AMED - Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê ya serdema nû eşkere kir. 
	Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha îlonê eşkere kir û serdema nû da destpêkirin. Li gorî bernameyê meha îlonê dê 5 lîstikên mêvan, stend-up, lîstikeke Şanoya Bajêr a Amedê û Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê nîşandan. Di nava lîstikên mêvan de 2 lîstikên Şanoya Dihokê yên bi navên “Derwêş an Gudû” û “Kulav û Peyk” jî dê bên lîstin. 
	Bernameya meha îlonê ya Şanoya Bajêr a Amedê wiha ye: 
	5’ê Îlonê saet 19.30’an: Derwêş yan Gudû - Şanoya Dihokê  (Lîstika Mêvan) 
	6’ê Îlonê saet 19.30’an: Kulav û Peyk - Şanoya Dihokê (Lîstika Mêvan)
	8/9’ê Îlonê saet 19.30’an: Dek û Dolabên Scapen - Şanoya Bajêr a Amedê
	15/16’ê Îlonê saet 19.30’an:  Dek û Dolabên Scapen - Şanoya Bajêr a Amedê
	20’ê Îlonê saet 19.30’an:  Kêm - Şemola Performans
	21’ê Îlonê saet 19.30’an: Bûka Lekî - Şemola Performans
	22’yê Îlonê saet 19.30’an:  Mem û Zîn - Şemola Performans
	23/24’ê Îlonê saet 20.00’ê: Vik û Vala - Erdal Kaya, Stand-Ûp
	27’ê Îlonê/1 Cotmehê saet 19.30’an: 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê




