Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
- ekolojî
- 09:03 29/1/2023
Serokê Wan Çev-Derê Alî Kalçik, îsal nehatina berfê wekî "karesatê" nirxand û bal kişand ser hişkesaliyê.
Serokê Wan Çev-Derê Alî Kalçik, îsal nehatina berfê wekî "karesatê" nirxand û bal kişand ser hişkesaliyê.
Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê biryara erênî bo rapora ÇED’ê da ku li ser Çemê Sarimê HES bê çêkirin. Xelkê herêmê jî ji bo proje bê sekinandin serî li Şûraya Dewletê da.
Tevî ku Şûraya Dewletê cara duyemîn projeya HES’ê ya li ser Çemê Zorava betal kir jî lê tê israrkirin ku bendava duyemîn bê çêkirin. Serokê Platforma Zorava Mustafa Kurt got ew ê li dijî şirkete xwezayê û berjewendiyên gel biparêzin.
Miduriyeta Daîreya Daristanan a Hatayê li qada daristanê ya herêma Arsûz a Çiyayê Amanosê gelek dar birîn.
Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç diyar kir ku Şîrketa Kozayê li Giyadînê ji bo lêgerîna zêran qada 37 hektar rûxset girtiye û hişyariya dê ev şirket hemû Kurdistanê jehrî bike da û got: “Bi rêya îktidarê bi zannebûn dixwazin çi tiştên kurdan hebe tune bikin.”
Talankirina xwezaya Şirnexê didome. Li herêmê li aliyekî lêgerîna li madenan, birîna daran û qirêjkirina kaniyên avê, lê aliyê din jî bêhestiyariya li dijî herêmê ku ji her aliyî ve tê jehrîkirin didome.
Endamê Komeleya Ekolojiyê Zekî Kanay diyar kir ku dewlet bi helwestekî dijminane êrişî xwezaya Kurdistanê dike û wiha got: “Em çiqas bertekên xurt nîşan bidin ewqas dikarin pêşî li vê qirkirine bigrin.”
HES, bendav û kanên madenan gefê li Dêrsimê dixwin. Hema bibêje Dêrsim her roj bi projeyên rantê pêşkêşî şîrketên madenan tê kirin.
Rêveberên odeyên çandinî û plansaziya bajêr ên şaxên Amedê diyar kirin ku ji bo "projeyên" ku bi awayekî fermî li Baxçeyên Hewselê nayên kirin, rê û rêbazên nefermî hatine bikaranîn û burokratên ne ji vî bajarî ne li bîra civakê ya bajêr talanê pêk tînin.
Li navçeya Pêtirgeh a Meletiyê 32 kanên madenê bi awayekî çalak dixebitin. Hevberdevkê Mal-Çep’ê Ramazan Derîn diyar kir ku rêveberên bajêr di mijara hawirdorê de bi hestiyar tevnagerin.
Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî û Çandê ya Nûrheqê û Gundên Wê Zeynel Gul, diyar kir ku li Nûrheqê qada ku ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qadên jiyanê yên mirovan berfirehtir e û got: "Her diçe qadên me yên jiyanê tên tunekirin."
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji bo têkildarî hestiyên mirovan ên li Geliyê Zîlan hatin dîtin lêpirsîn bê destpêkirin, pêşniyazname da Meclisê.
Çopên li Wanê tên komkirin li şûna ku bişînin Tesîsa Veguherandina Bermayên Avêtinê yên Hişk ên Entegre, dirijînin Gola Wanê û Çemê Botanê.
Şaredariya Dersimê hewl dide ku li nêzî gundê Sutluceyê "Tesîsa Berterefkirina Bermayiyên Hişk" çêbike. Gundiyên ku çêkirina tesîseke bi vî rengî naxwazin, xwestin ku Şaredariya Dersimê demildest dest ji çêkirina tesîsa navborî berde.
Li gundê Teraş ê Sasonê, ji ber xebatên sondajê yên TPAO'yê madeyên bijehr tevlî ava vexwarinê bûne. Ekolojîst Huseyîn Akil xwest ku ev mexdûriyeta gelê herêmê demildest bê helkirin.