Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
- aborî-ked
- 12:08
Di roja duyemîn a meşa "Budçeya Nan û Aştiyê" ya DEM Partiyê de, milê Çûkûrovayê ber bi Tarsusê ve bi rê ket.
Di roja duyemîn a meşa "Budçeya Nan û Aştiyê" ya DEM Partiyê de, milê Çûkûrovayê ber bi Tarsusê ve bi rê ket.
Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn, civîna xwe ya ewil li dar xist. TURK-ÎŞ’ê ragihand ku dê tev li xebatan nebe.
Baskê meşa “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ya DEM Partiyê ya Herêma Çukurovayê li Samandagê dest pê kir. Sezaî Temellî di meşê de got ku ew ê daxwazên gel bigihînin Meclisê û got: “Budçe ne ji bo çekan, bila ji bo aştiyê bê veqetandin.”
TUMBEL-SEN'ê 2'yemîn Sempozyuma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê li hotêleke Enqereyê li dar xist. Beşdaran destnîşan kirin ku parastina xweseriya rêveberiyên xwecihî û demokrasiya xwecihî ji bo aştiyê jiyanî ye.
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya ked û aştiyê de li qada şaredariya kevn kursiya serbest danî.
Li navçeya Yuregîr a Edeneyê, mînibusa karkerên çandiniyê qelibî. 18 kes birîndar bûn.
Rageşiya li Rojhilata navîn, krîza aborî, bihabûn û pêşbaziya turîzmê bandoreke neyînî li ser turîzma Wanê kir. Hejmara turîstan ku par 980 hezar kes bû, îsal daket 380 hezar kesan. Serokê Anatoliyaya Rojhilat a TURSAB’ê Cevdet Ozgokçe got: “Bihabûn û şerên li herêmê bandoreke neyînî li turîzmê kir.”
ÎSÎG’ê di rapora xwe ya meha Mijdarê de ragihand ku 216 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
TUÎK’ê rêjeya enflasyonê ya meha Mijdarê weke ji sedî 31,07 û ENAG’ê jî weke ji sedî 58,62 aşkera kir.
Teqawidan, daxwazên xwe yên têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an rêz kirin û gotin: “Em xwedî wê zanetî û hostetiyê ne ku pêşî li parçebûnê bigirin û têkoşîna teqawidan mezin bikin.”
Welatiyên navçeya Tarsusê yên çûn bazarê û danûstandin kirin, diyar kir ku rêya xelasiya ji krîza aborî serkeftina pêvajoya çareseriyê ye.
KESK'ê bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin” mitîngeke herêmî li dar xist. Di mitîngê de girîngiya aştiyê hat destnîşankirin. Parlementer Berîtan Guneş Altin ku di mîtîngê de axivî got: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em welatekî azad ji bo gelê xwe, ji bo jinan û ji bo karkeran biafirînin.”
Tenduristkar Îbrahîm Çîçek ku piştî di sala 2016'an de hat îxrackirin û niha li nav zeviyan dest bi kar kir, anî ziman ku ger li welatekî aştî tune be ne aborî heye ne tenduristî ne jî demokrasî. Çîçek, got: "Ez baweriya xwe bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tînim."
Aborînas Îlhan Doguş ê li ser budçeyê ku di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de tê nîqaşkirin axivî, diyar kir ku karê budçeçêkirinê ji polîtîkbûyînê hatiye derxistin û got: "Demokrasî, tevkariyeke girîng li pêşveçûna aborî dike. Li çaraliyê cîhanê mînakê vê hene."
Aborînas Ozgur Muftuoglû da zanîn ku ji bo sala pêş 2.1 trîlyon budçe ji bo şer hatiye veqetandin û got: "Budçeya 2026'an dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke."