Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
- cîhan
- 10:10 23/7/2022
Parlamentoya Iraqê wê îro li ser Qetlîama Zaxoyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat, civînek taybet li dar bixe.
Parlamentoya Iraqê wê îro li ser Qetlîama Zaxoyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat, civînek taybet li dar bixe.
Neteweyên Yekbûyî (NY) komkujiya Tirkiyeyê ya li Zaxoyê şermezar kir û ev bang kir: “Divê di zûtirin demê de lêpirsîneke berfireh were destpêkirin.”
Şahidên komkujiya Tirkiyeyê ya li Perex a Zaxoyê ji çapemeniya cîhanê re axivîn û wiha gotin: “Em ber bi çiyayan ve diçin Tirkiye êriş dike. Em ber bi sûlavan ve diçin Tirkiye êriş dike. Ji çar aliyan ve êrişî me dike.”
Zanyarê Siyasetê Farshad Pisoureha diyar kir ku li lûtkeya Tehranê destûra dagirkirina Rojava ji Tirkiyeyê re nehatiye dayîn û wiha got: “Na NATO, ne Rûsya û ne jî Îran piştgiriyê nadin polîtîkaya Erdogan û bi wê polîtîkayê re nînin.”
Di salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de Tirkiye, Rûsya û Îran li Tehranê civiyan.
Li Hindistanê ji ber lehiyê di nava 47 rojan de herî kêm 102 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li Efrîqaya Başûr li dijî du cihên şahiyan êrişên çekdarî hatin kirin û di encamê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokkomarê Srî Lanka’yê Gotabaya Rajapaksa ragihand ku dê di 13’ê tîrmehê de îstîfa bike.
Gelê Srî Lankayê li dijî krîza aborî çalakî li dar xist û bi ser avahiya hikûmetê de girt. Serokê Dewletê yê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa jî ji avahî reviya.
35 endamên Kongreya DYA’yê ji Biden re nameyek şandin û xwestin ku F-16’an nefiroşin Tirkiyeyê.
Serokwezîrê Îngilistanê Boris Johnson ragihand ku ji serokatiya Partiya Muhafazakar îstîfa kiriye.
DW’yê têkildarî astengkirina ragihandinê ya malpera xwe ya li Tirkiyeyê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber girtina lîsansê tê wateya ku dê RTUK bikare mudaxileyê naveroka editoryal bike serlêdana lîsansê nekirine
Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) ji bo ku komkujiya li êzidiyan hatiye kirin ji aliye dewleta Swîsreyê ve weke “Qirqirin” bê nasîn kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Îmzeyên di kampanyayê de bên komkirin wê pêşkeşî Hikumeta Federal were kirin.
Piştî erêkirina Tirkiyeyê, welatên NATO’yê biryar girtin ku Swêd û Fînlandiyayê vexwînin tifaqa xwe.
Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya derbarê rewşa sivîlên di şerê Sûriyê de jiyana xwe ji dest dane weşand. Li gorî raporê ji 1’ê adara 2011’an heta 31’ê adara 2021’an li Sûriyê 306 hezar û 887 sivîlan di şer de jiyana xwe ji dest dane.