Serokê DYA Trump, muhafizên Şoreşa Îranê wekî rexistina terorê qebûl kir
- cîhan
- 17:44 08/4/2019
Serokdewletê DYA Donald Trump, diyar kir ku DYA Muhafizên Şoreşa Îranê wekî rêxistina terorê qebûl dike.
Serokdewletê DYA Donald Trump, diyar kir ku DYA Muhafizên Şoreşa Îranê wekî rêxistina terorê qebûl dike.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 113 milyon kes li 53 welatan ji ber şer zor û zahmetiya "birçîbûna tund" dijîn. Sûriye kete rêza 8’emîn a lîsteya welatên ku bi rêjeya ji sedî 20 bi birçîbûnê rû bi rû ne.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê, nûçeyek derbas kir û diyar kir ku rayedarên Emerîkî ji hempîşeyên xwe yên Tirk re ragihandine ku teslîmata teçhîzata balafirên şer ên F-35 hatiye rawestandine.
Li bajarê Christchurch ê Zelandeya Nû, di dema nimêja Înê de, li dijî 2 mizgeftan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. Serokê Zelandeya Nû Jacînda Ardern, darbarê bûyerê de daxuyanî da û got: "Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin."
Li Zanîngeha ULB a li paytexta Belçîka Brukselê, der barê jîneolojiyê de panelek hat lidarxistin. Di panelê de, ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de banga piştevaniyê hat kirin.
Li Belçîkayê, dê jin di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de bikevin grevê û ji bo tevlîbûnê bang li hemû jinan hate kirin.
Li Portekîzê, li dijî tundiya navmalê ya li dijî jinê, ala heta nîvî hatin daxistin û li Desteya Wezîran deqeyek rêz hate girtin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a PTI’yê, Polîstanê li nêzî gundê Garend Kalaan ê li herêma Budgam a Cammu Keşmîrê, balafireke şer a aîdê artêşa Hindistanê xist. Di bûyerê de 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dan.
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Gutteres diyar kir ku kulmek mirov xwediyê nîvê dewlemendiya dinyayê ne û got: "Qewimînên cudakariyê, bêwekhevî, bêedaletî, sosyal aborî û mafên çandî yên tên binpêkirin ji aloziya civakî û pevçûnên îroyîn re dibe sedema bingehîn û pêk tîne."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir tu peyman û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê yên der barê Kurdên li Sûriyeyê nîne û destnîşan kir ku operasyonek leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê jî rû tuneye.
Xelata Martin Ennals, dan aktivîstê sûdanî Abdul Azîz Muhamat. Ji bo xelatê sê kes mabûn fînalê. Yek ji van kesan jî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn bû.
Li Baytextê Fransa Parîsê agir bi avahiyekê ket. Di şewatê de herî kem 7 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Venezûelayê, pêşengê muxalefetê Huan Gûaîdo ji bo demekê serokatiya xwe ya ji bo dewletê ragihandibû. Parlementoya Ewropay (PE) jî serokatiya Gûaîdo qebûl kir. Li parlementoyê, dengdayîn pêk hat û di dawiya dengdayînê de serokatiya Gûaîdo hat qebûlkirin.
Li Meksikayê teqîn pêk hat. Di teqinê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 71 kes birîndar bûn.
Hikumeta Elman a Federal xwest, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Musteşarê Wezîrê Karên Derve Roth xwest Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne.