Destvala ji bazaran vedigerin
- aborî-ked
- 09:03 25/8/2024
Li navçeya Westan a Wanê welatiyan destnîşan kir ku ji ber krîza aborî destvala ji çarşî û bazarê vedigerin malê û gotin ku berpirsê vê jî desthilat e.
Li navçeya Westan a Wanê welatiyan destnîşan kir ku ji ber krîza aborî destvala ji çarşî û bazarê vedigerin malê û gotin ku berpirsê vê jî desthilat e.
Li gorî daneyên hêza kar ên TUÎK’ê yên di çaryeka yekem a salê de ragihand; bêkarî ji bo mêran ji sedî 7,3 û ji bo jinan jî ji sedî 11,7 hate tomarkirin.
Jinên karker ku li navçeya Çinarê di bin germa 40 dereceyî de li nav zeviyan dixebitin diyar kirin ku yewmiyeyên wan têr wan nake û keda wan tê xwarin lê alternatîfek wan din nîne.
Serokê Odeya Şîrefiroş û Çerezfiroşan ya Rihayê Ahmet Aslan, anî ziman ku ew dixwazin desteka ji bo findiq û çayê tê dayîn ji bo ji bo fistiqan jî bê dayîn û got ku fistiqên Rihayê bê xwedî hatine hiştin.
Li navçeya Çinara Amedê welatiyên ji bo danûstendinê çûn bazarê, bal kişandin ser debarê. Habîp Kalkan got: "Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabûyî bikirin."
Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa endamên odeya xwe axivî û anî ziman ku her ku diçe rewşa aborî xerabtir dibe û got: “Di nava salekê de nêzî 400 esnafan dikanên xwe girtin.” Huseyîn Akdag ê karê lokantayê dike jî anî ziman ku ji bo aborî baş bibe hewceyî bi rawestandina şer heye.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo cotkarên ji şewata Çinarê zirar dîtine 50 ton piştgiriya tovê genim bide.
Zulfu Polat ê 36 sal in li Amedê sedîr ango kursiyên dîwanan çêdike diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wan nabe û heke ew bimirin dê karê wan jî bi wan re bimire.
Carek din benzîn hat bihakirin. 85 qirûş li bihayê lîtreya benzînê hat zêdekirin.
Serokê Yekitiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, diyar ku di meha dawî de 50 dikandaran dikanên xw egirtine û got ku ger polîtîkayên qedexeker bidomin dê gelek dikandarên din jî dikanên xwe bigirin.
Waniyên ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, gotin: "Aboriya welêt her diçe xirabtir dibe. Êdî tu titş rast nabe, bila bes ji me re çîrokan bibêjin."
Li gorî daneyên TUÎK’ê yên meha hezîranê, 234 hezar kesên din bêkar man û hejmara bêkaran li gorî mehek beriya hezîranê derket 3 milyon 305 hezar kesan.
Cotkarên Îdirî diyar kirin ku ji ber lêçûnên zêde êdî nikarin zebeş û petêx biçînin û wiha wiha gotin: “Li nav zeviyê kîloya wan bi 2 TL’an ji me dikirin lê li marketan bi 10-15 TL’an difiroşin. Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin.”
Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di nava 11 salan de di baskê kar ê xurekan de herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Rihayê mesrefên fistiqan zêde bûye lê belê bihayê firotina wan jî kêm bûye. Cotkarên fistiqan xwestin ku ji bo fistiqan jî bihayê li nav erd bê zêdekirin.