Platforma Tenduristiyê ya Amedê plana xwe ya çalakiyan ragihand
- aborî-ked
- 14:57 24/1/2022
Platforma Tenduristiyê ya Amedê bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kir ku dê balê bikişînin ser tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê û baş kirina mafên xwe yên reha. Li gorî bernameyê dê platform di navbera 26’ê Çileyê û 4’ê Sibatê de çalakiya nobedê û di 8’ê Sibatê de jî çalakiya grevê pêk bîne.