DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê konsera ku Platforma Hay a Dêrsimê da di 12’ê tebaxê de li dar bixe bi hinceta “teşe û naveroka wê guncav nehate dîtin” qedexe kir. 
	Walîtiya Dêrsimê konsera ku Platforma Hay a Dêrsimê da di 12’ê tebaxê de li Qada Seyît Riza li dar bixe qedexe kir. Walîtiya ku bersiva serlêdana ji bo destûra konserê hate dayîn da wiha got: “Di nirxandina serlêdanê de teşe û naveroka konserê guncav nehate dîtin.”
	Dihat payîn ku hunermend Ûmût Altinçag, Firat Dogan, Zarîfe Dogan, Ronî Aran, Ozgur Gonek, Farhood Khademî û Nesîmî Ataş di konserê de derketibûna ser dikê. 




