Ji Mamedanî piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
- cîhan
- 14:53 19/11
Akademisyenê Ugandî Mehmûd Mamdanî, di peyama xwe ya piştgiriyê de ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan got: "Aştîya ku li Tirkiyeyê pêk bê dê destkeftiyeke herêmî û cîhanî be." Akademisyen, dîroknas û teorîsyenê siyasetê yê Ugandayî Profesor Mahmood Mamdani, di peyama xwe ya nivîskî de ku ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) re şand, pistgiriya xwe ji bo Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihand.
