHV: Ji 10 kesan 4 kes îşkenceya zayendî lê hatiye kirin
11:41 Parêzerên Ocalan carek din serî li dozgeriyê dan
11:40 Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji zarokên xwe bernedin
11:29 10 cotkarên titûnê ku kapîtalîstên tirşikçî şermezar kirin hatin girtin
11:01 Ji bo polisên ku mil û diranê Demîr şikandin biryara neşopandinê hat dayîn
10:58 Li Girtîgeha Antalya ya Tîpa S îşkence heye lê rapor nîne!
10:23 Ji DAD'ê daxuyaniya Geliya Zîlan: Xwebûna me di tengasiyê de ye
10:14 Girtiyê nexweş Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da
10:11 Êrişkarê ku bi ser merasîmê de girt yek jê zarok 2 kesan kuşt
10:03 ATK’ê Ozkan şand girtîgehê: Delîl têr nakin
09:12 Birîna ku sedsal in xwîn jê tê: Geliyê Zîlan
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 228'an de berdewam dike
09:03 AYM’ê dosyeya Surme Înce ji esasê xistiye ber lêpirsîne
09:03 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qeydên zimanê kurdî kir
09:03 Li dijî sepanên DEDAŞ’ê bang li EPDK’ê kir ku lêkolînê bike
09:03 Hem gund bêav hiştine hem jî gefa cezakirinê li gundiyan xwarin e
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2021'AN
11/07/2021
23:25 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat berdan
21:34 Ciwanê ji ber nebûna avê bi xeniqandinê re rûbirû mabû jiyana xwe ji dest da
21:11 Baroyên Îzmîr, Edene û Mêrsînê kongreyên xwe li dar xistin
20:56 Ji ber koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest da
20:11 HDP'ê li Erdexanê serdana gel kir
20:02 Girtina meleyan a ji ber xutbeya kurdî hat şermezarkirin
19:51 Hevserokê HDP'a Colemêrgê hat binçavkirin
19:44 Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
16:48 HDP’iyan qeza kir: 7 kes birîndar bûn
16:27 Girtî: Yekane rêya serkeftinê berxwedan e
16:14 Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin
14:48 ÎHD bi girtiyên ku îşkence li wan hat kirin re hevdîtin kir
14:38 Rojnamevan Başlangiç krîza dil derbas kir
14:37 Girtî greva birçîbûne ya bidorveger derdixin 15 rojan
14:06 Dayika Aştiyê Tûnç jiyana xwe ji dest da
13:15 Hatîp Dîcle: Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP'ê pêvajoyê bi dawî kir
11:59 Bi çeka cerdevanan mirina biguman a jinekê
11:33 Yekitiya Platformên KHK’iyan: Meleyan berdin
11:33 Wê di doza Pinar Gultekîn de malbata Avci jî were darizandin
11:32 Malbata Şenyaşar çalakiya xwe di roja 125’emîn de domand
10:26 Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike
09:20 TTB'ê hişyar kir: Dibe ku di payizê de pîkek nû rû bide
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 227'an de berdewam dike
09:01 Malbatên girtiyan: Kê ev heq daye wan ku zarokên me îşkence dikin?
09:01 Agirê li Marmarîsê di 4 saetan de, yê li Dara Hênê di 5 rojan de hat tefandin
09:00 Ava paqij bi dest wan nakeve
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2021'AN
08:06 Dolmîşa penaberan qeza kir: 12 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
10/07/2021
23:34 Vekirina Zarok MA'yê bi konserekê hat pîrozkirin
23:20 Daxuyaniya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê alîkariyên NY'yê de
22:44 5 hezar û 530 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
21:02 Alî Îsmaîl Korkmaz hat bibîranîn
20:24 Ji Lozanê ber bi Cenevreyê ve dimeşin
19:55 Têkildarî tahdeya li Girtîgeha Antalyayê serî li ÎHD'ê dan
18:49 Dayikên Aştiyê: Bila tecrîd bê rakirin
17:11 ‘Li hemberî polîtîkayên li dijî xweza û civakê bisekinin’
17:01 Kongreya OHD'ê: Bila tecrîd bi dawî bibe û Ocalan muxatab bê girtin
16:50 Endamên Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin berdan
16:30 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hat binçavkirin
16:26 Banga berdana girtiyê nexweş Çakal kirin
16:11 Zarokê ku ji bo hênîkbûnê ket qenala avê rakirin nexweşxaneyê
16:04 Decathlona ku cih neda kurdî şermezar kirin
15:57 Malbatên Pirsûsê: Em ê bibin yek deng û serbikevin
15:42 Dayikên Şemiyê bal kişandin ser doza ku jê tên darizandin
15:42 Banga berdana girtiyê nexweş Tamboga
15:16 Ji Girtîgeha Ceyhanê 4 girtî sewq kirin
14:59 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş kirin
14:38 Doznameya doza girtinê ji HDP’ê re hat ragihandin
14:22 Rêyên ku nehatibûn temamkirin li Îdirê jiyanê tevizandin
14:17 Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin
13:31 Mudaxaleyî kesên ku xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin kirin: 6 binçavkirin
12:56 Biryara girtina meleyan beriya îfade girtinê hat dayîn
12:43 Xizmên windayan aqûbeta rêveberê DEP'ê Yildirim pirsîn
12:37 'Em HDP ne, li her derê ne'
11:56 Li Konyayê êrişî malbata kurd kirin: Em we li vir nadin jiyîn
11:35 Vedat Aydin hat bibîranîn: Em ê xeyalên wî pêk bînin
11:16 Ji Malbata Şenyaşar parvekirina Erdogan: Wê rastî zû dereng derkevin holê