Li Îmraliyê çi diqewime?
- analîz
- 14:27 28/2/2020
Duh li Grava Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 salin tê tecrîdkirin, şewat derket. Bi derketina şewatê gelê Kurd û nûnerên partî û rêxistinên Kurdan ketin nava fikar û tevgerê. Şewata duh pêkanînên berê anîn bîra mirovan. Ocalan, berê gotina rayedaran a 'Em 150 metre nêzî te ne' wekî gef û îmhaya li dijî xwe pênase kiribû. Berê jî pêkanînên jahrkirin, porjêkirin û tecrîda mutlaq xwestibûn peyamê bidin Ocalan. Bi şewata duh dîsa pirsa 'bi rasti jî agirekî xwezayî bû an jî xwestin peyamê bidin? di mejiyan de ava kir.