Ocalan: Ji ber min hevkarî red kir biryara tasfiyekirina min dan
- analîz
- 11:39 11/2/2020
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber ew li gorî daxwazên hêzên emperyalîst ên cîhanê ku çav berdane dewlemendiyê Rojhilata Navîn tev negeriya, rastî komployê hat. Ocalan ku 21 salin li Îmraliyê girtî ye, lîstika van hêzan xera kir û li gorî rastiya dîrok û civakê di aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk de israr kir.
