STENBOL - Hejmara nû ya Kovara fikr û teoriye Modernîteya Demokratîk bi manşeta “Koç, koçberkirin û vegera li cewhera xwe" hate weşandin. 
	Hejmara nû ya kovara fikr û teoriyê Demokratîk Modernîteyê ya mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê derçû. Kovara ku hejmara 44’an derxistiye, 3 mehan carekê tê weşandin û di vê hejmarê de bi sernavê “Koç, koçberkirin û vegera li cewhera xwe” hate weşandin. 
	Nivîsa ewil a nivîskar Alî Firat e. Tevî nivîsa Firat a bi sernavê "Perçebûna Hiyerarşiyê Tîkane ye, lê Xwecihîbûna Koçberî Berwar" navên nivîskar û sernavên nivîsên di kovarê de cih girtine wiha ne: 
	* Kenan Avci: Erdnîgarî ne qedera mirov e lê sedem e! Suheyla Taş: Avabûna dewletê û koç
	* Ayfer Ekîn: Koçberkirina bi darê zorê; Guherîna demografyayê û encamên wê
	* Saît Çetînoglû: Koç û sirgun, di kevneşopiya dewletê de cîhada li dijî welatiyan
	* Huseyîn Surensoy: Di mînaka Kurdistanê de jehrkuja koçê
	* Nesrîn Akgul: Koçên kurdan ên Xorosanê
	* Nesîmî Aday: Kurd, qanûnên koç û îskanê
	* Elîf Çetînbaş: Di netewe dewletê de sedemên koçberkirinê û vegera li cewhera xwe
	* Manfa Petrovska: Şîrketên ser sînoran: Reforma CEAS'ê û endustriya ewlehiya sînor
	* Sûat Bozkuş: Koç-ber-kirin
	* Fatma Koçak: Çîroka du çîrokên asîmetrîk ên (bê)sînor: Qad û çaranûs
	* Şemsettîn Ozer: Weke redkirina feraseta penabertiyê lêgerîna azadiyê
	* Rodîl Zîlan: Civak û polîtîkaya qirkirina jinê
	* Nuda Elefterya: Li dijî polîtîkaya koçberkirinê, sekna têkoşîna birûmet
	* M. Şîrîn Bozçali: Koçberiya mejî û jeopolîtûkaya nû ya zanînê
	* Elîf Bûlût: Di rêya koçberiyê de derbaskirina sînoran 
	* Amed Dîcle: Kurdan penaberî çawa veguherandin têkoşînê?
	* Ergîn Atabay: Biyanîbûn û egera li çavkaniyê
	* Erdal Ceylan:Koç û çareseriya pirsgirêka nasnemeyê: Neteweya demokratîk
								



