Kampanya Not Welcome Erdogan: Ji sedî 80 Erdogan naxwazin
- cîhan
- 11:00 27/9/2018
Kampanya "Tu bi xêr nehat Erdogan/Not Welcome Erdogan" her ku diçe mezin dibe. Li Almanyayê ji bo prostestokirina serokkomar û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, ADEF, ATÎK, Jina Nû û YDG banga tevlibûnên girseyî li gelê Kurd û derdorên demokrat kir. Sazumankarê Înîsiyatifa "Not Welcome Erdogan" Yuksel Koç, diyar kir ku gelê Alman ji sedî 80 Erdogan naxwaze û kampanya mezin dibe.