NAVENDA NÛÇEYAN - 8’êmîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dê di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de bê lidarxistin. Ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê heta niha ji bo 100 belgefîlman serlêdan hatine kirin û ji wan dê 31 jê bên pêşandan. 
	Mihrîcana Balgefîlman a FîlmAmedê her sal bi piştgiriya şaredariyên Amedê dihat lidarxistin. Bi tayînkirina qeyûman re jî mîhrîcan hatibû betalkirin. Lewma ev çend sal bûn nedihat lidarxistin. Mîhrîcana 8’an dê îsal bi pêşengiya Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn were lidarxistin. Mezopotamya Sînema, Şanoya Bajêr a Amedê û Ma Music jî piştgiriyê didin mîhrîcanê. 
	HETA NIHA JI BO 100 BELGEFÎLMAN SERLÊDAN HATINE KIRIN
	Li gel ku ev demekî dirêj e mîhrîcan nayê lidarxistin jî serlêdanên ji bo mîhrîcanê zêde bûn. Heta niha ji bo derdora 100 belgefîlman serlêdan hatine kirin. Lê ji ber tengaviya wext lijneya hilbijêr a belgefîlman tenê karî 31 belgefîlman hilbijêre.
	DÊ LI 3 CIHAN BÊN PÊŞANDAN
	Belgefîlmên di bernameya mîhrîcanê de cih digirin dê li Şanoya Bajêr a Amedê, Bezgîn Bekir û Zarok Ma’yê werin nîşandan. Her şev li Zarok Ma’yê dê li Hewşa Servekirî belgefîlmek were nîşandan. Her wiha di nav bernameya mihrîcanê de dê forûm jî hebin û belgefîlmçêkerên tev li mîhrîcanê dibin dê li ser pirsgirêkên belgefîlman nîqaş bikin. 
	GELEMPERIYA BELGEFÎLMAN JI KURDISTANÊ NE
	Belgefîlmên ku ew ê îsal werin nîşandan bi giranî belgefîlmên kurdî ne ku ji çar parçeyên Kurdistanê tev li mihrîcanê bûne. Her wiha ji cîhanê û Tirkiyeyê jî belgefîlm hene ku cihê xwe di bernameyê de digirin.
	Mihrîcan dê di navbera 27’ê meha îlonê û 1’ê cotmehê de were lidarxistin. Filmên ji bo 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê hatine hilbijartin ev in;
	1- Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?/ Mûstafa Orman
	2- Bu da mı gol değil? (Ev jî ne gol e?) / Feyzî Baran
	3- Wergerandina Ulyssesê/Aylîn Kuryel - Firat Yucel
	4- Tamî Aw / Saman Mûstafa
	5- Northen Forests/Julia Lazarus
	6- Hêza / Derya Deniz
	7- Laboratory no 2 / Edris Abdi, Aware Omer
	8- Zeytinliğin Ardı (Li paş Zeytûngehê) /Mervan Serhat Sarişin
	9- Heft Senfoniyên Zagrosê/Perwîz Rostamî
	10- Mother Tongue/Serkew Mesgari
	11- The Pasha, my mother and I/Nevine Gerits
	12-  Lêger/Esin Akgul Guneş-Omer Leventoglû
	13- Iraq's Invisible beauty  / Sahim Omar Kalifa
	14- Yıkılacak Duvarlar  (Dîwarên dê bên hilweşandin) / Hebûn Polat - Şerîf Çîçek
	15- Koçer / Selîm Alan
	16- Mehla Qorê / Fatma Çelîk
	17- Eve Dönüş (Vegera Mal) / Dîlan Engîn
	18- Hîwa/ Mozhgan Kavoosî
	19-  Ben, Annem ve Toz (Ez, Dayika Min û Toz) / Çagla Gîllîs
	20-  Jiyana Rewşenbîrekî Kurd: Casimê Celîl / Ozlem Dîler-Celîl Badikanli
	21-  Hatay 17-24 Nisan 2023 (Hatay 17-24’ê Nîsana 2023’yan) / Îmre Azem
	22-  Başımdaki Dünya (Dinyaya di Serê Min de) /Yalçin Çîftçî
	23-  13 May / Tariq Tofiq Qadir
	24-  Harmony/ Pablo Tosco Migue Roth
	25- Nanî Pîroz/ Rehîm Zebihî
	26- Sidiq û Panter/Rêber Dosky
	27- Anqa/Hêlîn Çelîk
	28- Boşlukta (Di Valahiyê de) / Sonnur Vardar
	29- Bitmemiş Cümleler (Hevokên Neqediyayî) /Adar Bozbay
	30- e Mountains, a Feminine Narration / Rebwar Mahmoud Pour
	31- Dartaş / Xelîl Sehragerd
	Hêjayî bibîrxistinê ye ku FîlmAmed yekem mîhrîcana belgefîlman e ku li Kurdistanê tê lidarxistin. Ji ber ku mîhrîcan tenê cih dide belgefîlman û bi beglefîlman dadikeve, xwedî rengekî taybet e li Kurdistanê. Bi saya vê mîhrîcanê her sal çêkerên belgefîlman ên li cîhanê û Kurdistanê tên gel hev û bi hevre li belgefîlman temaşe dikin û nîqaş dikin. Ji ber vî awayî di sînemeya kurdî de platformeke girîng e. Bi saya mîhrîcanê sînemagerên çar parçeyên Kurdistanê tên ba hev. 




