Li bazaran dema deynkirinê
- aborî-ked
- 09:03 26/11/2024
Li pazara taxê ya li Rêya Armûşê hatiye avakirin, esnaf êdî ji neçarî bi deyn didin. Esnafên bazarê bertek nîşanî pêkanînên li ser sînor û welatiyan jî bertek nîşanî polîtîkayên şer dan.
Li pazara taxê ya li Rêya Armûşê hatiye avakirin, esnaf êdî ji neçarî bi deyn didin. Esnafên bazarê bertek nîşanî pêkanînên li ser sînor û welatiyan jî bertek nîşanî polîtîkayên şer dan.
Sewalwanên qersî diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan û îthalkirina goşt nikarin berhemên xwe bifiroşin û wiha gotin: “Anîna sewalan a ji derve çareserî nîne. Bila piştgiriyê bidin cotkaran.”
Şaxa Sendîkaya Genel-Îş’ê ya Êlihê bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Bi sarbûna hewayî re li Wanê welatî berê xwe didin biharatfiroşan. Herî zêde ixlemûr tê kirîn û kîloya wê jî derketiye hezar û 750 TL’an.
Meclisa Şaredariya Peyasê biryar da ku li 25 gundan 10 hezar şitlên darên fêkiyan li welatiyan belav bikin.
Ciwanê b navê Hasan Kiliç ê 19 salî ku ji bo kar çûbû Kocaeliyê, di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê di 8’ê kanûnê de dê mitînga “Jiyana bi mirovî” li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.
Li gorî rapora meha cotmehê ya ÎSÎG’ê 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
Dermanfiroş Hayrûllah Fîkret Baransel diyar kir ku sektora dermanan a li Tirkiyeyê ji sedî 90 girêdayî derve ye û êdî di peydakirina dermanan de zehmetiyê dikişînin.
Turk-Îş’ê daneyên sînorê birçîtî û xizaniyê yên meha cotmehê aşkere kirin. Li gorî vê sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre û sînorê xizaniyê jî bû 66 hezar û 553 lîreyan.
Ji ber ku berhemên fabrîqeyan behtir tên tercîhkirin, berhemên ku bi destan tên çêkirin bêqîmet dimînin. Pîşeya necarî ku berê rastî eleqeyeke mezin dihat êdî eleqeya ji bo wê kêm bûye û bi tunebûnê re rû bi rû maye.
Li Wanê şofêrên mînîbus û taksiyan diyar kirin ku ji ber zêdebûna bihayê sotemeniyê û lêçûnên li pîşesazî zêde bûne nikarin bixebitin û gotin ku heta pergal neyê guhertin dê tu pêşketin çênebe.
KESK’ê bi çalakiya ku li ber Wezareta Dadê kir, xwest ku mafên endamên wan ên bi KHK’yên di çarçoveya OHAL’ê de ji peywîra xwe ya cemaweriyê hatin îxrackirin bên îadekirin.
Tenduristvanan li gelek bajaran têkildarî “Çeteya Yenîdoganê” daxuyanî dan û gotin: “Divê tavilê peywira kesên berpirsyariya wan tê de heye bê bidawîkirin.”
Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê ku bi armanca balê bikişîne ser “Çeteya Yenîdogan” daxuyanî da, diyar kir ku li Tirkiyeyê tenduristî veguherandine qada bazirganiyê û anî ziman ku ev rewş encama polîtîkaya veguherîna tenduristiyê ye ku li Tirkiyeyê tê meşandin.